Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


30 mijar û 40 peyam
yüksel hoš - tirşik
yüksel hoš
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Devşîrmeyek ji balkanan e. Li ser twitterê nijadperestiya tirk dike. Li ser erdnigariya beşerî û etno-kulturiya herêman rêze-tweetan dinivîse. Di nivîsên xwe de nijadperestiyê dike û gelek caran nivîsên wî tên qedexekirin. Kemalîstek serhişk e û ji tirkan bêhtir tirk e.

Vêca tiştê vî zilamî xiste ber radara min ewe ku rêze-tweetek li ser kurdan û kurdistanê amade kiribû ku dê kurd çawa hîn bêhtir bên bişaftin, çawa ji warên xwe bêne derxistin, çawa penaberên ahiska, uygur û qewmên asya navîn li kurdistanê bên bicîhkirin, av, çem û robarên kurdistanê çawa bêne kontrol kirin û grîngiya wan, girêdana kurdan bi sîstema tirkiyê ve bi awayek nijadperestî û bi mentiqa mêtinkariye nivîsîbû.

Herweha li gor daxuyaniyên wî di demên xwe yê musaît de, li herêma trakya digere û li ser sînorên yunanê dronan difirîne da bizane li herêma wan çi diqewime û plan û stratejiyên parastina trakyayê heya bi stenbolê biafirîne. Lewra li gor fikra wî emerîka û yunan li herêma dedeagaç sewkiyatên leşkerî dike da ku êrîşî tirkiyê bikin. Ji loma yuksel hemû deverên bilind û asê, çem û robar, daristanan nîşan kiriye û li gor xwe planek parastinê amade kiriye. Herweha çêkirina flakturn( barûyên ji pola û betonê bo parastina herêman tên çêkirin) pêşniyar kiriye. Di vê çarçoveyê de flakturnên li berlînê ji aliyê naziyan ve hatibûn çêkirin mînak dide. Li gor wî ger tedbîr neyên stendin wê yunan heya bi stenbolê bi rehetî karibin werin.

Hesabê twitterê: Here lînkê



13.11.2021 03:36 | tîrêj zana 21

2. Mêjîyê wî hê di dewra serdema cîhana duyem de maye. Hatiye qala bunkeran dike. Û li hember dewletên yekbûyî dibêje ewê karibe li ber xwe bide. Xuyaye haya wî ji “Massive Ordinance Penetrator" tuneye. Ev tişt encax li hember hêzên biçûk dikarin bi kêr werin. Û di şerê cîhanê duyem de tirkan ji tirsa êrîşa nazîyan sîstemên wilo çêkiribûn. Bi navê çakmak hattı. Heman demê Macaran Arpad line û frensîyan maginot, elmanan jî Atlantic wall çêkirin. Hemû jî ketin û têk çûn. Yê ku dixwaze dikare li van mijaran mêze ke.
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê



13.11.2021 11:57 ~15:47 | dewbir

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
belki ev jî bala te bikişînin
» yüksel hoš

Kategoriyên mijarê:: niviskar niviskar niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî