Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
teleskopa fezayê ya james webbsî - tirşik
teleskopa fezayê ya james webbsî
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Here lînkê

di vê nivîsê de ez ê li ser Teleskopa Fezayê ya James Webb-î (JWST) ku wê şûna Teleskopa Fezayê ya Hubble-ê bigire biaxivim. Lê beriya ku behsa teleskopa James webbê bikim ji bo hûn baştir fêm bikin hinekî behsa Hubble-ê bikim

Teleskopa Hubble bi qasî 570 kîlometroyan ji erdê bilind e. Ew teleskopa fezayê ye ku ji hêla Space Shuttle Discovery ve di dema Mîsyona STS-31-ê de di Nîsana 1990-an de li zivirgeha dinyayê hate bicih kirin. Ew di derbarê pergala Rojê û Galaksiya Kadizê de agahiyên pir giranbiha şand dinyayê. Bi saya wê sed hezaran galaksîyên nû hat dîtin lê wê piştî 30 salan dora xwe bide teleskopa James Webbî û peywira xwe temam bike.

Teleskopa Fezayê ya James Webb xebateke hevkariyeke navneteweyî ya di navbera nasa, Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) û Ajansa Fezayê ya Kanadayê ye. Li gorî NASA, li ser vê teleskopê ji 14 welatan zêdetirî 300 zanîngeh, rêxistin û pargîdanî xebitîne. Li gor gotegotan Temenê Teleskopa Fezayê James Webb bi qasî 5,5 heta 10 salî ye. Dema ku teleskob hat dawiya temenê xwe dê em neçar bin jê xatirek bixwazin û girîngiyê bidin li ser teleskopên nû.

Teleskop navê xwe ji rêveberê kevin ê NASA-yê ji james webbs-î wergirtiye. Armanca vê projeya ku di nîvê salên 1990î de dest pê kiriye, ew bû ku li şûna Teleskopa Fezayê ya Hubble ku ji sala 1990î vir ve li dora dinyayê lêkolîn dike, bigre. Dihat plankirin ku di sala 2007an de xebat bên qedandin, lê ev tarîx her timî dihat pêş ve birin. Her çend dereng be jî Teleskop îsal hat xilas kirin. Piştî 24 sal û bi keda 10.000 kesî ev xebat Rekora projeya herî dirêj a NASAyê û dinyayê şikand.
Here lînkê

Eynika teleskopê ji madeyeke pir taybet a bi navê berilyum hatiye çêkirin. Bi saya vê maddeyê hêzek mezin a berhevkirina ronahiyê dikare were bidestxistin. Sedema rengê zer jî bi rastî bi zêr hatiye nixumandin. Neynika sereke ya bingehîn, bi berilyumê hatiye pêçandin û ji berhevkirina 18 neynikên hejdegen pêk hatiye bi van berhev kirinê çapa teleskopê digihîje 6,5 metreyê. Giraniya wê jî teleskopê 6 ton!

Li gorî NASA, Teleskopa Fezayê James Webbî dê li ser çar mijarên sereke û girîng bisekine: Ronahiya yekem a li gerdûnê, di gerdûna nêz de li hev civîna galaksîyan, çêbûna stêrk, exter û pergalên protoplanetary û koka jiyanê.

NASA demeke dirêj e teleskopa James Webb-î pêş dixe da ku galaksîya me û kûrahiyên gerdûnê bi hûrgulî vekolîne. Ev pêş xistin di sala 1996 de dest pê kiriye û armanc dikin ku teleskopa fezayê ya James webb ji çêbûna exterên biyanî heta dîroka kin a gerdûnî re bersivan bibîne. Ev teleskop ji sala 1996-an vir ve bi domdarî tê pêş xistin, bi domdarî tê ceribandin lê ti carî nehat şandin! Hûn dizanin dê kengê yekem car bihata şandin? Di sala 2007an de.. Paşê hat gotin 2011, 2016, 2018. lê nebû... piştre jî pandemî bû asteng û ev xebat bû şorbe lê wisa dixuye ku wê sibehê ango 25ê kanûnê 2021an bişînin.

Çima her tim dîroka şandinê, pêş ve birin? Ev xebat xebateke wiha ye ku di tiştekî gelek biçûk de keda deh salan û mîlyar dolar dikaribû têk biçe. Ji ser de dema teleskopa fezayê ya Hubble-ê şandibûn fezayê kêşeyek derketibû, teleskopa Hubble-ê wêneyên şolî ji nasa re dişand lê ev kêşe di demeke kin de, hat çareser kirin. NASAyê rabû çend astronotan şand fezayê li zivirgeha Hubble-ê û astronotan di demek kin de teleskopê tamîr kirin û mesele hat çareser kirin. Lê ev yek ji bo teleskopa James Webbî ne pêkan e. Ji ber ku ev teleskop ji teleskopa Hubble-ê 2.500 qat dûrtir e. Ji ber wê dema ku em him li van agahiyan dinêrin û him li agahdariya li ser endezyariya li pişt wê dinêrin, em çêtir têdigihin ku çima her tim dema şandinê hatiye pêş ve birin û ev xebat çima 25 sal berdewam kiriye.

Dema ku teleskop li fezayê di cîhê xwe de rûnê, pêdivî ye ku wekî mîna transformêrsan bixwe ji 50 beşên cihêreng were vekirin û şiklê xwe bigre. Ji bo sazkirina vê sîstemê 140 mekanîzmayên cuda yên vebûnê, 70 rulman, palik, 90 kabloyên 400 metre dirêj hatine bikaranîn. Ev tişt ne yên teleskopê ne, ev tişt ji bo mertala tavê ya teleskopê ku bê kêşe were girtin û vekirin e.

Ev xebatek e pir girîng û serkeftinek endezyariyê ye. Lê ya girîngtir, pêveçûnek mezin a zanistî ye. Ji teqîna mezin heta niha tîra kozmolojîk a demê bi qasî 14 milyar sal bi pêş ve diçe. Wê ev teleskop bihêle ku demên pêşî ya vê tîrê, em ê 100 mîlyon salê pêşîn a pişt teqîna mezin(big bangê) bibînin. Ji bo baştir were fêm kirin vê mînakê bidim. Em bi saya ultrasonê embriyoyan dibînin newsa? Dema em li vê teleskopê jî binêrin em ê embriyo gerdûnê bibînin.

Em ê bi vê teleskopê xwe bigihînin destpêka çîrokeke 14 mîlyar salî. Vê xebatê ne wekî teleskopekî bifikirin, wekî makîneya demê bifikirin. Em ê bi saya wê xwe nas bikin.

Bi hezaran salan, dema mirov bi çavê rût li ezmên dinêrî dikaribû 5000 stêrk tenê bibîne. Bi teleskopa Hubble-ê, çavên me vebûn û me bi sed hezaran galaksî vedît. Lê têr nake ji ber ku em tev hê ne %5ê gerdûnê ne. Em nizanin 95% mayî çi ye. Ew 95% tariya çavê me ye, ev tarî bûn li dora me mîna xeyalekî ye. Û em tenê jê re dibêjin cîhek tarî û hew. Hêvî dikim ku Teleskopa Fezayê ya James Webb-î vê tariyê ronahî bike...

hûn dikarin vê nivîsê bi wêneya ji bloga min bixwînin. Here lînkê



24.12.2021 19:02 | yûsiv

2. Li ser malpera NASA'yê, hûn dikarin bişopînin ka ew niha li ku derê ye, ji sedî çend riya xwe ku ew ê biçe temam kiriye, û leza wê çiye.
Here lînkê



27.12.2021 08:46 | cinorek

3. Teleskopa hatibû bang kirin ku wêneyên kişandî yê bi destê Nasayê sibê saet 17:30 da (gorî saeta tirkiyê) cara yekem were parvekirin. Lê paşê dîsa biryarek hildan û çend wêneyên wê yê îşev saet 00:00 da (gorî saeta tirkiyê) bi destê serokê dya joe biden were parvekirin û wêneyên din jî sibe saeta ku pêşî hatî gotin da were parvekirin, hûn dikarin li vir da bibînin: Here lînkê. Ev wêne, ji bo mirovahî fezayê bêtir fehm bikin gelek giring e. Li pêşerojê ji bo dewiyandina teqîna mezin jî wêneyên vê teleskopê zehf giring e. Heta niha tu kesî stêrk û galaksiyên li van wêneya da nedîtiye, ji xwe ev wêne rewşa navbera 6.000.000.000-13.000.000.000 (teqîna mezin) sal berî niha ê nîşan bide. Hinek stêrkên ku wêneyên wan hatî kişandin, ev nêzî 3.000.000.000 sal in temirîne û niha ew stêrk li fezayê tunne ne. Lê ev wêne hemû, carekî da nayê parvekirin û yê pêşî emê sibê bibînin. Lê ne bi hêviya zelalbûna wek wêneyên teleskopa hubble bin. Ji ber ku james webb teleskobekî enfrarûj (bi îngîlîzî infrared) e û mîna hubble wêneyên zelal naşîne, wêneyên ku gorî rengan tê diyar kirin dişîne. Teleskopa James webb sînyalên wêneyan dişîne û li navenda nasayê ew tên zelal kirin piştre jî parvedikin.



11.07.2022 17:26 ~17:29 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» teleskopa fezayê ya james webbsî
» james lovelock

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza teknoloji zanistifeza teknoloji zanistifeza teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî