Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
bendên diranan - tirşik
bendên diranan

Navê mijarê ya ewil ev bû:bendên dirana
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bendên dirana ku datînin ser dirana da diran xwarbûnê wî, têkçûyinê wî dirust bibe. Pêvajoyekî dirêj e û gelekî bi êş e .li gorî rewşa dirana dema li ser mayina wê jî diguhere Hene bi salekî xwe jê difilitînin hene du sê salan di bin vê kerbê de ne . Dema cara yekem wê hesinê datînin ser dirana hemû nav dev di bin kul û birîna de dimîne , ew êş û jana dixe nav dêv. Ji aliyekî êşa birîna , ji aliyekî ew hesinê ku dirana ji cih dilivîne û êşa bera nav wan dide dike ku tu 2 hefte ji nêzar, birçînar bimire . Lê xem mekin ji wê êşê birçîbûn jixwe nayê bîra we * paşî du hefte êdî tu dikare xwarina xwe bixwe lê bi mercek tiştê hişk nikarî bixwî, bo nimûne sêvekî hema nikarî gez bikî jiber ku ew hesinana wek hefsara dirana dibe û nahêli gezkirinê xurt bikî . Paşî hînbûna wî her mehekî divê biçî cem diktora xwe da ew li gel hesina lastîkan jî dixe ser dirana ku berhev da werin. Li gorî rewşa çengê ku ji bo dirana cihek baş dirust dike yan nake ger nake yan diran tê hilkişandin yan amûrek dixe ezmana dêv ( da ku çenge fireh bibe ). Ger diran berhev hatin û li gor berê baş bûn îjar jî lastîkên ku aliyek wî dikeve diranê jor û aliyek jî dikeve diranê jêr dide we , divê wan lastîkana bêy dema nan xwarinê her dem bikar bîne . Helbet êşa van lastîkana jî bêhempa ye * dawî ew jî biqede hêj tiştek din maye ew jî plastîkek ku di qalibê dirana de ye dikşîne ser dirana û ew jî têra xwe gelekî bi êş e. Taliyê tev hemû êş û pereyên ku ji te dihere encamek baş derdikeve holê *



31.10.2021 13:39 ~13:41 | navîgiranmezelîwêran

2. Xwedê kesik ji evdên xwe nexe nav vê rewşê ji ber ko min dîtîye her sê xwişkên min ji ber destên van malmîrata gelek tehde xwarine. îca, yek ji wan, cara duyem bendan li ber diranên xwe dixe. Cara pêşî li Nisêbînê çûbû li cem efsaneyek zindî ku saloxa camêr xwe li ba yekî diransazên Sûrî fêr kirîye û hatiye Nisêbînê û li ser lisansa yekî ji xwe cih vekiriye û diranan ji xelkê re çêdike. Axirê, ev camêr,berî aniha 5-6 salan diranê diranênên xwaka reben çêkir lê berî aniha du salan me dît ku diranê keçikê roj bi roj firk dibe û argûhşkên wê jî hatîye li ber, filişîye.
(bnr: h*** e*** kî ye û mala xelkê çawa xira dike..)
Talî keçik xwe avêt diransazek li bajêr û hêvîya me ev e ku carek din xira nebe.



02.11.2021 13:03 | pîroz

3. Bendên ku 3 sala wan di devê min de jî mabûn.
Bi rastî jî pêvajoyeke pir zehmet e.

Di serî de vê bêjim: 4 diranên minî sipîsaxlem rakirin ji ber ku cîh tunebû. Îja bi ser de jî dema diran kişandinê yek şikest, koka wî bi emeliyatê derxistin û di devê min re dirrîn. Herî dawî cîhê wî diranê şikestî hat girtin, ew jî nebaş hat girtin, piştî bend derxistin ew herdu diran hinekî ji hev veqetiyan jî mixabin.

Di encamê de helbet diran li gorî berê pir xweşik bûn lê wek min dixwest nebûn û bi ser de goştê wan piçekî kişiya. Bi awayekî xweşik li ser hevdu rûnanên jî mixabin. Dibe ku ji ber bijîşk be yan min baş bi ya wî nekiribe nizanim. Lê eger hûnê di pêvajoyeke wisa kevin baş bifikirin û di wê pêvajoyê de li diranên xwe miqate bin.



03.11.2021 11:05 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» bendên diranan

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî