Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
katîtzî - tirşik
katîtzî | 2002
Nivîskar: katarîna taîkon | kurdî | roman zarok | 175 rûpel

Katîtzî” jiyana nivīskara kitêbê Katarîna Taîkon e. Katarîna Taîkon bi xwe romena “qereçiya” Swêdê ye û heta bîst û şeş saliya xwe jî bi xwendin û niv...
katîtzî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. romanekê xweş a zarokan e. jiyana keçekê 8 salî ya romenekê (qereçî) ya bi navê katîtzî vedibêje. mirov -heke peyde bike- dikare wekî diyariya rojbûnê bide zarokên 8 salî û heta 14 saliyan. min çend sal berê ji medya kitabevî kirîbû.

wekî giştî dikarim bibêjim ku nivîskara katîtziyê katarina taikon -ku jiyana xwe ya bi xwe kiriye roman- li bin bandora xaltîka astrid lindgrenê maye. bi rehetî bibêjim ku di hinin beşan rasterast pippi langstrumpf anî bîra min. (yên dixwazin her du roman dînin ber hev dikarin kurdiya wê jî bikire: pippiya goredirêj li humlegårdenê)

katîtzî heta 8 saliya xwe li mala zarokan (~êtimxane) dimîne û rojekê bavê wê tê û wê dibe konika wan. heta wê demê katîtzî nizanîbûye ku ew romen e. piştre hinin bûyer tên serê wan û dibîne ku qereçîbûn tiştekî nexweş e li ber çavên xelkê. di hinin rûpelan de giriyên min bi pirsên bêguneh a katîtziyê hat ên ku digot, "mirov çima ji qereçiyan hez nake?" hwd.

wekî di paşberga pirtûkê tê xwendin, ev rêzepirtûk e lê nizanim weşanxaneya nûdemê pirtûkên din ên vê rêzê wergerandiye yan na. xweş, hebe jî niha bawer im ketibe ber destê sehafên çavbirçî. ji ber ku weşanxane êdî tune ye.



25.01.2022 13:09 ~13:10 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» katîtzî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje weje pirtuk niviskarweje weje pirtuk niviskarweje weje pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî