Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pêxember mûsa - tirşik
pêxember mûsa
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêxembereke ku 1400 pêşîya mîladê hatîye dinyayê, li misirê dayik bûye, bi zimanê cihûya moşe, bi îngîlîzî moses, bi kurdî mûsa tê gotin.
pirtûka pîroza tevrat wî pêxemberêra hatîye berjêr kirin (berjêrkirin ??? :d)
cihû wî pêxemberê wek rêber û Serokê xwe dibînin, wek Yakup, silêman û davûd pêxemberê.
gotin ev e ku fîravûn(Serok)ê misirê dest pê kûştin û qetla zarokên cihûya dike, dîya mûsa pêxember wî vedişêre û wî xelas dike.
mûsa pêxember mezin dibe tê gelê xwe hildide dibêje "mehe tehma Van deran nemaye emê herin nisebîna rengîn" û behrasorê ortê da dixe du cîha, behrê derbas dibe û gelê xwe xelas dike
çend alî da dişibe jîyana kawayê hesinkar ihimm

xêncî Van gotinan bala min kişandîye ku gelê kurd bi taybetî jîyan û cîrokê wî pêxemberê rind zanin, sedem çîye nizam lê bawerim ezê Van cîrokan rojek binivîsim



22.12.2021 22:58 | doesntmatter

2. Peyamber an pêxembereke ku ji qewmê cihûyan re hatiye şandin. Di quranê de herî pir navê wî derbas dibe. Di sûreta bakara de gelek caran behsa wî tê kirin.

Xwudê giravî tê gotin fîrewnê misrê an go keyê misrê di xewna xwe de dibîne ku zarokek cihûyan çê bibe û keyitiya wî bi serê wî de xera dike. Ji loma fîrewn -an ramsesê niza çenda 1 bû 2 bû nayê bîra min- leşkerên xwe dişîne li ser cihûyan û çiqas zarokên lawik yên nû bûyî û pîrekên ducanî hebin teva di şûr re derbas dikin. Lê wê demê ciya mûsa wî dixe nav kelekekê û bere nav çemê nîlê dide dide. Ew kelek diçe ba qesra fîrewn. Jina fîrewnî mûsa dibîne û wî ji xwe re dibe qesrê û wî xwedî dike. ( erê erê eynê weke wî fîlmê cino yê ku di dema bîzansiyan de kişandibû) mûsa her diçe digihije û mezin dibe. Ta ku dibe xortek qerase. Lê rojek mûsa dibîne yekî cihû û yekî qibtî ( niştecihên misrê) şer dikin. Dibîne ku yê qibtî zora yê cihû dibe. Mûsa jî bê ka bi qeweta xwe nizane ( dibêjin bi tena serê xwe kevirekî ku çar zilama nikaribû rakira wî radikir) an ji ber tiştek din e, dema wan ji hev vediqetîne, sîleyek diavêje yê qibtî û zilam li wir dimre. Ê rebenê mûsa ka çi bike? Go ezê xêrekê bikim bû kujer û qesas. Hêj wê demê pêxemberî jê re berbijêr( li jor weha gotine*) nebûye. Temamê leşker û polêsên fîrewn li mûsa digerin. Çiqas rê ji teps û jê dertên herkê firqeyek leşker kutane berê. Mûsayê min û te ji bajêr direve û berê xwe dide bajarê medyenê. Li wê derê rastî her du keçên şûayb pêxember tê ku li ser bîrê di dora avê de ne. Li ser devê bîrê bergek 250 kîlo heye. Mûsa bi tena serê xwe wî kevirî dide alî û avê ji wan re derdixe. Paşê bi wan keçan re diçe cem bavê wan û li beramberî yek ji wan keçan re bizewice 7 salan ji şûayb pêxember re şivantiyê dike.

Werhasilî kelam, ez ji we re behsa wan 7 salan nekim. Piştî wan salên şivantiyê li çiyayê tûrê xwudê bêyî wasîteya cibraîl têkilî bi mûsa re datîne û pê re diaxive. Erka pêxembertiyê dide mûsa. Tê gotin mûsa hinek lal bûye. Ji loma birayê wî harûn jî pêrekar bûye. Yanî hama bêjin harûn jî pêxember e. Xwudê emrî mûsa dike ku here qesra fîrewn û wî hişyar bike û bila ji xwudê re ûbûdiyetê bike. Berî wê jî xwudê çend mûcîzeyan dide mûsa. Dibêje "wa mûsa! Şika wî asayê destê xwe biavêje" dema mûsa gopalê destê xwe diavêje, dibîne ku gopal dibe mar an ejderhayek mazin. Dema mûsa destê xwe datîne ser pişta wî dîsa dibe gopalê berê. Paşê xwudê dibêje " wa mûsa: şika destê xwe bixe bin çengê xwe" dema mûsa weha dike, dibîne ku destê wî ronahiyê dide wekî heyvê. Belê piştî ewqas mûcîze mûsa û birayê wî harûn rast berê xwe didin qesra fîrewn.

... ez betilîm law çi dirêj e.....


Mûsa tê ber hizûra fîrewn. Jê re behsa xwe dike û wî vedixwîne ser dînê xwedê. Lê fîrewnê ku ji xwe digot ez xweda me henekê xwe pê dike. Lê paşê gazî fêlbaz û sêhrbazên xwe dike. Sêhrbazên wî gopalê xwe diavêjin û gopalê wan dibe marek. Mûsa jî gopalê xwe diavêje û yê wî dibe marê anakonda. Wan hemû marê din dixwe. Paşê mûsa destê xwe di bin çengê xwe de germ dike û destê wî vê dikeve. Lê bi van mûcîzeyan jî fîrewn nayê ser. Ji loma mûsa jî hewl dide qewmê xwe cihuyan ji misrê birevîne. Şevekê mûsa hemû qewmê xwe dide ser hev û ji misrê direvin. Belê direvin û fîrewn û leşkerên wî hayella didin ser pişta wan. Ê van cihuyan birevin kesekî ji fîrewn re xulamtî û bendetiyê bike namîne. Loma jî li hesabê wî nayê. Erê werhasil dema mûsa digihêje peravê behra sor û disekine. Fîrewn jî bi artêşa xwe li pey wan e û bi ser wan de digihê. Mûsayê min û te asayê xwe bilind dike û li wê xopana behrê dixe. Wê bi cîh de dike du şeqa ( di hin deran de dibêjin 12 şeq. Ji bela ku cihû 12 eşîr bûne) belê mûsa û cihûyên pêre li behrê dixin û derbas dibin. Gava fîrewn û leşkerên wî jî didin ser pişta wan, çawa ku mûsa derbasî wî aliyê behrê dibe, dîsa behr tê hev û fîrewn digel artêşa xwe tê de dixeniqe, difetise. Piştre mûsa qewmê xwe dibe cihê ku xwudê emr kiriye. Di çolê de wenda dibin, xwudê deh emr dişîne, cihû xayintiyê filan dikin, tewrat jê re tê berjêr kirin.... mesele dirêj e. Tiştên min behs kir xulase an kurtasiya vê meseleyê ye. Min ji ser de got. Dema min vê meseleyê weke ders bi erebî distend du meh û nîv didomiya.



23.12.2021 01:38 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêxember mûsa
» mûsa anter

Kategoriyên mijarê:: mitoloji oldin mitoloji oldin mitoloji oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî