Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
keça kemalîst lê kurdînivîs - tirşik
keça kemalîst lê kurdînivîs
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Keçeke duh li twitterê rastî wê hatime. Ya rast ji ber ku hesabeke ku dişopînim bi vê keçikê re ketibû minaqaşeyan û di şîroveyan de gelekî axivîbûn, ew tweet derketin pêşiya min.

Keçikê digot, "kemalîstek im û herwiha kurd im, welatê min tirkiye ye. Ne kurd bê tirkan dibin ne jî tirk bêyî kurdan."

Vêca camêrek xwedîxîret ku bi xwe ra dîtibû bi vê mexlûqatê re ketibû nav guftugoyan û behsa xerabiya kemalîstan dikir. Behsa qedexeya zimên û tehdeya sed salî dikir. Lê vê keçika me ya "nûwaze" îddîa dikir ku çi zext û zordariyek li ser kurd û kurdî tuneye.

Piştî ku min minaqeşeya wan ya bê ser û ber xwend, min çavekî li profîla keçikê gerand. Keçik bi çîtikek kurmancî wêneyek kiribû profîl û li bioyê digel alaya tirkan gotineke misto kemal nivîsîbû. Wexta ku ez hinekî berbijêr de daketim û min tweetên wê berê xwend, li çend hebên kurmancî jî rast hatim. Ji loma min niyet û dil kir bersivek ji tweeta wê re binivîsim. Ji loma ketina wê ya vî halî bi 5 îhtîmal nivîsand. Aha bersiv ev bûn:


"Ka bise texmîn bikim bê te çima weha xwe kiriye şorbeşîr. Li aliyekî ala tirka û hemwelatîtiya wan û li aliyekî nivlsa te ya Kurdî û kurdbûna te.

1-dibe ku tu HDPyiyek "ortax vatancî" bî ku wekî partî dixwaze tevdigerî û bûyî heyranek kemalîstan.

2- dibe ku bi mêrek tirk re yan zewicandiyî yan jî xoşewîstên hev in. Ji loma destê te ji kurmanciya te nabe lê ji bo ku karibî bi tirkekî re bimlnî jî divê tu tirk bî.

3- dibe ku di karekî dewletê de bî û bi çend qirûşê didine te, pê xapiya bî.

4- dibe ku te carek zêde bi karên Kurdî mijûl bûbî û ji behca dev ji Kurdbûnê berda be.

5- ê ma dibe ku tu ehmeqek asayî bî û bi ehmeqiya xwe tevdigerî.

Axir, piştî 45 salan yên vê projeya biratiya gelan derxistin û niha li halê Kurdan binehêrin, wê ew jî bawer nekin."



Lê canikê rabû min asteng kir. Nexwe ji van îhtîmalan yek jê rast bûye ku li zora wê çûye û xwe ji min xef kiriye. De xwedê mezine, hîn emê gelek teqlîdên mirovan bibînin.

bişîne



07.01.2022 00:22 ~00:25 | tîrêj zana 21


3. Bibexşîn, ez ê gotineka Erdogan a bi tirkî bibêjim;
(bnr: hem müslüman hem laik olunmaz).
Heman weke wê gotina, te jî ji keçikê re bigota
This is impossible. Kurdinûsî û kemalistî tew nagihîşin hew. Ew tişt ne gorê tebîetê ye.



07.01.2022 05:09 | cinorek


5. (bnr: înstaya çitirê) *



07.01.2022 22:06 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» keça gunda
» lêf

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî