(17) (1) (1) |
|
1. pirsa ko carinan gava ekşisozlikê digerim tê hişê min. ev ekşi (her çiqas serhişk jî bin) pi pîranî ji xwendekaran pêk tê, wekê tirşika me. evan(piranîyekî mezin) xwendinên xwe bi tirkîya xwe kirine/dikin. lewma li ekşiyê dinivîsin. em (bakûrî) bi kurdî xwendin nedîtin, lê li tirşikê dinivîsin, civaka ciwan ya rojavayê kurdîstanê(1/4 ya gelê rjv, yek mîlyon kes) ya ku bi kurdî dixwînin/xwendine çima tevlî tirşikê nabin? an jî evan ku xwedîyê şansa xwendina bi kurdî ne, çima li înternetê nayin xûyayê? |
|
29.11.2021 17:28 |
heval.js
![]() |
2. Ji ber ku nivîsandina kurdî ya bi tîpên latînî nizanin . |
|
29.11.2021 21:38 |
xemakê
![]() |
3. (bnr: rewşa perwerdeya kurdî li rojava) |
|
30.11.2021 04:41 |
cinorek
![]() |
4. ya ecêb ev e ku yek be jî di tirşikê de domdar nîne. Û ecêbtir meriv bala xwe bide Twitterê, li wir jî têkilya bakurî û rojavayiyan pir qels e, heta bêje nîne. |
|
30.11.2021 06:34 |
ezcan
|
5. mijara ku ez gelek mereq dikim. heta niha min du kesan re tenê li ser twitterê hevaltî kiriye ji xeynî wê qet çênebûne. ma nikarin bigihîjin înternetê? kar û barên xwe bi kurdî nakin? niha divîyabû di her beşê de wekî kanalên hunergeha welat ders bidana me. lê naxuyin. em gelekî hewceyî wan in. Hêvî dikim êdî zêde bibin. |
|
30.11.2021 12:43 |
pênûsa westiyayî
![]() |
6. Pirsa ku bersiva wê encax weha be: ji ber ku ciwan an xwendekarên rojava weke sempatîzanên partiyê tên perwerdekirin. Ne wek kesên difikire û têdigihije. |
|
30.11.2021 13:29 |
tîrêj zana 21
![]() |
7. Ne navdar e li ba me |
|
30.11.2021 14:30 |
cyaxares
![]() |
8. tîrej zana 21 pirr xweş meselê îzah kiriye. |
|
01.12.2021 10:10 |
ferhenga şikestî
![]() |
9. Navê mijarê ya ewil ev bû: ciwanên rojavayî çima tevlî tirşikê nabin |
|
01.12.2021 23:41 |
giyanstêr
![]() |
10. Gotinek li cem me heye ku dibêjin: |
|
02.12.2021 08:42 ~17:12 |
pîroz
![]() |
11. Vê taliyê hîn bûm ku, wextê xwe li ser facebook û tiktokê dibuhurînin. |
|
05.03.2022 02:11 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
seks [1] |
![]() |
peyvên ku kurd nikarin bêjin [3] |
![]() |
eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt in [1] |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |