Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
zombî - tirşik
zombî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi kurdî û kurmancî di berdêla vê peyvê de mirov dikare peyva şeytanqûnîyê bikar bîne.. zombî li gorÎ sîstema baweriyên ruhanî yên wekê voodoo, afro-caribbean û creoleê yên li afrîqayê ji bo mirovên nemir tê gotin.. ev zeombiyên he bi alÎkariya hekîmiya şamanîstîk û hêzên derasayî û derxwezayî piştî mirinê dkarin ji nû ve hey bibin û li jiyanê vegerin.. di fÎlmên tirsê yên holywoodê de ev wek hêma û argûmant û karaktereke tirsê gelekî tên bikaranîn.. li welatên afrîqayên yên wek haitiyê di nav xelkê de baweriya bi zombiyan gelekî xurt e..

min di belgefîlmekî de seyr kiribû zanayên baweriya voodooyê ku di nav xelkê de jê re mambo tê gotin, kesên hatîn hilbijartin -niha şert û krîterên vê hilbijartinê baş nayêne bîra min- di odeyekî di nav tabûtekî de ta çend rojan tî û birçî dihêlin heta ku dimire anku ji hiş dikeve paşê diçin ji term û cendekê wî/wê diderînin û tozekî lê direşînin û duayan lê dixwînin eger bi ser xwe ve were û biçek ruhê şirîn b ser de were berdan êdî ew jî wek mamboyekî tê qebûlkirin û hurmetdîtin..



10.10.2013 01:39 | endazer

2. yek ji klîşeyên fîlmên tirsê ye ku çi bikim jî nikarim jê bawer bikim û jê bitirsim.

ji ber ku mantiqa wan, pardon bêmantiqiya wan nikarim nebînim.



niha ev pepûkên hanê li gor piraniya fîlman, (miriyên şiyarbûyî bin jî, mirovên bin bindora vîrûsek de bin jî), bi gule û lêdana bi daran nayên kuştin. tenê dema serê wan were jêkirin an jî parçekirin, dimirin. çima? ji ber ku navenda sîstema rihekan, mejî ye. temaam. nexwe mantiqa wan vê zombiyan ne weke tiştekî efsûnê lê belê di nav sînorên zanistê de, dihesibînin. lê belê ne wisa ye jî:



- mirov biaqil be jî, bûbe zombî jî, ger zagonên zanistê derbasdar be, dema lingê mirov bişike, taybetî jî dema movikên mirovan bişike, ne zombî lê şeytan be jî nikare bimeşe. hele hele, bezîn û bazdan ne pêkan e. ji ber ku laşê mirovan de jî mekanîk heye û li gorî zagonên mekanîkê mirov dikare tevgerê bike. yanê ger movikên we neşixule meşîn û bezîn ne-pê-ka-ne.



- ev pepûkên hanê, ji zikên xwe fîlan darbeyan distînin û zikên wan difelişin lê dîsa jî namirin. çawa? ku ev zombî jî weke mirovan ne ji xwarinê enerjiyê bistînin, nexwe çavkaniya enerjiya wan çi ye? divê tu vê vebêjî ku em bawer bikin û ew dikarin birçî/bê zik/bê ûr û rovî dikarin bijî.

dîsa, li gorî mantiqa van fîlman xwînîbûn jî ji bo wan ne xem e. nexwe ger sîstema gera xwînê jî tune be nexwe pêwist e her organ, enerjiya xwe ew bixwe biafirîne. lê çawa? kanî vegotina we tabî tune.



- zombî dikarin bi dest û lingên xwe û bi taybetî bi serê xwe camên stûr bişkînin û tu tişt jî bi wan nayê. lê tu dera fîlman de nayê gotin ku ev nexweşî/vîrûs an jî çi gû be, çawa ku digihe mirov hemû raçînkên wî/wê weke hêsinek qewî dike. ger ne wisa be dema zombiyek serê xwe li derekê bide, lazim e cî da ji ber xwînîbûna mejiyê qûna xwe berhewa bike.



welhasil ji serê heta binî bêmantiq e. ma pêwist e ku bi mantiq be? erê pêwist e. ger tu li şûna xeyaletan zombiyan hilbijêrî û bi vê hilbijartina xwe îddîa bikî û bawer bikî ku te fîlmek xeyalî-zanistî çêkiriye û ne fîlmek der-mantiq e; pêwist e tu bersiv bidî van pirsan.



(bnr: pir aciz im tirşik)



18.10.2013 00:00 | simurg56

3. li gorî gotinan li haitiyê bi saya efsûnên şeytanî yên sêrbazan ve gelek caran ji bo şuxlên bêperetî (yanî wekî kole û êsiran) bi taybetî kesin gunehkar bi ayînên voodooyê tê candarkirin lê ev candarkirin tenê bo bedenê ye ne bo ruh e, ji ber ku ruh bi mirinê dev ji bedena xwe ya mirî ber dide û diçe û ku ruh lê namîne, kesên ji mezelê hatiye rakirin dibin zombî û emrên xwediyên xwe tînin cî û heta ku hêza efsûnê xera bibe. (bi mirina xwedî jî xera nabe, divê li bendê bin hata efsûn xira bibe.)

(bnr: xwedê hefsa meriv bike)



01.10.2018 13:20 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zombî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî