Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
postmodernîzm - tirşik
postmodernîzm
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Postmodernîzm, tevgereke berfireh e ku di nîvê sedsala 20n de li ser felsefe, huner, mîmarî û rexneyê bi pêş ketiye û ji modernîzmê derketiye. Dema em navê vê tevgerê dinêrin "Post" bi wateya xwe ango "piştî" ye. Postmodernîzm jî wekî piştî modernîzmê tê pênasekirin.  Pêşengên postmodernîzmê roland gerard borthes, james joyce Baudrillard, Lyotard, Deleuze/Guattari, roland barthes, ferdinand de saussure, henri lefebvre e.

Di wêjeya Kurdî de çend mînak hene, wekî pirtûka eta nehayî a "Balindeyên li Ber Bê" û "Sobarto'ya" helîm yûsiv e. 

***karê min wêje ye ji ber wê dixwazim qala di wêjeyê de cihê postmodernîzmê bikim.

Di wêjeyê de postmodernîzm, xwedî hinek taybetmendiyan e.
1) Di van romanan de mekan, ne diyar in. 
2) Armanca nivîskar, serbixwebûn e. 
3) Mabesta wî yî berhemafirandinê de, lîstoka bi peyvan e. 
4) Nade dû kevneşopiya modernîzmê, ew gerdûnî ye û li dijî klasîk û rêbaza modernîzmê a binhişê ye. 
5) Bêhtir, bi derûniya karakterên xwe ve têkil e. 
6) Tenê li ser mijarekê, romana xwe nahone, piralî ye, pirçandî ye û di romana xwe de ji yekê zêdetir nêrîn hene ku romana xwe vedibêje.
7) Li gor nivîskêr jiyan, lîstokeke û erka romanê a di jiyanê de jî çêkirî ye ango jiyan lîstok e, roman jî lîstoka di nava lîstoka jiyanê de ye. 
8) Tiştên şênber û razber di nav hevûdû de ne û di romanê de ji hev cihêkirina van her du tiştan zahmet e. 

*Min van taybetiyan ji Di Romana Sobarto de Mînakên Teknîka Postmodernîzmê girt.

teknîkên postmodernîzmê
1)Îronî 
2)Qewastin/İntihal 
3) Piranîparêzî/Pluralizm 
4) Pirrengî
5) Lîstok-kirin
6) Pêkenîn/Mîzah 
7) Dîrok 
8)Parodî



05.03.2021 23:47 ~23:49 | yûsiv

2. Ew çi ye? (bnr: tê xwarin?)
Henek henek, dest xweş ji yûsiv re.



06.03.2021 23:24 | xabûrî

3. fanteziya berfê ya kesên ne serhedî. *



26.12.2021 14:00 | bûtîmar

4. Di wêjeyê de hilweşandina edet û qaîdeyên modernîzmê an jî vegotina kevneşopî ye. Peyv bi peyv wateya wê "piştî modernîzmê" ye. Êş û kelemên takekesî yên ji ber şaristanî û bajaran dertê, bi riya lehengên honandî tên sêwirandin. Cih û dem peywirên xwe yên berê diterikîne, ji ber ku nivîskar êdî giringî nade rastîtirkirina bûyeran ku ji xwe di nav wan vegotinên postmodern de bûyer ya tune ye yan jî di nav honakê de ne di astekê balkêş de ye. Li şûna bûyerê hêmana çavdêriyê/impression giraniya xwe dide. Ev bi hemdê tê çêtirdîtin, jbk nivîskar mîna yên berê xwînerên pasîf naxwazin, berevajî him xwînerên entelektuel û him jî yên bajarî dixwazin ên ku çavkaniyên lehengên wan in. Dixwazin ku kul û derdên karakter derbasî xwîneran bin û hevkarîgeriyek derkeve holê. Di encamê de dixwazin xwîner jî mîna karakteran bikeve nav buhrana hebûnê. bi saya dawiyên-ne-dawî jî rehetiya wan xera dikin û kêm zêde digihîjin vê.

egzistanyalîzm û derûnnasî du qadên giring in bo berhemên postmodernist.

(bnr: intertextual)
(bnr: stream of consciousness)
(bnr: parodî)
(bnr: pastîş)
(bnr: îronî)



19.02.2022 14:16 ~14:20 | biruya hayao miyazaki

5. Hinek kurdewarîtî lê bînim dibe (bnr: piştmodernîzm)



20.02.2022 02:59 | mirovekirind

6. Ger hinek jî ez kirasê kurdîtiyê lê bikim dibe (bnr: pişthevdemî)



20.02.2022 12:37 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» postmodernîzm

Kategoriyên mijarê:: weje felsefe weje felsefe weje felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî