Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    rişmil - tirşik
    rişmil
    (3) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. Navçeyeke Mêrdînê ye.

    Navçe biçûk e û belawela ye. Newalek di navbera du giran re derbas dibe û xanî li herdu aliyên gir hatine avakirin. Navenda wê, yanî cihê şaredarî û saziyên din lê ne, li vî aliyê Mêrdînê ne û erda vira rasttir e li gorî jorê. Ji navendê re bi erebî zey'a(ضيَْعَ) dibêjin.

    Niştecihên navçeyê debara xwe bi çandinî û ajovaniyê dikin. wekî qeresî, hinar, tirî, zeytûn û hêşînahî filan diçînin. Ajovaniyê jî taksîyên wan hene, rêwiyan dibin Mêrdînê û tînin Rişmilê. Hinek jî wesayîtên wek kamyon û tiran diajon, bar dibin û tînin.

    Em werin meseleya Niştecihên wê. Min îro ji hevalekî Rişmilî pirsî(ew bi eslê xwe kurd e û Kurdbûna xwe qebûl dike), min got: kesên bi eslê xwe Ereb zêde ne yan yên bi eslê xwe Kurd? Ew bersiva min bi vî rengî da: yên eslê wan kurd zêde ne. Feqet li navçeyê kurdî nayê axaftin. Yanî mezinên wan baş dizanin bi kurdî, ciwan jî ne biyanî ne ji kurdî re lêbelê di navbera xwe de bi Erebî diaxivin. Yanî dema hûn çûn Rişmilê û hûn li zilamekî temenmezin rast hatin hûn dikarin bi hêsanî bi wî re bi kurmancî biaxivin. Min got zilam ji ber ku jinên wan baş nizanin.



    2021.10.24-21:12 | xabûrî

    2. Navçeya mêrdînê ya ku navê wê yê hatiye tirkîkirin yeşilli ye. Navçeyek biçûk di navbera navçeyên mehsertê û navenda bajêr de ye. Li wîkîya tirkî de hatiye gotin ku navçeyek esil ereb e. Gelheya wê 14906 hatiye nivîsîn. Serokê şaredariyê namzetê akp hayrettin demir e.



    2021.10.25-00:32 | tîrêj zana 21

    3. navçeya ku tiştê dizanim ji herêma omeriyan pê ve giş ereb in. ji ber vê erebiyê kartê li kurdan kiriye û çend peyvên erebî rasterast derbasî kurdiya wan bûye. bo nimûne mezinên me dema kurdî dipeyivin peyvên wek eşwext (kengî), eşweninte (tu çawa yî) jî bi kar tînin di nav peyivîna xwe de.



    2021.10.25-00:58 | keyomerd

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    heydê simurg56 vê meseleyê jî rave bike [1]
    (bnr: heydê moderator keyomerd vê meselê jî rave bike)...
    bandora stranan li ser gelî [3]
    Stran an muzîk beşa hunerê ya herî pir bandora xwe li ser gel û mirova...
    tewandina peyvên nêr [5]
    tewandina ku piraniya devokan bi awayekî temam pêk nayîne. heya niha m...
    basnews.com [2]
    bila vê nûçeya wan a pîs î qirêj tu carî ji bîr nekin! (lînk: https://...
    wolf cut [2]
    Bi Kurmancî dibe jêkirina guranî. Şêweyek bi qat qat jêkirina ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » rişmil

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî