Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    20 mijar û 26 peyam
    tirî - tirşik
    tirî
    (0) (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. fêkiyek libhûrik û libên wê bi hev re bi wîşiyan ve çêdibin.. tiriyê hişkkirî mewîj e; dara ku pê ve çêdibe mêw e; zeviya ku darên wê lê hene rez e û vexwiraka wê ya bialkol jî şerab û mey e.. li gorî wîkîpediyayê etîmolojiya peyva tirî; hevreha soranî tirê, herdu belkî ji ermenî, bi ermeniya navîn tolî (mey) ji urartûyî udulî (tirî), têkilî tilletu (tirî) ya akadî, binere tolk. Yan jî hevreha sanskrîtî द्राक्षा (drake), yûnanî τρύγος (trugos), holendî druif, swêdî druva, danmarkî drue, almanî Traube, hemû ji proto-hindûewropî. Herwiha belkî peyvên slavî jî: sirbî grozd, çekî hrozen, rusî (vîno)grad. Bi zimanên din yên îranî bi pirranî engur e.



    (bnr: cureyên tirî yên li kurdistanê çêdibin)



    2013.10.09-11:42 | endazer

    2. fêkiya ku li cizîrê wek têhr tê bilêvkirin..



    2013.10.09-12:02 | endazer

    4. liba gushiyê dibe 'tirmêsk', û bo keçeke sîs û rona ya pir bedew dibêjin 'tirmêska tirî ye', ku gelek cara 'hûriya helebê' jî bi dû ve ye..



    2013.10.09-22:47 | gordereş

    5. fêkîya ku li hezeXê jêre dibêjin tirh (bi "h" ya nerm)



    2013.10.09-23:07 | saladin

    6. bi ser memikan ve diçe anku reng û dirûvê memikan lê diçe, dema tê guvaştin şÎrê jê çêdibe..



    2013.10.10-02:06 | endazer

    9. li gorê devoka torîyan tireh



    2013.10.11-09:09 | arami

    10. fêkîyeke her çiqas xweş be, ew qasî jî erotîk e.

    lê ji bo min ya girîng ewe ku, tirî sedema habûna şeravê ye.

    (bnr: bê şerav jîyan nabê)



    2014.01.07-13:47 | nazim tolhildan

    12. (bnr: rezê hecî rizgo)



    fêkî/mêwe/meyweka dewlemende li nava reza bi darêve çêdibe navê dara wî mêwe wekî hewlûrke bi goşî û çiqlikava dema baş çênabe jêre dibêjin cûr. mêyweya ku mewij, pilor, bastêq, dims, kezme, sirke, şerab jê çêdibe.



    2015.08.03-22:19 ~22:44]| shorbevan

    13. fekiyeke ku gelek xwarinê şêrîn jê tên çê kirin
    (bnr: mewîj)
    (bnr: dims)
    (bnr: bastîq)
    (bnr: helîl)
    (bnr: şerab)

    -her wiha navê wê li torê
    tireh e



    2020.06.05-14:52 | merwano

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    hoy nermê [1]
    Her çiqas bi murad demir hatiye bihîstîn jî çend meh berê bi p...
    henrik wergeland [1]
    Henrik Arnold Wergeland 17ê pûşperê 1808 li Kristiansandê hat dinê. 12...
    willis lamb [1]
    Willis Eugene Lamb 12ê tîrmehê 1913 li Los Angeles ê hat dinê. Ew fîzî...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tiriyê xarpêtê

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî