Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
feqiyê teyran - tirşik
feqiyê teyran
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. diketî û destgirtiyê dilberê, seydayê dilnizmî û nefsbiçûkiyê, feqiyê ebceda eşqê, mîrê avê.. an ji hemûyan wêdetir şairê xelkê.. belê şairê xelkê.. şirku min nas kiriye û ta îro bi pirsa xwe ya avê gelo bîra te tê di guhê min de dixulxule..



11.10.2013 01:59 | endazer

2. medresa feqiyê teyran nêzî cizîrê ye. li ser riya bajarokê basa. di nava wan çiyayan de avahiyek xirabe... tirba wî jî li wanê, miksê ye.



11.10.2013 09:04 | arami

3. şairê ku can û cismê wî, dil û gurçikên wî kurdî ne. filozof e, dunyadîti ye, meşrebfire ye...

bi zimanê dewra xwe, anku zimanê wê demê dihat axaftin şiîrên xwe nivîsandine. li gora min li ser dunyayê şairê yekemê ku sembolên xwezaî bikarani ye. belê berî wî jî gellek şair sembolinan bi kar anîne lê ne wekî wî, bikaranîna feqî resen û orjînal e, bê minak e. ji şiîrên wî ey av û av min mest û serxeş dike.



pirsa feqî bêcih nebû, lew ra di fûrqanê hebû, erşê xwedê li ser te bû, avê gelo bîra te tê



ev jî yek ji wanên kurdewari ye.



hêstirêm barîn ji xwînê

sotim ez derdê evînê

kes ji min nakit yeqînê

ay dilê min ay dilo



11.10.2013 10:48 ~2015.04.29 16:10 | ceso

4. Ey dilberê

Ey dilberê wey dîlberê

Feryad ji destê keserê

Avek ji avê kewserê

Wêran ez im malim xirab...(helbesta dîlber)



07.02.2014 02:44 | hogırekoseri

5. helbesta feqî 'ey av û av'







16.04.2014 20:00 | diljan

6. helbesta feqî ''Şêxê Sen'aniya''



https://www.youtube.com/watch?v=5zyP-ZOam4g



16.04.2014 20:01 | diljan

7. Ez dengbêj im hatim vira

Heta hebe dengê mîra

Ez ê binivîsim ser kaxiza

Ne diçim dêra ne mizgefta.



Feqiyê Teyran



24.06.2014 01:11 | xwelî li ser

8. hozanê gel, helbestvanê gel e. ew di nav wêjevanên me yên klasîk de yê ku xwe berdaye nava gel û bi gel re jiyaye. li gelek deverên kurdistanê geriyaye. heta li pêşberê gundê min (vbnd: xendek)ê, li raserî kereşa nêzî xirabeyên finikê medreseya wî heye. hê jî bi navê (bnr: medreseya feqiyê teyran) tê ziyaretkirin.



24.06.2014 13:23 | xendekî

9. çend çarîn ji helbesta wî ya bi navê ey av û av



ey av û av ey av û av

ma tu bi 'işq û muhbetê

mewc û pêlan tavêy belav

bê sekne û bê rehetê



bê rehet û bê sekne yî

yan 'aşıqê baxwe xwe yî

yan şubhetê qelbê me yî

ji işqa kê natebitê



ji işqa kê her têy û têy

heta kengê her bêy û bêy

bo min bi bêj heyranê kêy

da ez bizanim qissetê



da ez bizanim vê surrê

ji hindekê heta purrê

ji me'neya vê gutgurrê

ji kê ra dikî vê ta'etê



ta'et dikî bê pa û dev

çendî dikî çûna li hev

dengê te tê bi roj û şev

zikrê dikî bi haletê



ji kê ra dikî zikrî bi hal

qet guşguşa nakî betal

şubhetê min rehtê êmal

şevan û rojan xew netê



şevan û rojan bêxew î

ji muhbeta kê ditewî

şevtariyan qet nahewî

tu j'emrê kê ve lez ketê



tu j'emrê kê her têy bi bez

sewdaserî şubhetê ez

j'kê ra dikî çûna bi lez

vê serqutan û xulmetê



(...)



feqiyê teyran



24.06.2014 13:37 | xendekî

10. di helbestên xwe de nasnavên wek: mîm û hê, feqiyê teyra, feqîyê gerok, meksî, mîr mihê bikar aniye.



24.06.2014 13:43 | xendekî

11. helbestvana xwedîyê strana nemir ya (bnr: ay dîlberê) xeynê vê gelek helbestên delal nivîsandîye û ji alîyê hunermendan de piranî hatinê beste kirin. van rojan de favorîyê min helbesta (bnr: çendî bêjim) ku ji alîye (bnr: hîvron) de hatîye beste kirin. lê vê stranê ne ji hivron ji hevalê min guhdarî bikin. >>>https://soundcloud.com/zozan-orak/end-b-jim



24.06.2014 21:54 | deqlok

12. derwêş ku sahibdil bitin

dê nûr ji nûrê hilbitin



Feqiyê Teyran



03.09.2014 13:28 | xendekî

13. Ne Eflaton û Luqman man,
Ne Dawod û Suleyman man,
Ne Fîrewn û ne Haman man,
Ne xîndkarêt li ser kar e..

Eya xelqê biyabanê,
Xelqê me dît hemî kanê,
Hemî çûne li wê xanê,
Ne sultan man, ne xîndkar e..

-Feqiyê Teyran

Evan jî dê buhure.



04.03.2017 17:24 | rûbar

14. Dilo rabe dilo rabe,
Veke çava, ku êvar e,
Nezan û bes di xew da be,
Bi newmê ra mebe yare..

-Feqiyê Teyran



04.03.2017 17:52 | rûbar

15. Siyad dibêt te ranakem,
Me bêj nabêt, me bêj nakem,
Mecale dê bi xew xakem,
Binêr carek çi hawar e..

Binêr carek çi bangîne,
Ji newmê xwe vehiş bîne,
Dinê qetl e û dinê xûn e,
Dinê gerdûn û rizgar e..

-Feqiyê Teyran



04.03.2017 17:53 | rûbar

16. di navbera bernavkên wî de ji ''mîm û hê'' re zehf kêfa min tê. wek mînak;

''Mîm û Hê'' pirr gunehkar e
Belê navê te Xeffar e
Ez im pir muflîs û jar e
Bi 'eta û fedl û îhsan î

-Feqiyê Teyran

ya rebî çi qas bi wî dikeve.



18.03.2017 01:41 | rûbar

17. bala min kişand feqî ti caran di dîwana xwe de peyva iblîs neemilandiye. û di helbesta xwe ya şêxê senan de, kengî şêxê senan bikeve tengasiyê şêx adî tê hawara wî. bi ya min feqî hêjayiya êzdayetiyê pir digirt, ev yek cihê lêkolînê ye.

iblîs = azazîl = tawusî melek = şêx adî



19.08.2017 22:59 ~2019.08.03 04:20 | tizbîkêş

18. Rêhevalê Feqî, Tûma(Tûma filleh e), dema ku sirrê Feqî ji Mîrê Botan re dibejê, Mîrê botan zilmê li feqî dike. Dê bizorî be jî divê bi teyran re xeber bide û cihê zêran ji Mîr botan re bibêje. Feqî di nav zilm û zordariyan de, di ber perda konê koçeran de Tûma dibîne û nû fêm dike ku çi anîye serê wî tûma anîye. Le wê derê helbestek wiha dinivîsîne:
"Tûma lo dinya bi dor in
Geh li jêr in, geh li jor in
ez û te nobet bi dor in
Heta zemanê fersedê"



20.08.2017 14:46 | apê mihyedîn