1. Tag an nîşaneya twitterê ye ku wê 20ê meha sibatê bi minasebeta roja zimanê dayikê, demjimêr 22.00an de çalakiyek were lidarxistin. Di bin vê tagê de wê netewên yekbûyî û unesco werin etîketkirin. Alîkarî ji hemû kurdperwer û zimanhezan tê xwestin. |
|
18.02.2022 00:01 |
tîrêj zana 21
![]() |
2. nizanim kengê wê were fêm kirin, bi ti awayî li ser înternet û minternetê tu nikarî tiştekî bidest bixî! |
|
18.02.2022 21:56 |
pênûsa westiyayî
![]() |
3. Taga ku divê ji alîyê tirşikvanên zîz û ezîz jî were şopandin û belavkirin. Belê li ser qada internêtê pêkanînên wilo piçek zehmet e lê hama em tiştek bi dest nexin jî, em ê karibin dengê xwe bi daxwaza xwe yî biheq bilind bikin. |
|
19.02.2022 01:07 |
pîroz
![]() |
4. kampanyaya ku niha li ser twitterê didome ye.Gelek kes beşdarê tagê dibin û niha jî ketiye nav tagên top list. |
|
20.02.2022 23:25 |
brzn
![]() |
5. Eleqeyek mezin dît û bi hezaran tweet hatin avêtin. Nizanim kêrî tiştekî hat an wê were lê belê kete rojeva hemû bikarhênerin tirk û daxwaza kurdan kete qula çavê wan. Rêxistinbûn û yekîtiya kurdan zora wan dibe û dibehecin. Ger kêrî tiştekî neyê jî çalakiyên weha bo yekîtiya kurdan û moralê baş e. Min li tagê nihêrt ji sedî 90î zêdetir tweet bi kurdî bûn û ji her fikrî kurd piştgiriya wê kirin. Dîsa kurdên ketine pey biratî û ometê kêm bûn lê ew meseleyeke din e. |
|
21.02.2022 02:12 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
rojnivîska tirşikvanan [1] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
newroz [1] |
![]() |
turkcealtyazi.org [1] |