Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
di nav zarokan de zêdebûna bikaranîna telefonê - tirşik
di nav zarokan de zêdebûna bikaranîna telefonê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi pêşveçûna teknolojiyê êdî di her malekê de herî kêm teqez telefoneke jîr heye. Vêce ji ber bê berpirsyariya dê û bavan kengî dîtin ku zarokên wan girîn telefonê didin dest wan. Niha 4 xwarzêkê min in, ji bilî yê herî biçûk yên din rojê herî kêm 2-3 seatên wan bi telefona, bi tabletan derbas dibe. Ya herî biçûk kengî bavê wê ji kar tê telefon bavê xwe zep dike û heya ku bavê wê nexwaze pê re ye. Ji youtube çi qasî vîdeoyên beredayî yê zaroka hebin *li wan temaşe dike. Ji xeynî wê jî di nava rojê de ya diya wê pê re ye. Her çi qasî ez dibêjime xwişka xwe dîsa jî di serî de zarok wisa hînbûnê êdî nikarin wan qaneh jî bikin.

çêkirina zarokan hêsan e, lê mezinkirina wan ew qasî ne hêsan e...



14.12.2021 15:50 ~15:51 | merwano

2. Zarokên vê demê gelemperî bi vî rengî tên şa kirin lê em nikarin bêjin sedî sed siûncê dê û bav e. Rewşa dinyayê ewqas xirab e ku mero nikari zarên xwe wek berê berde kolanan ku ji xwe re heta êvarî bilîzin û enerjî ya xwe bavêjin. Lê vê çaxê, ji mecbûrî ne ji dil, xwe davêjin bextê tablet û kelûpelên teknolojîk ku sebra zarokan pê were û xênî neyînin xwarê.
Lê ji ber ku ev zarok ji hêla fizîkî gelekî bê çalak dimînin laşên wan sist dibe, masûlkê wan qels dibe û rêya obezîtê û nexweşîya şekir ji temenê piçûk ve xwe dide xuyanî.



15.12.2021 00:16 ~00:40 | pîroz

3. cara ewil (bnr: zeitgeist)

bi tirkî biwêjek heye jinberdan rehet e bo ezeban bi kurdî jî em dibêjin kesê ne li govendê xweş reqqas e

her çi dibe bila bibe, kengî dibînim yekî an jî yekê şîret û pendan li min dike; wilo li kurê xwe mêyzene, niza wisa neke, bila vêya mexwe bila wisa rakeve...hwd giş yan ezeb in yan jî zarokekî wî/ê tune ye. bi kurtasî yan ne li govendê ye yan ne reqqesekî serkeftî ye.

wê rojê em li qehwexanê bûn, hevalekî min î mamoste heye, mamosteyê perwerdeya taybet e, tabê hê nû dest bi kar kiriye. min dît ji min re got zarokê xwe çawa mezin dikî? niza wisa dikî? niza wilo meke, weha meke falan û bêvan.
tabê em samimî ne. min got de siktir be biteqize! çûye du sal zanko xwendiye hatiye li serê min bûye pispor pedagog!
mesele jî ev bû; yav min got kurê min hej ji peyvan û herfan dike û dipirse, em jî bersiv didin loma fêr bûye. got fêr neke, bila li dibistanê hîn be, bi du-sê zimanî bila mezin nebe falan bêvan. tabê hevalno zarokên vê serdemê giş wisa ne ez nabêjim kurê min pirr biaqil e, pakêta standart a zarokên vÊ heyamê wisa ne. ne mîna nifşa me ne. hemî mobîlîze ne...

divÊ meriv ji rihê zemÊn fêm bike. xwudê rehma xwe lÊ bike bavê min 50 sal ji min mezintir bû. dema em li qersê bûn serê sibehê diçû kar, çaxa ew diçû kar min baz dida derve. xar, qaq, bazdan, ajotina duçerxê... hwd gelek aktîvîteyên me hebûn lê îmana bavê min ji lîstokên min diçû. dema bidîta ku ez li derve, li kolanê dileyizim, pirr hêrs dibû, ez rev û rev jÊ direviyam diçûm malê. hettta hîç ji bîra min naçe, dema li kolanê me bi gogê dileyist, danê êvarî dibû min ji deh deqqeyan carekê li serê kolana ku rêya vegera bavê min ya ji karî lêbû dinêriya, seh dikir. dema min didît ku wa hêdî hêdî dimeşe tê, hama min xêtir dixwest û baz dida malê, bo ku nebîne ez li derve me.
min bo çi qal kir? ger tu ji bavê min ê rehmetî bipirsî ez ne ewladekî baş bûme,lo gorî wî divêyabû pê re şiyar bûma û pê re her ser sibehê biçûyama kar û bi wî re danê êvarî dîsa vegeriyama malê. çimkî ew wilo mezin bûbû. di şeş saliya xwe de çûbû dikana bavê xwe û dest bi xebatê kiribû. ji bo wî maneya leyîstika li kolanan, dejenerasyon bû, şûmîtî bû, harbûn bû, zarok divê wisa mezin nebûna, leyistik bazdan top falan û bêvan giş qedirnezanî û ehmeqî bûn...

meselaya tablet, pc, telefon falan û bêvan jî; nifşa beriya me dixwest em bixebitin lê em dixwazin zarokên me bileyizin, dema telefon digirin destê xwe em dîn dibin. bi taybetî jî kesên ku neketine li bin barê vî derdî, nizanin esl û fesla vê meselê çi ye û çawa tê çareserkirin.
tabî li vê derê bo min problema ku divê bête çareserkirin nîye. zarok in û dê helbet mezin bin. aniha hemî zarok wisa ne kêm zêde.
ez diçim malê pê re dileyizim lê di rojê de saetek an du saet bi telefonê dileyize, youtubê temaşe dike. feqet ne sûcê wî ye. bavê wî jî, diya wî jî di rojê de kêmtir du sê saet bi telefonê re mijûl in. ma kî ji we di rojê de kêmtir du saet van telefonên mezin bi kar nayêne? mezin bixwe nikarin xwe, îcar zarokên ku tam di orta nava vê teknolojiyê de çavê xwe vekirine dinyayê, çawa destê xwe jê biqerin?
îcar gotineke klîşe peyda bûye çêkirina zarokan hêsan e, lê mezinkirina wan ew qasî ne hêsan e... na lo!?
her kes dizane mezinkirin ne hêsan e lê di dinyê de 8 mîlyar însan hene û va giş mezin dibin zêde serê xwe pê mezin nekin. hindek ciwan jî wek îdeolojîk li vê meselê dinêrin; eger zarokê min hebe ezê wisa mezin bikim, nizanim wilo lê bikim bla bla bla... hîç wilo nabe. ev însan e ne robot e. bi muhasebekirinê mezin nabe. ne proje ye
ya mûhîm ew e; bi qasî ku ji destê te tê divê tu lê binêrî, cil, xwarin û vexwarinên wê/î kêm nekî, jê hez bikî û têkiliyeke baş pê re deynî, rêz li ber bigirî, qedrê wî zanibî, daku ew jî bixwebawer be, perwerde bikî lê kindireke teng li stûyê wî negerînî û xelas! zarok jixwe mezin dibin. telefon pc falan û bêvan tev çîrok in, rihê zemanê me wisa ye divê qebul bikî. zarok piştî wextekî jixwe dê eciz be.

not:ez nabêjim ji kar bên, telefon bidin destan û eleqedar nebin. ez dibêjim rihê zemên wilo ye, bila telefon jî bigire destê xwe, lingê wî li gogê jî bikeve, li pişta we jî siwar be.

wek nota dawî: zarokên xwe hez bikin, nekin minetdarê xwe, wan negot em bînin dinyayê, we ew anîn dinyayê, we dinyaya xwe bi hebûna wan rengîntir kir, divê hûn ji wan re minetdar bin.



15.12.2021 09:33 ~09:42 | ferhenga şikestî

4. Dema mirov hîya wan kir êdî ji xilasî gelek dijwar e. Ji demekê paş, dora çevê wan hişîn û reş dibi û xwe ji xwerinê dikin, vêca qels bûn û jikarketin dest pê dike. Ya min bi hûn qet çênakin lê go hûn çêken jî qene hajê mînin kambaxê!

(bnr: ji dê û bavên nû re şîretên xêrê)



01.07.2022 22:26 | evcebarê pirê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» navê wê dûvê wê
» zarokanîn
» zêdebûna nivîskaran kêmbûna nivîsan
» bikaranîna kî û kê
» telefonên samsungê

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili perwerdehi zarok teknoloji jiyan tekili perwerdehi zarok teknoloji jiyan tekili perwerdehi zarok teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî