Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
botan times - tirşik
botan times
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Platformeka kurdî ye.
Li ser çand, huner û pirtûkan bernameyên cûrbecûr çêdikin.
Youtube: Here lînkê
Twitter: Here lînkê



09.02.2022 16:21 ~2022.02.21 14:45 | cinorek

2. resûl bafeyî û gulan mizgîn jî di nav tîma wan de ne. ev herdu dê hevpeyvînan li kolanan çêkin bo botan times e.

Videoya resûl bafeyî :


Videoya gulan mizgin:



21.02.2022 14:50 | cinorek

3. ser xêrê be. platformeke baş û profesyonel tê xwuya. min çend vîdeoyên wan yên hevpeyvînên kolanê temaşe kirin, dikarim li ser wan biaxivim. kalîteya kêşanê, mûzîk û zimanê yên hevpeyvînan çêdikin ne xirab e, lê çend kêmasiyên bi ber çavên min ketîn;
- ziman û devoka kesê pêşber nadin ber çavan. li bakur gelek kesî hay ji zimanê standard nîne, di gelek cihan de dema dialiqin peyv û bêjeyên tirkî bikar tînin ji loma dema tu bi zimanê standard bi wan re xeber didî tengav dibin, xwe dişidÎnin, stresê ji xwe re çêdikin û nikarin ya dilê xwe xweş li hev bînin. û herwiha mesela devokê jî bi heman awayî; em bêjin li diyarbekirê ji bo axaftinê dibêjin xeberdan, dema te got axaftin, peyivîn an şitexalîn wê gavê te fêm bikin jî te wek keseke biyanî di hişê xwe de kod dikin û xwe ji te re digirin dema diaxivin an behsa tiştekî dibêjin tirs û stresa ka gelo yê pêşber min fêm dike bi wan re çêdibe.
- zimanê civakê; yê pirsan û pêşkêşkariyê dike divê bizanibe navê kî çawa hilde, ji kê re bêje ezbenî, xalo, bira, xwuşkê û tu an hûn. destpêka hevpeyvînê ji kê re bêje; merheba, silav, çaxê te bi xêr. dawiya pirsan jî ji kê re bêje; spas, malî ava, xwudê ji te razî be an xwudê te bihêle û hwd.
- ji bo li ser 14ê sibatê pirsan bikî divê pêşiyê li ser çibûn û çawaniya 14ê sibatê yê pêşberî xwe serwext bikî. dema tu jî yekî ji rêzê re bêjî 14ê sibatê an roja evîndaran belkî fêm neke. destpêkê bêjî ''sevgililer günü an bi kurmancî roja evîndaran'' wê serwext bibe. an rasterast şûna bêjî ka 14ê sibatê çi kiriye, ji dergistiyê/a xwe re çi standiye bi pirsên wekî 14ê sibatê çi ye? zanîna wê/wî ya li ser vê tiştê sextî bike û li gorî zanîna yê pêşber dewama pirsên xwe bîne wê bêtir sûdê ji hevpeyvînan wergerînin.
- divê profîla kesên hevpeyvîn bi wan re tê çêkirin berfirehtir bibe. ji hemû zayend, sal, çîn, karan pirs bên kirin. wek dibînim pirraniya yên hevpeyvînan çêdikin li dor ofîs û derê çiyê çerx dibin. divê herin semtên din jî yên wekî dîclekent, 75, rezan û hwd. di nav hevpeyvînan de jin û ciwan pirr hindik tên xwuya, divê bêtir cih bidin wan jî.
- erê îro gelek kurd bi kurdî nizanin an hinekên dizanin naxwazin biaxivin, bi ya min zimanê hevpeyvînê çi qas kurdî be jî ji bo kesên kurdînezan an kurdîneaxêv divê yê heyvpeyvînê çêdike bikaribe bi wan re bi tirkî jî biaxive û çi wê gavê sîmûltane çi jî pişt re bi riya binnivîsê dikare wergerînê kurdî. ev ne kêmasî ye berevajî wê çarçove û naveroka hevpeyvînê xweştir û firehtir bike.



22.02.2022 15:47 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» botan international
» times new roman

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî