1. Hejmara dêran li parêzgehên bakur weha ye: |
|
04.12.2021 01:26 |
tîrêj zana 21
![]() |
2. hejmarên ku ji min re bi mantiq hatine ne. lê problemekî heye, çi qasî evan hilweşandî ne? ji ber ku tenê li ser kelheya wanê jî 4-5 dêr tên ditîn lê hilweşandî ne. |
|
04.12.2021 01:53 |
heval.js
![]() |
3. meriv dikare bi van îstatîstîkan di derheqê hejmara xaçperastan de krîtîkan bike. |
|
07.12.2021 13:26 |
ferhenga şikestî
![]() |
4. berîya vê sed, sed û bîst salan li bakurê Kurdistanê rêjeya ermenî û kurdan hema bibêje wekî hev bûn. yanî çiqas nimêjgeh hebûya ewqas jî dêr hebû. cihê ku lê me jî cihek biçûk e û sed sal berê ermenî jî kurdan zehftir bûn. û gelek dêr hebûn. lê taxa me berdin li bajarê ku dijîm de dêrek jî tuneye. hem ermenî nehiştin hem jî dewlemendîyên wan. qira wan rakirin. her wiha yê dêran jî. tiştek gelek balkêş heye, çima destên xwe nedan suryanîyên Mêrdînî. an jî wisa bibêjim çima bi temamî wan ji van axan dernexistin? |
|
07.12.2021 15:51 |
pênûsa westiyayî
![]() |
5. Ti problemeke suryanîyan bi dewletê re tune bû. Lê problema dewletê bi cihû û ermenîyan re hebû. |
|
07.12.2021 18:21 ~18:23 |
ferhenga şikestî
![]() |
6. Gelek in her wiha ev nayê wê wateyê ku her li kîjan derê dêreke hebe ew der bi temamî ji miletên wek ermenî, suryan û hwd. Pêk tê çimkî kurdên nemisilman û neêzidî jî hebûn û girêdayî van dêran bûn. Hin bi dêra suryaniyan ve, hinek jî bi dêra Ermeniyan ve girêdayî bûn, dema şerê cîhanê yê yekemîn da ew kurdên mesîhî jî bûne armanca Osmaniyan, niha jî wekî ku ne kurd bin têne hesibandin. Wan deman dînên kurd bawermendên wan gelektir bûn, niha hema Mislimanî û Êzîdîtî û çend komên dîtir mane. Axirê berê kurdên Xiristiyan jî gelek bûn niha kêm mane û ew dêr mîrad in ji bo her Kurdistanîyekê divê werin çakkrin. |
|
Îro 07:07 |
bayê xerbî
![]() |
![]() |
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
![]() |
qonaxa cemîlpaşa [1] |
![]() |
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
![]() |
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
![]() |
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |