Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    24 mijar û 25 peyam
    çileya 2022yan - tirşik
    çileya 2022yan
    (4) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. li bakurê kurdistanê û li tirkiyê bi awayek cemed û seqem derbas bû - dibe. li gor salên berê sartir û şilîtir derbas dibe. piraniya şilîyê weke berfê barî. li serhedê, botanê û li herêma zagrosê ji 3 hezaran bêhtir riya gundan hate girtin. taybetî li serhed û colemêrga zagrosê berf bi ser wesayît û xaniyan kete. li bajarên ku ev çend sale berf lê nebariya bû jî berf bariya. heya li navenda hesekêya rojava jî berf barî. herweha bajarên tirkiyê yên weke stembol û antalya jî di bin berfê de man.

    îsal gelên kurdistanê û tirkiyê ji berfê têr bûn û hesreta çend salan bi dawî bû. li ser medya sosyal bi rojan parvekirinên ji dîmenên berfê dewam kirin.bi saya serê vê berf û seqemê hêvî dikim ku havîn li gor par hêniktir derbas bibe. çiku her sal pileya germahiyê zêde dibe û êdî havînî li bajarên weke êlih, amed, mêrdîn û rihayê jiyan zehmettir dibe.



    27.01.2022 02:41 | tîrêj zana 21

    2. li gor xebera pêşiyan çileya erbeîn wihareng e. ya ecêb çileya kurdî jî 40 e, erbeîna erebî jî 40 e.

    mînakek din: Qeladizê. Qela: keleh, diz yan jî duz: ew jî keleh e.



    27.01.2022 22:36 ~2022.01.28 00:03 | ezcan

    3. Çileya ku nahêle dest û nigên mero heta di nav lahêfan de germ bibe. Xwedê zani ajalên ku li derve ber vê sirûseqemê de dimînin çiqas tehdê dixwin. Û gava ku nava wan vala bî yanî birçî bin 2 carî ji wan re zehmet e.
    Nîşe:
    Di van rojên cemidî hama çi ji ber sifra we bifilite: parîyek nan, hinik hestî,kulmek birinc/girar deynin qiraxekî ku ev ajal bicivin û zikê xwe têr bikin.



    28.01.2022 11:54 ~11:54 | pîroz

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    avhewa [3]
    bo pênasekirina xwezaya erdeke berfireh a li ser dinyayê tê bikaranîn ...
    wolf cut [1]
    Şêweyekî jêkirina pora ye çendek e li bîra min e jî. Min li (vbnr: pî...
    pêkenokên kurdî [1]
    Dema textor li odeyên tîmarxanê/dînxaneyê digerîya, dibîne ku nexweşek...
    pêkenokên kurdî [1]
    Kenan, Fatê bi Elî re dibîne. Dermanca xwe ji ber xwe derdixe û dibêje...
    rêzikên bêhempa yên stranên kurdî [1]
    “Min divê herim tewafa xala gerdena yarê…” Fadil cizîrî - heyran ja...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çileya 2022yan

    Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî