Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
devoka herî xweş a kurmancî - tirşik
devoka herî xweş a kurmancî

Navê mijarê ya ewil ev bû:devoka herî xweş a kurmancî
(3) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. meqsed ne devokparêzî ye. rêdana xweşikahiyê ye. bi min devoka herî xweş ne yek e, du heb in: ya deşta mêrdînê û cizîrê ye. heke île yek jê bixwazin a deştê ye. hinekî ji hev cuda ne lê li ba devokên din mîna muzîka xwedê ne, herikbar û bi aheng in, sivik û nerm in. ne mîna yên din tûj û hişk in. di wan de aurayekê xwedanî hene, bîranîn û dîrok jê tê hîskirin. filan. dîsa jî kurmancî bi tevahî şêrîn e, ew ji vê meselê mezintir û rasttir e. *

ha bi germbûna global wê ne jiyanekê xweş bimîne ne jî welatekî xeyalet... of



05.11.2021 21:54 ~22:00 | biruya hayao miyazaki

2. bi min devoka şirnex, hekarî, duhok, wan, ûrmîye, nisêbin (ne giş, hinek wek qoserîyan dipeyivin hinek wek hezexîyan, ji ya duwem hez dikim), efrîn, semsûr û devoka kurmancên din ên wan alîyane û devoka kurmancên anatolyayê û helbet kurmancên şingalê û xorasanê. niha pê hesiyam ji gelek devokan hez dikim lê ji ya xwe hîç hez nakim :d



05.11.2021 22:47 | keyomerd

3. Devokek li wanê heye ne ya serhedê ye ne jî ya hekarîyê ye.
Lê tê bêjî qey orta cinetê derketîye hatîye.



05.11.2021 23:26 ~2021.11.06 09:22 | bûtîmar

4. Ne ya Rihayê ye * bi ya min yê Dihok, Şirnex , Colemêrg û aliyê Dêrsimê gelekî xweş e . Her wiha yê Semsûrê jî cuda û şêrîn e navçeya Rihayê hewag nêz î Semsûrê ye bo wî kurmanciya wan dişibin hev vêca hevala min a hewagî wurganî diaxive zaf şêrîn e *



05.11.2021 23:44 ~23:44 | navîgiranmezelîwêran

5. devoka Batman-Mêrdînê gelek xweş e. ya Şirnex û urmîyeyê jî fonetîka wê xweş e.



05.11.2021 23:51 | pênûsa westiyayî

6. Li gorî min devoka Colemêrgê ye lê hingî bilez xeber didin pir fahm nakim *



06.11.2021 00:50 | xabûrî

7. tenê kurdên level 99 dizanin ku bersiva rast devoka wanî ye.*



06.11.2021 00:54 | heval.js

8. (bnr: devoka serhedê vs zimanê kurdî) min waxtekî nuqteyê vê mijarê avîtî bû, xwe newestînin



06.11.2021 10:14 | doesntmatter

9. Devoka badiniyan ji zaxo & duhok pirr xweşik e



06.11.2021 18:38 | brzn

10. Li ber dilê min a omerîyane.
(bnr: kes nabêje mastê min tirş e)
Lê kêfa min ji Kurmancîya Dûhokî û Zaxoyîyan jî re tê.



07.11.2021 00:09 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» devoka şirnexê
» herîsork
» xweşxwan
» kurmancî axaftina afrîkayîyan

Kategoriyên mijarê:: anket anket anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî