Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
16.11.2021 qedexeya konsera mem araratî - tirşik
16.11.2021 qedexeya konsera mem araratî

Navê mijarê ya ewil ev bû:16.11.2021 qedexeya konsera mem ararat
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji aliyê şaredariya keçîoren ya enqereyê, konsera mem ararat ya ku wê 4ê berfanbarê bihata lidarxistin, bi hinceta stranên kurdî wê werin gotin hatiye qedexekirin.

Li gor daxuyaniyên mem ararat, ji bo konserê hemû girêbest hatibû kirin û bilêtên konserê jî hatibûn firotin. Lê belê şaredariya keçîorenê peyam şandiye û gotiye " me nizanibû li vê konserê wê stranên kurdî werin gotin. Ji loma em wek şaredariya keçîorenê rê nadin bi kurdî konser werin lidarxistin".

Piştî buyerê, parêzerên mem ararat, komîsyona zimanê kurdî ya baroya şirnex û wanê doz li şaredariye vekirine. Herweha parlementera hdp meral daniş beştaş li meclîsê vê buyerê rexne kiriye û gotiye "ev qedexe wê nikaribin kurdî ji holê rake an bide jibîrkirin"

Herweha hêjayî bibîrxistinê ye, keçîoren navçeyek metropola enqerê ye. Li enqerê yekemîn, li tirkiyê duyemîn navçeya herî mezin e. Gelheya wê bi qasî 938 hezar e. Serokê şaredariyê ji partiya akp turgut altinok e.



17.11.2021 12:53 | tîrêj zana 21

2. Heta em kurd ev ker bin dê pir li me siwar bin. Mem Ararat parve kiribû kesekî li ser hesabê xwe wek story parve nekir û bertek nîşan neda. Encax bi mirina helbestvanê tirk re û bibîranîna atatirk re mijûl bin.

10 roj maye ji konsera Mêrdînê lê hê jî bilêt li Sadik kunefe xelas nebûne. Sila hatibûna neka bilêt li Mêrdînê nemabûn. Welhasil kelam em çênabin, hêvîya min nema.



17.11.2021 23:31 | xabûrî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 16.11.2021 qedexeya konsera mem araratî
» qedexeya kurdî a di o ses turkiye'yê de
» konsera özcan deniz ya li îsraîlê
» memnûn

Kategoriyên mijarê:: muzik muzik muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî