Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
li ser medyaya sosyal nîşaneyên kurdbûnê - tirşik
li ser medyaya sosyal nîşaneyên kurdbûnê

Navê mijarê ya ewil ev bû:li ser medya sosyalê nîşaneyên kurdbûnê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tevger an kiryarên ku ji hêla bikarhênerên wan ve weke nîşaneyên kurdbûnê têne servîskirin. çi li ser tîktokê û çi jî li ser înstagram û facebookê be, hem ji aliyên tirkmancan û hem ji aliyê kurdmancan ve hin tişt û kiryarên bûne kilîşe têne kirin ku êdî ji aliyê gelek kesan ve hatiye pejirandin an tê xwestin ku bên pejirandin.

abstrack:

In today's topic, we will cover creating a sense of belonging through certain movements or practices that have become classics through short videos rising on social media. we will also talk about the effects of these movements on society and how much they are adopted.

keywords:

tiktok, şeml, xizêm, nîşana zafer


dîsa min xwe ji bo zanistê û herweha ji bo gelê xwe feda kir û ketim pey lêkolîn û lêgerînan. min xwest mijarên naveroka şandeyên gelê me yê kurmanc û tirmancan binirxînim û daneyekê ji van nirxandinan biafirînim. ji loma bi şev dema herkes di xewa xefletê de bû û li tirşikê jî tenê du peyam hebûn, min xwe bere deşta înstagramê da, bi qasî 15 hesabên fenomen, siyasaetmedar û şanogerên kurd kontrol kir û şêwaza parvekirinên wan tomar kir. paşê dîsa min serîkî da facebookê û hin kom û hesabên tirkmancan û yên eşîrî ketin ber cerba min. paşê jî bi biryarek zehmet û bi wêrekiyek mezin min biryar da wî hesabê xwe yê tîktokê (tiktok/138576) şûnde vegerînim û ji bo cerbek din ku mirov kare bêje berdawama wê cerbê ye biemilînim.


di van sortiyên xwe yên şevîn de gihaştim çend qinaet û fikrên ku bi belge û dokumentan jî kare bête piştraskirin. li gor vê cerbê piranî ev tevger ji hêla kesên kurdî kêm zanin ve tên kirin. vê yekê jî min bi vê fikrê girê da ku kobayê me dixwaze tiştek bike lê kurdiya wî qîm nake û hingê ew jî bi tevgerên xwe û bi cil û libasên xwe ve wê kêmasiyê hewl dide binuxumîne. belê niha ez hin dengan dibihîsim ku hûn weha dibêjin, ' herê temam ka ew tişt çine law? te nava me reş kir. ev nîv saetê te ye reklama wê dikî û nizanim îngîlîsî mingilîsî tevlî dikî û hêja tiştek li meydanê tune'* bêhna xwe fireh bikin va ezê ji we re qal bikim.



-belê yek ji wan tiştên ku dikin şeml an bi qewlê wan pûşî ye. ji bo ku xwe nîşan bidin bê ew kurd in û dilê wan ji kurdan re dixwaze teqez şemlekê yan li dora stuyê xwe yan li nava xwe dipêçin. car caran jî weke çîtikê diavêjin ser serê xwe.

-yek ji wan tevgeran jî eve ku ji hêla jinan tê kirin, xistina xizêman e. îca tew ne yek jî du, sê û heya cih di ser çavê wan de hebe. hinekên radîkal heya bi xirxalan jî dixin lingên xwe. dema vîdyoya xwe dikêşin jî berê kamerayê ilim li wan ciyan e.

-yek ji wan tevgeran jî ku teqsîmkirin an tesnîfkirinek jê re nîne çiku bikaranîna wê ji tiktokeran heya siyasetmedaran û ji partîzanan heya bi welatparêzan berbalav e. ew tevger jî nîşana zafer e. piştî her çalakiyê, her vîdyokêşanê û her daxwuyaniyê kiryarek jêneveger û maqul e.

-bikaranîna çend peyvên kurdî yên polîtîk. dîsa ev jî şêwazeke berbelav e ku gelek caran ji aliyên kesên kêmkurdî ve di nav axaftin an nivîsa tirkî de tên bikar anîn. peyvên weke ' her bijî, serkeftin, spas, berxwedan û azadî' xwe li bin banê vê mijarê digrin. car caran bûme şahidê vê yekê ku parlementerên kurd jî di nivîsên xwe de miracaetî vê tevgerê kirine di gel nivîsandina şaş.

-çaya qaçax an vexwarina çaya qaçax li ber şikeftekê an li serê qotekê weke tevgereke kurdbûnê tê lansekirin.

-lixwekirina tîşortên che guevara, ahmet kaya û yilmaz guney jî dîsa tevgerek û şêwazek berbelav e. car caran dibe ku ev wêne li ser dîwaran an li derekî wesayitan eliqandî jî bête dîtin.

-bikaranîna tîpên ' ê, î, û, w ,x ' di cihên şaş û nelazim de. heç wekî çiqas ji van tîpan bikar bînin wê nivîsa wan ewqas kurdî bibe. ji loma heya ji destê wan tê van tîpan di ber peyvan de qerase dikin û peyvên weke ' hewal, gowend, sêrkeftîn, bêrxwêdan' filan diafirînin.


encam:

ev lêkolîn bi me dide fikîrin û balê dikêşe ser wê meseleyê ku ger ziman nemîne ku ew bi xwe yekane nîşana aîdiyeta neteweyekê ye, ji bo nîşandan û aîdhesibandinê hin tevger û kiryar derdikevin holê. lê belê ew hemû xebat dîsa nikare şûna zimên bigre û lawaz û bêwate dimîne. ger kesek bixwaze kurdbûna xwe bide der, axaftina wî ya bi kurdî şertê bes û têrker e. lê dema ku ziman tunebe hingê van tevgerên me li jor behskir jênerev e û ewqas berbelaviya van tevgeran jî kêmzanîn û kêmaxaftina kurdî diyar dike.



21.01.2022 20:08 ~2022.01.22 02:32 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serwîsa palyatîf
» medyaya kurdî heye gelo

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî