1. li herêmên din jî wisa ye yan ne wisa ye nizanim lê li qoserê dema mirovek bişemite û bikeve erdî em jê re dibêjin çerixî lê eger tenê bişemite yanî nekeve erdî em dibêjin şemitî. yanî çerixîn=şemitîn+ketin |
|
07.01.2022 00:56 |
keyomerd
|
2. Li ferhengê ji bo çerixînê gotine li dora xwe zîvirîn. Ji bo şemitandinê jî gotine şemitandin. Li bakur rojavayê mêrdîn, her du peyv jî bo şemitandinê tê bikar anîn. Lê birastî ji bo çerixîn li dora xwe zîvirîn bi mentiq e, çikû dibe ji peyva çerqê hatibe ku wek tê zanîn çerq li dora xwe dizîvire. Lê zêde bawerî bi ferhengan nayê. |
|
07.01.2022 20:01 |
tîrêj zana 21
|
3. Li ba me eger kes bikeve jî nekeve jî em şemitî bikar tînin. Peyva çerixînê jî min zêde nebihîstiye lê di binhişê min de jî wek "li dora xwe zivirîn" maye. |
|
08.01.2022 11:07 |
xabûrî
|
tehdîdên kurdî [1] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |
|
fuckîro rebeno [2] |