Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
qûma mezopotamyayê - tirşik
qûma mezopotamyayê

Navê mijarê ya ewil ev bû:qûma mezopatamyayê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. romanekê jînenîgarî ya fawaz husên e. (li berga pirtûkê fawaz hussain dinivîse). nivîskar bi xwe romana xwe ji fransî wergerandiye ser kurdî bo rêzepirtûkên zer yê weşanên ayrintiyê.

bi vê pirtûkê, bawer 'kin bajarê amûdê bûye lehengekê nav çîrokê û niha nayê bîra min ka di wêjeya kurdî de berê bajarek bi vî rengî bi vê hêzê tucarî bûye lehengekê girîng a romanekê. ji dil dikarim bibêjim ku ez bi çîrokbêjê xwe yê ziman-herikbar û zar-şêrîn re li mal û kuçe û meydan û goristan û sînema û çiyayên amûdê geriyam. bi vê romana serkeftî ez rûbarî be jî dîroka amûdê hîn bûm. her çiqas ne armanca romanê be jî min pile bi pile, ast bi ast, rûpel bi rûpel polîtîkayên dewleta sûrî a li ser kurdan baştir fêm kirin. her wiha çîrokbêjê me di romanê de piranî bîranînên zarokatiya xwe dike û bi rastî wekî xwînerekî kurd min xwe danî şûna wî û wiha xwend wekî ku min bi xwe hemû tiştên xweş, nexweş û dijwar jiyame.

di mesela redaksiyonê de çend peyv çewt hatine nivîsandin lê ev ne muhîm e. (abdullah keskin xwendina dawî kiriye) lê ya bala min kişand hema tê bêjî bi rêk û pêkî berî lêkerên alîkar bêhnok hatine bikaranîn di hevokên dûr û dirêj ên bi piranî ku-yê dihewînin. herçiqas vegotina nivîskar herikbar be jî ji ber van bêhnokan mirov bêhemdê xwe disekine.

di hinin cihan de nivîskar pir xwe dubare kiriye. hinin hevok hene bi rastî êdî min got, ê temam ha, bes sdfsdfag wekî: "av di gunê min de geriyaye". erê temam heyran, gunê te bûye kanî û av diherikîne. bes ha besss asdgdagg wekî wê heke ne şaş bim sê caran vê hevokê derbas bûbû: "gava yekî bixwesta ji ava bin çengên wê çayê çêbikira..." wele xweş û orjînal û tije fetîşîzm e lê, carekê bes bû lo*

her wiha qala dayika xwe ya şeytan-pêl-nekiriye jî pir caran dubare kiriye. ji xwe îmana min ji wê jinikê çûye, dîsa dîsa min got heyran tujmin çi dixwazî yaw :/

beşên ku qala fîlmên hindî dikir, min got xwezî ev rûpel tunebana. bi dirêjî qala mijara fîlmê/an kiriye ku bûye xwedayê spoileran assldkjfkd

di vê paragrafê de min xwe û rastiya xwe dît: "rebena xwedê nizanîbû xweş lêker tesrîf bikirana û hema li bin guhê hev dixist. wê "ez" û "min" tev li hev dikirin û nêr û mê û tewandina navan ji hev dernedixistin" :(

û
û
beşê çardehan xelas nebû a ku nîvê wê li kerxanê derbas dibû. heqet çima ev beş nekiriye du beşên jev azad? nizanim sê caran min li dawiya beşê neriya û min qiriya "law xelas bibe bes!"

min gelek hevok jêrxêz kirin lê niha ji min nayê yek bi yek lê binêrim. lê ev peyva bila li vir be:

(bnr: pêst sor)*
(bnr: pêst spî)*



24.01.2022 17:40 ~17:51 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» qûma mezopotamyayê

Kategoriyên mijarê:: weje weje weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî