Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
gotinên stranên kurdî yên herî xweş - tirşik
gotinên stranên kurdî yên herî xweş
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranên kurdî yên nû de pir zêde gotinên klîşe hene. lê kêm be jî gotinên baş jî tên nivîsandin. mixabin piraniya kurdan tiştên bi qelîte û cihêreng zêde hez nakin.

di muzîka hemdem a kurdî de yek ji kesê ku gotinên herî xweş dinivsîne, hekim sefkan e. yek ji stranê ku gotin nivîsandiye barana şevê ye ku xêro abbas distrê. heman stran di albuma hekîm sefkan de jî wek helbest cih digre;

barana şevê

Ji barana şevê
Min bêhna te kir
Dilê'm digîriya
Bêriya te dikir

Te l'min dinhêrî
Te min nas nekir
Lehî l'min rabû
Lê min şil nekir

Ser dengê dilê xwe
Ji xew şiyar bûm
Ji hêsirên xwe
Di avê de mabûm

Li şareke xûz
Gêj û winda bûm
Wekî her carê
Dîsa tenha bûm

Doh dîsa derî
Pir caran vebû
Dengê te dihat
Lê tu tune bû

Dilê min sêwî
L'benda te mabû
Pêjna te dihat
Lê tu nexwîya bû


guhdarî bike
spotify Here lînkê
youtube



20.10.2021 12:20 ~12:42 | xidiran

2. Xenîm

Xema te xencera min
Di xwîna xwe de hişk dibim
Sîya te bûm wey li min
Nizanim ez li kû mirim
Kes nema tenê Xwedê ma
Çend peyv man di qirika min de
Xatirxwestinên te de mam
Hawara min diêşîya

Serê xwe datînim li ber xencerê
Ramûsanên min xenîmê te bin
Bila bircên Amedê bibêjin
Çîroka me qîr û qetran e

Em kavilên poşmanîyê ne ...

Strana mirady ji albûma xwelî


Spotify: Here lînkê





22.10.2021 15:18 ~15:17 | xidiran

3. gula deviya

Çûkek li ber danî pirsa xwe jê kir
Çima tu li jêrî tu mayî li bin
Ev darên mezin rê li te girtine
Ava te vedxwin, ronî ji te dibin
Ger tu bimînî winda û jar
Wê rojek bê te reng ji te bibin

Ey gula deviya ey gul deviya
Gulek windaye nav darên bilind

Navê vê deviyê pir mabûn bêhêz
Lê her bilind bû û cihê xwe girtin
Tu jî wek wan bejna xwe hilda
Ta ku stêrk û roj berxwe bikevin
De îro rabe ey gula şêrîn
Bi hêz û bi zor her biçe ber jor

strana ciwan haco'yê ji albûma dûrî / nivîskar: Şêrgo Ekîd

Spotify: Here lînkê





22.10.2021 18:25 ~18:26 | xidiran

4. Gotin sar dibin dema peşinê te bidim



22.10.2021 17:36 | rodem

5. ''Jiyana ez dijîm, a yekî din e;
Tu car nehesiyam, nehesiyam bi ya xwe.''

gotin yên osman memed, deng yê mirady.





11.05.2022 13:16 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên pêşiyan yên qala sê tiştan dikin
» stranên bi tirkî yên di albûmên stranbêjên kurd de
» kurdîstan tu wate ye
» yên ku îro têketine
» herîsork
» xweştirîn sahneyên dansê yê fîlman

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn wejehlbst muzikstrn wejehlbst muzikstrn wejehlbst kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî