Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin - tirşik
ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin

Navê mijarê ya ewil ev bû:ciwanên rojavayî çima tevlî tirşikê nabin
(17) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. pirsa ko carinan gava ekşisozlikê digerim tê hişê min. ev ekşi (her çiqas serhişk jî bin) pi pîranî ji xwendekaran pêk tê, wekê tirşika me. evan(piranîyekî mezin) xwendinên xwe bi tirkîya xwe kirine/dikin. lewma li ekşiyê dinivîsin. em (bakûrî) bi kurdî xwendin nedîtin, lê li tirşikê dinivîsin, civaka ciwan ya rojavayê kurdîstanê(1/4 ya gelê rjv, yek mîlyon kes) ya ku bi kurdî dixwînin/xwendine çima tevlî tirşikê nabin? an jî evan ku xwedîyê şansa xwendina bi kurdî ne, çima li înternetê nayin xûyayê?



29.11.2021 17:28 | heval.js

2. Ji ber ku nivîsandina kurdî ya bi tîpên latînî nizanin .



29.11.2021 21:38 | xemakê

3. (bnr: rewşa perwerdeya kurdî li rojava)



30.11.2021 04:41 | cinorek

4. ya ecêb ev e ku yek be jî di tirşikê de domdar nîne. Û ecêbtir meriv bala xwe bide Twitterê, li wir jî têkilya bakurî û rojavayiyan pir qels e, heta bêje nîne.

(bnr: odeya dengvedanê)



30.11.2021 06:34 | ezcan

5. mijara ku ez gelek mereq dikim. heta niha min du kesan re tenê li ser twitterê hevaltî kiriye ji xeynî wê qet çênebûne. ma nikarin bigihîjin înternetê? kar û barên xwe bi kurdî nakin? niha divîyabû di her beşê de wekî kanalên hunergeha welat ders bidana me. lê naxuyin. em gelekî hewceyî wan in. Hêvî dikim êdî zêde bibin.



30.11.2021 12:43 | pênûsa westiyayî

6. Pirsa ku bersiva wê encax weha be: ji ber ku ciwan an xwendekarên rojava weke sempatîzanên partiyê tên perwerdekirin. Ne wek kesên difikire û têdigihije.

Bi rastî ev 2 sale bê navber rewşa rojava dişopînim. Hem ji warê leşkerî, aborî, siyasî, pîşeyî û hem ji warê perwerde û zanîngehan dişopînim. Lê belê dibînim ku roj bi roj ji wê rewşa ku min xeyal dikir dûr dikeve.

Li rojava kar û barên xwendekaran ewe ku rojên pkk û apo bibîr bênin. Wêneyên wî li derûdora daliqînin. Beşdarî mitîngan bibin. Bibin endamê tevgera ciwanên şoreşger. Yanê bi vî awayî xwendin dibe? Xwendina weha kêrî kê tê? Mamosteyek zanîngehê pitrûkxaneya xwe nîşan da hama bêje nîvî tirkî bûn. Maşele tê bêjî qey tirkî zimanê zanistê ye. Mamosteya serê xwe bi tirkî bişo wê çi bi xwendekarên xwe bike? Herweha dibînim ku qalîte û mamosteyên qalîfîye gelek kêm in. Nav kurdî ne lê gelek materyal, azmûn û ders dîsa bi erebî ne. Yanê ji bo ku bêjin em ne rêveberiya kurda ne û mafê ereba jî diparêzin, dîsa tehde li kurda dikin. Ma tê mafê ereban biparêzî, çima zimanê wan li ser kurda ferz dikî?

Li derû doran û ji emerîka û tirkiyê re dibêjin tu eleqeya me bi pkk re nîne. Lê belê dîsa bi destê xwe di her mitîngê de ala pkk û wêneyê apo dixin destê xelkê. Bi çavdêriya hêzên leşkerî wan di kolanan re derbas dikin.

Li zanîngehan beşên weke jineolojî vekirine, kesek jî nizane bê ka kêrî çi tên. Jina, keça, temenmezinan bê azmûn li vê beşê dicivînin û dîsa propogandaya partiyê dikin.

Herweha înternet jî li her derê rojava zûbizû peyda nabe. Derfetên wan belkî wek yê bakur tune be. Bihîstok û kombersên xwendekaran pir tunebin. Yan lêkolînên xwe li ser înternetê bi erebî dikin. Dibe ku gelek pirsgirêkên teknîkî hebin ku nikarin xwe bigihînin tirşikê an bakur. Herweha em jî nikarin xwe bigihînin wan an platformek wan tune ye ku em beşdar bibin.



30.11.2021 13:29 | tîrêj zana 21

7. Ne navdar e li ba me



30.11.2021 14:30 | cyaxares

8. tîrej zana 21 pirr xweş meselê îzah kiriye.
xwezî bi tenê problema wan ev bûya...

ji vir çend sal berê çend doktor ji bo muayene û tedawîya çend nexweşîyan ji hikûmeta koreya bakur destûr digirin û diherin koreya bakur. bi hezar kesan zêdetir koreyî, ameliyat û tedawî dikin. ji hezar kesan zêdetir bi saya wan doktorên rojavayî baş dibin û êdî çavê wan dibîne.
doktorek dibêje dema ku me çavên nexweşan vekiribû me digot qey werin spasiya me bikin lê me hew dît hemû yeko yeko çûn li ber fotografên kim jong-unî, serê xwe tewandin û minet, hemd û sena û spasiya xwe li kîm jongî kirin, gotin spas serokê me yê nemir bi saya te em êdî karin bibînin.

hevalno ev ne çîrok e ha hûnê bêjin qey min pasajeke ji romana 1984ê ji we re nivîsand û li dewsa bîg brotherî min navê kîm jong-unî pê ve kir lê na li înternetê bigerin vîdeoyên vê bûyerê jî hene.

niha em werin li ser pirsê, ha dewleta koreya bakur he dewleta ku pkkê ava kiriye, tu ferqa wan nîn e. em heta êvarê behsa 1984 dikin û dibêjin tirkiyê ber bi 1984ê ve dihere lÊ hîç li qisûrê min nenêrin sîstema ku abdullah ocalan di nava partiyê de ava kiriye sedî sed dişibe 1984ê. tirk di vî warî de hezar car ji pkkyê çêtir. tu hez jê bike an neke ataturk qenebî xwedan prensîb bû, kêf û zewqên wî yên rafîne hebûn, çend ziman dizanibûn, lÊ ev apo?! hama bila di nava milletê de zikê xwe veke û bixwurîne.

neyse min ji hêrs û kerban dîsa meseleyê şolî kir. sîstem û dewlet û pergala ku pkk, bi îdeolojîya bêhnpÊketî ya ocalanî ava bike, dê hezar car ji koreya bakur xiraptir be, koreya bakur qenebî çekên wê yên nukleer û kimyewî hene, li rojavayê xeynî darên zeytûnan ti qizzulqurtekê nîn e mixabin. ez kengî li wan temaşe bikim, serok apo, bilind apo nizanim çi apo, apo were jêr, here jor, here li wir of of!

ger dewleta te ne di afrîqayê de be û tu hew ji êşîrekî pêk neyî, ne mimkun e bi vê paradigmayê dewletek bi rê ve bibî, îroj rojava bi xêra alîkariyên dewletên rojavayî li ser pîya ye lê ger konjoktur biguhere nikarin du saetan li wir li ber xwe bidin. meriv ciwanên xwe perwerde neke, wan fêrî kimya, fîzîk, bîyolojî û hezar dîsîplînên dî Ên zanîstiyê neke, meriv endezyar, mamoste û doktoran negêhîne, ciyê wî milletî di pêşerojê de tune ye. bi mantiqa sedsala 13an dewlet nayê birêvebirin. nizanim li ku zanîngeh vekirine lê tê bêjî qey yekane û tekana armanç ezberkirina navê ocalan e .

îjar tirşik li kû rojava li kû



01.12.2021 10:10 | ferhenga şikestî

9. Navê mijarê ya ewil ev bû: ciwanên rojavayî çima tevlî tirşikê nabin
min di navê mijarê yê ewil de tu kêmanî nedît.



01.12.2021 23:41 | giyanstêr

10. Gotinek li cem me heye ku dibêjin:
Heta tu bikeve li pey kerê berdayî/revîyayî va kerê girêdayî heye...
Hevalno nihaka hûn dev ji Rojava berdin ên li dor xwe mêzênin û bipirsin " gelo çima kurdên bakurî xwe li tirşikê nakin xwedî pêşî vê safî bikin pişt re jî bela xwe li yên din bixin...



02.12.2021 08:42 ~17:12 | pîroz

11. Vê taliyê hîn bûm ku, wextê xwe li ser facebook û tiktokê dibuhurînin.



05.03.2022 02:11 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» ciwanên kurd ên ehmeq
» rojavayî
» çima keçik dikarin destên hevdû bigirin û bigerin lê lawik nikarin
» tevizandin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî