Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji vittulayê muzîka populer - tirşik
ji vittulayê muzîka populer | 2009
Nivîskar: MIKAEL NIEMI | kurmancî | roman | 264 rûpel

agahî tune...
ji vittulayê muzîka populer
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. romana mikael niemi ê swedî. ku ji aliyê mizgin bingol û salih agir qoserî ve hatiye wergerandin. ji weşanên lîsê derçûye. reza bagler ev roman kir fîlm.romanê xelata swedê ya herî payebilin a augustê ji standiye. niviskar vê romanê 2007 an de hat serdana amedê ji.



11.10.2013 10:01 | arami

2. berhemeke xweş e, di sed û nizam çend rûpelin ewilîn de wergera wê jî baş e, lê xuyaye dûre ne wergêr û ne jî editorê wê pirtûkê dêna xwe zêde nedane zimanê romanê, loma bi serê mişkan xeletiyên rastnivîsandî her diçe zêdetir bûn, carekî dî jî dilê min bi nezanî û quretî û virên me yîn kurdan şewitî û got kanî kengî editorên me yîn cidî hebin gidiyo.... ên bi navê editoran derdikevin meydanê, pêhlewanên me în zikmezin (di rewşa wan de yê mezin ne zikê wan e), kêm zêde giş sergokar in û xwe tiştekî dihesibînin lê ya rastî me tu xêr û xêrat ji van kesên xweyî gotinên ji serê wan zêde nedîtine, di wê baweriyê de me azadiya kurdan encex bi filitandina ji van editoran dikare pêk were...



21.10.2013 07:10 | elomelo

3. çi xebereke xweşe ya rebbi tu me ji pepe xilas bikî.



22.12.2013 20:32 | tivirloismail

4. "zilamek, hildikşe everestê, çiyayên azad ên tîbet. berf ne bes e, bi ser de gêdûk heye. lê va ye," ew çi ye? tabeleyeke tîbetî! xweda! serê xwe li ber tabelayê xwar dikim. û heta divê ez maçî bikim, hewa sar e, bayê kur li ser pozê min diherike lê ne xem me. serê xwe dirêjî tabelayê dikim, lêvên xwe didim ser wê. xweda! ev çi bû! ev çi bobelat! lêvên min dizeliqe! dikşînim, hinekî diçire, xwîn jê tê, ji bo xilaskirina lêvan, bi zimanê xwe hewl didim! xweda! ziman jî dizeliqe. mîna zarokatiya min!"

herçiqas evana peyvên min bin jî, roman di danasînan de bi vê avayî tê naskirin û min jî wê kirrî! lê çend sal berê :/.Asoxî, min got, law çima heta niha min wê nexwend. xelkê fîniyan ên gundî mîna kurdan in. gelek kêfa min jê hat. lê her çiqas çîroka zarokekî bike jî, hin beşan hebûn ku kerban min nexwest wan beşa bixwînim, lê helbet xwe da xwendin! ji ber ku pirtûk gelek herikbar e û wergera wê jî baş e.

di pirtûkê de helbet esperantîsta biçûk ji bo min favorî bû. dema çavên min li nav risteyên kurdî de hevokên esperanto xwendin, ez gelek kêfxweş bûm * ew çi çîrokekî şêrîn bû wisa. bişirîna min tê dema tê bîra min. *



24.12.2017 23:02 ~23:04 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» muzîka raî
» populertirîn mijarên tirşikê

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî