1. meqsed ne devokparêzî ye. rêdana xweşikahiyê ye. bi min devoka herî xweş ne yek e, du heb in: ya deşta mêrdînê û cizîrê ye. heke île yek jê bixwazin a deştê ye. hinekî ji hev cuda ne lê li ba devokên din mîna muzîka xwedê ne, herikbar û bi aheng in, sivik û nerm in. ne mîna yên din tûj û hişk in. di wan de aurayekê xwedanî hene, bîranîn û dîrok jê tê hîskirin. filan. dîsa jî kurmancî bi tevahî şêrîn e, ew ji vê meselê mezintir û rasttir e. * |
|
05.11.2021 21:54 ~22:00 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
2. bi min devoka şirnex, hekarî, duhok, wan, ûrmîye, nisêbin (ne giş, hinek wek qoserîyan dipeyivin hinek wek hezexîyan, ji ya duwem hez dikim), efrîn, semsûr û devoka kurmancên din ên wan alîyane û devoka kurmancên anatolyayê û helbet kurmancên şingalê û xorasanê. niha pê hesiyam ji gelek devokan hez dikim lê ji ya xwe hîç hez nakim :d |
|
05.11.2021 22:47 |
keyomerd
![]() |
3. Devokek li wanê heye ne ya serhedê ye ne jî ya hekarîyê ye. |
|
05.11.2021 23:26 ~2021.11.06 09:22 |
bûtîmar
![]() |
4. Ne ya Rihayê ye * bi ya min yê Dihok, Şirnex , Colemêrg û aliyê Dêrsimê gelekî xweş e . Her wiha yê Semsûrê jî cuda û şêrîn e navçeya Rihayê hewag nêz î Semsûrê ye bo wî kurmanciya wan dişibin hev vêca hevala min a hewagî wurganî diaxive zaf şêrîn e * |
|
05.11.2021 23:44 ~23:44 |
navîgiranmezelîwêran
![]() |
5. devoka Batman-Mêrdînê gelek xweş e. ya Şirnex û urmîyeyê jî fonetîka wê xweş e. |
|
05.11.2021 23:51 |
pênûsa westiyayî
![]() |
6. Li gorî min devoka Colemêrgê ye lê hingî bilez xeber didin pir fahm nakim * |
|
06.11.2021 00:50 |
xabûrî
![]() |
8. (bnr: devoka serhedê vs zimanê kurdî) min waxtekî nuqteyê vê mijarê avîtî bû, xwe newestînin |
|
06.11.2021 10:14 |
doesntmatter
![]() |
9. Devoka badiniyan ji zaxo & duhok pirr xweşik e |
|
06.11.2021 18:38 |
brzn
![]() |
10. Li ber dilê min a omerîyane. |
|
07.11.2021 00:09 |
pîroz
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |