Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 36 peyam
tirşik îlan - tirşik
tirşik îlan
(18) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. Di bin vê mijarê de, îlan, daxûyanî û reklamên ku dibe ku bala nivîskarên me bikşînin tên kirin.

Minak; (ji peyama ezcan xanîm hat edît kirîn, facebook/138814)
*****
Daxûyanî:
şîrketa facebookê ya di bin banê şîrketa metayê de li dublîna ayrlendê ji bo kurmancî îlana kar daye.
destûra zanîngehê yan jî ji salekê zêdetir tecrûbeya pîşeyî di kargehekê de.
Şert û merc:
(1) bi awayekî fesîh zanîna nivîskî û devkî ya zimanê ingilîzî.

(2) zanîna bi kurdiya nivîskî û axaftinê (zaravayê kurmancî), pêwendiya berdewam bi civaka kurdên tirkiyê re û zanîna berfireh a çand û pratîkên wan yên civakî.

(3)haydarbûna teknîkî û daneyan wekî excel û sql ligel amûrên dîtbariyê yên wekî tableau re.

Lînka beşdarbûnê:
Here lînkê
****



28.01.2022 09:13 ~09:14 | cinorek

2. mijara ku serdozgeriya komarî ya tirşikê di derbarê wê de lêpirsîn dayê dest pê kirin ku bê ka li gorî formatêye an na. herweha tê gotin di dîroka tirşikê de li ser vê meseleyê biryarên emsal yên dadgeha navendî ya tirşikê hene ku berê biryar li ser erêbûyina mijarên tirşik forûm û tirşik translate dabû. baroya xarpêtê piştgiriya xwe ji bo vê dozê diyar kiriye û gotiye ewê heya dawî şopînerê dozê bin.

nîşe: xwuya ye wê keyomerd destê xwe li vê mijarê jî bigerîne.

(bnr: bangewazî)



28.01.2022 12:23 | tîrêj zana 21

3. kompanya re:coded ku navenda wê li hewlêrê ye, ji bo stenbolê îlanek bi vî rengî daye: Here lînkê

heke hûn...
Di derbarê mîsyon û nirxên Re:Coded de dilsoz bin
Tecrûbeya organîzekirina bûyerên online yan kesane yên wekî atolyeyan hebe
Xwedî jêhatîbûnên rêxistinî yên awarte û hûrgulî bin
Zehmetiyên ragihandinê yên bi îngilîzî, hem nivîskî û devkî, ligel wê yek ji zimanên erebî, kurdî an tirkî ragirin
Li herêma Rojhilata Navîn an jî nêzî wê bin
Ji bo rêwîtiya xwendekarane dilê we hebe
Bi motîvasyon û bi israr bin
Xwedî zihniyetek erênî bin

Xalên bonus heke hûn
di qada Çavdêrî û Nirxandinê de xwedî ezmûn bin

ev kar ji bo cenabê we ye.



02.03.2022 23:05 ~2023.02.15 02:27 | ezcan

4. heger difikirin li sakaryayê di kompanyayekê Call Centerê de wek Nûnerê/a kurdî kar bikin, fermo: Here lînkê

şert û merc:

telefonên xeta Alo 183 an Alo 144; dê bersivê bide, li pergala ragihandinê ya navenda bangê qeyd bike;

Bi kêmanî mezûnê/a lîseyê



15.03.2022 05:42 ~05:43 | ezcan

5. ji bo Projeya ERC (European Research Council) li Beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Cambridgeê kordînatorek divê: Here lînkê

Kordînator dê bi ekîba lêkolînê ya projeya ku ji hêla ERC ve hatî fînansekirin bi navê ALHOME di bin rêberiya Profesor Geoffrey Khan de bixebite. Proje armanc dike ku rabirdûya tevlihev, sosyo-dînî ya civakên aramîaxêv û kurdîaxêv li rojavayê Asyayê bi lêkolîna dîrokî û pêwendiya zimanên wan ji nû ve ava bike.

karên sereke yên bi wezîfeyê ve girêdayî ev in:

Kordînasyon û çavdêriya rêveberiya projeyê.
Bi barkirina tomar, daneyên nivîsê û wêneyan databasa projeyê û malperê pêşve birin û çavdêrî kirin.
Kordînasyon û organîzekirina çalakî û bûyerên têkildarî projeyê.
Di hilberîna raporan de alî kirin.
Rêveberiya darayî ya projeyê pêk anîn.
Çalakiyên ragihandinê yên girêdayî projeyê çêkirin.
Rêvebiriya HR (Human resource) û çalakiya têkildarî mûçeyê.

şert û merc:

tecrÛbe ji bo wezîfeya îdarî ya ERC.
zanîna Microsoft Office.
Plansazkirin û jêhatîbûna rêxistinî.
Zehmetiyên navpersonal û ragihandinê.
bi awayekî fesîh zanîna zimanê ingilîzî.



19.03.2022 22:57 | ezcan

6. bianet ji bo beşa kurdî ya li amed Û wanê îlan daye Here lînkê

şert û merc:

tecrubeya amadekirina nûçeyên bi kurdî û tirkî
bi awayekî fesîh wergerandina nûçeyan ji tirkî bo kurdî di asta zimanê zikmakî de
şopandina medyaya bi kurdî
jêhatîbûna li ser platformên medyaya civakî ji bo parvekirina nûçeyan
Zanîna teknolojiyên medyaya nû
ji bo di pêvajoyên edîtoriyê meyldariya hevkariyê
amadebûna ji bo rêwîtiyan
Bi kêmanî mezûniyeta ji zanîngehekê
li amed an jî Wanê bi cî bûn

Namzedên eleqedar divê heta 22.08.2022an roja Înê heta saet 17.00ê bi navnîşana Tora Ragihandinê ya Serbixwe idari@bianet.org re nameya xwe ya niyetê wek yek rûpelî bi Kurdî û cvyên bi Kurdî û Tirkî, di e-mailê de bi serenava “Kürtçe Muhabir” bişînin.

Tenê bi namzedên ku di pêşhilbijartinê de derbas bibin dê têkilî were danîn.



30.07.2022 07:58 ~07:59 | ezcan

7. Îlana karî li malpera weqfa mezopotamyayê ji bo sê kesan

Here lînkê



18.08.2022 17:17 | mirovekirind

8. daxûyanî:
zanîngeha koçê cihê mamostetiya zimanê kurdî ya nîvdemî (part-time) vekiriye.

şert û merc:
(1) Di warê Kurdolojiyê de an jî di warê têkildar de bawernameya masterê yan jî phdyê
(2) referansa 2 heb kesan

lînka beşdarbûnê:

Here lînkê



21.11.2022 06:20 | cinorek

9. hevalên ku îngilîzî baş dizanin kerem bikin. pereyekê xweş didin. Here lînkê



15.12.2022 00:26 ~00:27 | ezcan

10. Derfeta karê wergerê:

Ji bo wergerandina çend berhemên hizirî yên bi zimanê îngilîzî, pêdivîya weşanên NEQŞê bi wergêrên îngilîzî-kurdî heye.

Kesên hem îngilîzîzan hem kurdîzan dikarin bi rêya vê e-mailê (naqeshpublishing@gmail.com) têkilîyê li gel me deynin. Here lînkê



20.01.2023 23:00 | ezcan

11. Îlana fîlma mesopotamia café bo lîstikvanên kurdîaxiv. Here lînkê



22.01.2023 21:48 | mirovekirind

12. lezgîn! unicef li herêmên erdhejê ji bo mehekê wergêrên kurdî digere. îmkanên wek meaş, cî, rêwîtî, xwarin û vexwarin jî werin temînkirin.

bi taybetî li dîlok û mereşê zazakî - tirkî an jî kurmancî - tirkî pêwist in.

têkilî: hugo@hugotranslationagency.com



15.02.2023 02:20 | ezcan

13. Daxûyanî:


Ji bo li Weqfa Mezopotamyayê di pozîsyona karê “Birêvebirina Malpera Mezopotamyapirtûkê ya Dijîtal” da bixebite, hewcedarî bi hevalekê/î heye.

Kesên ku dixwazin di vê pozîsyonê da bi me ra bixebitin, li jêr, ji bo karî berpirsyarî û taybetmendîyên ku tên xwastin hatine rêzkirin. Kesên ku dê serî li karî bidin, pêşî divê CVya xwe ji e-maîla Weqfa Mezopotamya mezopotamyavakfi@gmail.com ra bişînin.

Roja dawî ji bo serlêdanê: 30.09.2023 ye.



Kar û Berpirsyarî:

· Birêvebirina Malpera Mezopotamyapirtûkê ya dijîtal



şert û merc
:

· Derçûna ji beşeka çarsale ya zanîngehê(tercîhen jin û mezûnê beşa kurdolojî)

· Zanîna zaravayê kurmancî, zazakî û soranî,

· Bikaranîna bernameyên Microsoft Ofîcceyê,


Here lînkê



20.09.2023 13:19 ~13:19 | cinorek

14. îlana karî li malpera weqfa mezopotamyayê ji bo kesekê.

Here lînkê



04.10.2023 21:20 | mirovekirind