Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 86 peyam
the book of boba fett - tirşik

"bounty hunter"ê navdartirîn yê galaksîyê, boba fett....
(3 şîrove)
the book of boba fett

Navê mijarê ya ewil ev bû:das buch von boba fett
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pêşîn: moderatorno, min xwest ku mijarê wekê "the book of boba fett" vekim lê sîstem -nizam çima- lê kir elmanî...

+-------+

rêzêfîlma yek ji karakterên navdartirîn ya star warsê yên ku ne "serleheng" in e. yanî rêzefilmê boba fett e. boba fett di rêzeya yekemîn(1977-1983) ya starwarsê de hebû. lê wekê bounty hunter/kelle avcisi'yekî derbas dibû. yanî ji bo pereyê di hemû galaksîyê de mirovan filan nêçîr dikir. darth vader jî jê ji bo nêçîrekî girtîbû(1983). rêzêfîlm bi giştî baş e, min bi 3 bêşan temaşe kir, jixwe ew qas bêş hene(yê çaremîn di 19ê mehê de derkeve). yê yekemîn hinek dramatîk bû, dûyemîn favorîta min e, meseleya tusken raideran(gelê çolan yê tatooinê) xûya dikir. yê sêyemîn li gorî mirovan gelekî xirab e lê min problemekî mezin nedît.



16.01.2022 02:18 | heval.js

2. Lı gorî min George Lucasî vî karekterî dîrekt ji serlehengê serîyên Duneê yê ku kitêba wê Frank Herbertî nivîsîye sûd wergirtîye. Jixwe piranîya fîlmên li ser dinyaya dîstopîk ya pêş ve diçe ji wir digirin. Boba Fett jî bi min mîna karekterê her sê kitêbên yê Duneê Paul Muaddîb e. Xelqê esîl yê gerstêrka Tatooinê ji zilmê xelas dike. Paul Muaddîb jî gerstêrka Duneê ji zilma Harkonnen xilas dike. Ecêb e ku her kes cîhana Star Warsê dizane lê ya Duneê nizane.



17.01.2022 00:50 | saqîsiwarîyo

3. zincîreya ku min îro di řojekê de xelas kir. wekî ku min ji bo the mandalorianê gotibû dişêm ji veya ře jî bibêjim ku ji fîlmên star warsê xweştir bû. zincîre bi zemanê the mandalorianê paralel diçe. terza stranan jî wek hev e, jixwe heman kesî beste kirîye.

çawa di dawîya beşa çaremîn de strana the mandalorianê lê ket min got va ê mandalorian bê. di beşa pêncemîn de hat û ev beşe kir favorîya min. herweha beşa derbarê tusken'an jî gelek xweş bû. kotaya werzê jî xweş bû. tew dawîn dîmena wê ya bi groguyî nuwaze bû :D lê bi rastî min dixwast grogu li ba lukeî bimîne û bibe jedi. herçi yanî bi kurtasî û dawînî: the mandalorian>the book of boba fett>star wars



16.02.2022 19:24 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» the matrix
» book
» fettah tamince

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî