Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 15 peyam
    hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan - tirşik
    hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan

    Navê mijarê ya ewil ev bû:hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022an
    (9) (1) (1)
    di mijarê de bigere

    1. berî herî tiştî û bawerim daxwaza her kesî ev e;
    -(bnr: li cîhanê xelasbûna korona)

    duyemîn;
    -jiyaneke xweş ku bê kul û derd *



    01.12.2021 13:14 ~13:15 | merwano

    2. yekemîn; bi serê xwe derketina malekî din an jî guhirîna welat
    duyemîn; bûyîna xwastina yekemîn



    01.12.2021 20:37 | doesntmatter

    3. dîtina zefhtir berf.
    û heger zefh nebe daxwazekê din jî heye*:
    ji wê re lîstina berfê



    01.12.2021 23:12 ~23:13 | heval.js

    4. Kerkûk û efrîn...



    02.12.2021 08:10 | cinorek

    5. 1-Bi awayek serkeftî ji xwendina xwe derbasbûn
    2-Çareslbûnê pirsgirêkên aborî
    3-Çûyîna staja derwelêt/welatên Ewropî
    4-Pêşxistina zimên
    5-Qencî, xweşî, zanebûn û pere(:

    Sersala hemû tirşikvanan û tirşikhezan pîroz dikim hêvî dikim ev sala ku bê ji were bibe wek baqê gula û hin her xweşî û rehetîyê de bin((:



    02.12.2021 08:39 | pîroz

    6. avaKirina edaletê li dinyayê ji aliyê Xwedê ve.

    Dewletên ku ji nîştecihên xwe re xain in û bêrehm in, çend Tofanên nedîtî li pey hev bibînin, taa ku wek mezlûmên xwe bin, taa ku bikevin qirikên hev û bifelişin! Êdî Xwedê wan nehêle, êdî rehma xwe ji wan kêm bike! Bi vî awî, sala 2022 bi ser seran û ser çavan bê! Amîn.



    02.12.2021 19:16 | mirovekirind

    7. 110 net



    02.12.2021 19:19 | xemakê

    8. Bi xwedê gelek in , Xwedê bike hemû pêk were. salek bi xêr û bêr bi dilê me ye .



    02.12.2021 21:10 | navîgiranmezelîwêran

    9. 1- xelasbûna ji nexweşxaneya selahaddîn eyyubî ya dewletê
    2- opel însîgnîa (pirr zor e, saleke berê bi qasî 240 hezar bû aniha bûye 500-600
    3- xwendina lîsansa bilind
    4- destpêkirina qûrsa zimanê îngîlîzî (di sedî de 90 ezê dest pê bikim)
    5- xwudê bêje keçikeke zarşêrîn, mîna birê xwe*
    6-dîtina jitextketina hikûmetê.

    not: deh sal berê xeyal, armanç û hedefên min cuda bûn lê mirov her ku diçe realîst û rasyonel dibe loma tiştê ku ezê nikaribim bikim an bi dest bixim; plan, proje û tevdîra wê ji xwe re nakim xem.



    07.12.2021 13:16 ~13:17 | ferhenga şikestî

    10. Wa çend sal e çi tehm jê dinyayê nastînim. hema vî sala pêşiya me tehm jê bistînim bes e.



    07.12.2021 15:44 | pênûsa westiyayî

    11. difikirim, lê di min de tu hêvî tune ye. tê bêjî qey mîrzayê biçûk im.*



    07.12.2021 18:18 | biruya hayao miyazaki

    12. hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan/138108 ez jî ji bo vê peyamê heneka heval.js bikim : eger tu bêhnê jî nastînî biçe testa koronayê bike *



    07.12.2021 18:50 | xabûrî

    13. ez dixwazim hemû bi tirşikvanan hev aş bim.

    (bnr: jehrano)'nt



    31.12.2021 22:51 | heval.js

    14. hêviyên nivîskarên tirşikê ên ji sala çûnê ên Xwedê bicih neanî nîşan dide (sala du hezar û bîst û reş). Îsal, xwedê mezin e.

    Bo min, di zûtirîn demê de derxistina ferhenga rastnivîsînê ye, ji aliyê weqfa mezopotamyayê ve.

    (bnr: tirşikvan çi dixwazin)



    13.04.2022 14:05 ~2022.04.14 14:14 | mirovekirind

    15. jiyanek ji dûrê malê û erzan bûna tiştan. êdî nikarin xwarinek bixwin.



    15.04.2022 01:12 | pênûsa westiyayî

    16. Tûrikek pere besê min e

    (bnr: seyê peran.net)



    30.06.2022 23:31 | evcebarê pirê

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (yên din..)
    Şoreş mehmûdî [1]
    Stranbêjekî Kurd e ku van roja heyranê strana wî ya bi navê (vbnr: sêl...
    pêkenokên beredayî [2]
    Keçikek bona xwendina zankoyê çûye diyarbekîrê lê belê di rojên ewil y...
    wattpad [1]
    pêşbaziya the wattys dest pê kir û bo berhema yekemîn diyarî 5...
    seyidxan sevinç [2]
    cover-a wî ya sînemê +18 e, bêhna testesteronekê giran...
    fikrên orîjînal [2]
    Fikrên/pêşniyariyên li hemberî asîmîlasyonê ne. Mînakek hat bîra mi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hêviyên ji sala 2016an
    » nivîskarên ku bi devoka xwe di tirşikê de dinivîsin
    » tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
    » sala 2017an

    Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan tirsik jiyan tirsik jiyan kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî