Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 10 peyam
    ben 10 - tirşik
    ben 10
    (5) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. xêzefîlmekî kevn e. niha jî tê wêşandin le bi versîyonekî zarokî... yanê berê xweştir bû.
    min li ser cartoon networkê temaşe dikir.





    01.03.2022 17:46 | heval.js

    2. Rêzefîlmên ku ji serpêhatîyên serleheng Benjamin Kirby Tennyson pêk tê.
    Dema dibistana navîyê de bûm kêfa min zêdetir ji sezonên ben10 alien forceû ben10 ultimate alien re dihat. Her ro xelekên nû diweşandin û ji bo ku bigihên li ser xelekên nû ji dibistanê bi bayê bazdanê derdiketin û min TV'yê pêdixist.
    Û mutasyonên ku herî zêde kêfa min jê re dihat:
    1. Tirsa mezin (bnr: big chill)
    2. Însanazor (bnr: humangousour)



    02.03.2022 22:39 | pîroz

    3. Rêzefîlma cartoonî ku zarokê cîranê me hingî lê darî kiribû, ehmeqî pê re çê bibû. Êdî xwe ji jiyana rastî razber kiribû û di jiyana xeyalî de dijiya. Gava me li kuçeyê bi gokê dilîst, vî cîranê me yê ku kurê dê û bavek mamoste bû, dihat cem me û tevgerên tewşo mewşo dikir. Saetek heneka di destê wî de bû û hama carê wê badida û bi şid destê xwe yê din li ser saetê dixist. Digot aha bûm dortkol ( çardest an çarmil. Karakterek ji vê rêzefîlmê ye). Carê ba dida û dîsa lê dixist û îca dibû şîmşek hiz ( leza brûskî) niza lê dida dibû ateş topû ( goka êgir) lê di rastiyê de nedibû tu gû. Îca lêxistina ji zarokên taxê dixwar jî jê re kar dima.



    03.03.2022 03:27 | tîrêj zana 21

    4. Di zarokatiya min de di nav xêzefilmên min yên favorî de bû. Ji bilî vê, bakûgan,Jackê Samûray, Johnny Bravo, Gûmball, Johnny Test, Sureklî Dîzê( rêzefîlma berdewamî) min gelek gelek ji van xêzefilman hez dikir û hertim temaşe dikir heta panzdeh salîya xwe jî min temaşe dikir, ewqas min jê hez dikir yên mala me da henekê xwe li min dikir in. Me bi herriyê ji xwe re karekterên bakûganê çêdikir, diragon hertim yê min bû û hertim ez serkeftî dibûm. Lê nizanim gava niha lê dinêrim hîç balkêş nîn in, min qet pêşbînî nedikir ku ezê rojekê dev ji van xêzefilman berdim ji bo min tiştekî tirsank bû.:ddd



    28.10.2022 02:46 ~02:49 | bayê xerbî

    dengdanên dawîn (yên din..)
    tiştên ku mirovî xemgîn dikin [1]
    kurdên ku wêneyên Che Guevara parve dikin û wek çepgiran tevdigerin....
    vivaldi [6]
    Yekem geroka înternetê ku wê di nêzîk de kar û barên xwe li ser hemî p...
    heye ku [1]
    dibetî, îhtîmal, belkî, dibe ku wekî Bayekî hûnik rûyê min mîna kêrê...
    hovalak [1]
    "hoyuk” a tirkî ye. Gir, mitik, bilindahiyên ji çiyan biçûk ku j...
    seks [1]
    Temenê min ji bo vê çalakiyê ne guncaw e.....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ben deliyim

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî