Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
kubarkirina kurdiyê - tirşik
kubarkirina kurdiyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:kubarkirina kurdî
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ne tenê nexweşîyan hunermendên jin ên Bakûrî û vê nifşê ye. Dibihîzim gelek zilamên Kurd û hinik hunermendên zilam jî bi vî rengî dipeyivin û disitirin. Zayenda wî kesî çi be hama gava Kurmancî dike pêlîstok jê gelekî diqeherim. Zimanê me jixwe têra xwe bedew û nazik e û fonetîk e. Ma çi hewcê ye ku hûn wilo ji tamê derdixin?
Nîşe:
Lê Xwedêjiwerazî ji peyamên we zayendperestî difûre. Hepkî baldarî! Li bin mijara Kubarkirinê hûn tên dev davêjin boyax û dermanê jinikan.



25.12.2021 01:15 ~01:27 | pîroz

2. (bnr: qeşmerîkirina kurdiyê)

Tevgereke di bin bandora nêrîna tirkan ya li ser zimên de maye. Di dema destpêka avakirina cûmhîriyeta tirkiyê de misto kemal û pêgirtiyên wî xwestin zimanê tirkî vejîn bikin heşîn bikin an ji nû ve zimanek biafirînin. Pêşî alfabeya xwe qulibandin ya latînî. Ew weha difikirîn ku çiqas tîpên ji qirikê derdikevin kêm bin ewqas ziman "kubar" dibe. ( ev fikr hê jî di nava tirkan de û di nav tirkmancan de berbelav e) ji loma tîpên ji qirikê derdikevin ji alfabeya xwe derxistin û peyvan li gor vê hişmendiyê afirandin.


Vêca em werin ser kubarbûna ziman: zimanê erebî ku bi serdema îslamê ve li 3 parzemînan belav bû û bi sedan salan weke zimanê huner, helbest, zanist û çandê hate bikar anîn. Û niha jî zimanê zikmakî yê bêhtir ji 200 milyon kesan e ku li 24 dewletên ereban zimanê fermî ye. Lê belê weke tê zanîn erebî ji gelek tîpên hişk û ji qirikê derdikevin pêk tê. Tîpên hê, xê, eyn, xeyn, qaf tev ji qirikê derdikevin.

Ger em behsa zimanên ewropî bikin ku weke dewletên mûasir têne nasîn, di serî de fransî yê ku bi milyonan axîverê wê heye û almanî û hemû zimanên ewropayê ji bilî îngîlîsî û hinek jî îtalî hemû tîpên ji qirikê derdikevin. Taybet jî zimanê fransî ku weke zimanê wêje û hunerê tê zanîn û emilandin zimaneke gelekî qirikê dixebitîne.


Êê îja ev xopana tirkî ya ku bandora wê nikare ji sînorê dewleta tirkî derkeve li gor kîjan qisas, qistas û pîvanê zimanek kubar û nazenîn e? Van " ûltra kubarên me" li gor çê tîpên qirikê yên kurdî jê diavêjin û heçku kurdî dişibînin tirkî û kubar dikin?

(bnr: kompleksa xwekêmdîtin)



25.12.2021 02:57 ~2021.12.31 11:55 | tîrêj zana 21

3. kesên ku hewl didin zimanê xwe paqij û kubar biaxifin pîrozin. (ne bi xerab kirina fonetîkê)
û bawerim ev hişmendîya tirsikvanan de heye ku kurdî çiqas qirikê da warê axatfin jî bi qîrîn û qajînîyê axaftin xweştir nabe.
yalî din (bnr: heyfa zimanê kurmancî ye ku di devê kurmancan de ye) ne kurmancî lê kurdî



25.12.2021 15:41 | doesntmatter

4. gotina "haltî" li şûna "xaltî" bo xaltîka sosê di rêzefîlma îşevê de pê tê bîra min.



27.12.2021 23:35 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» kubarkirina kurdiyê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî