Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
dagirkirina rûsyayê ya ûkraynayê - tirşik
dagirkirina rûsyayê ya ûkraynayê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. êrîşeka dagirkerî ye ku di 24ê sibata 2022an de ji aliyê Rûsyayê ve despêkiriye.
Demek dîrokî ye.
Di dawiya vê yekê de yan dê dewleta Rûsyayê perçe bibe û ji holê rabe (ger rûsya wenda bike), yan jî şerê sar yê Rojava-Rojhilat dê zêdetir bibe. Ger rûsya li ûkraynayê bigihije armanca xwe dibe ku Nato belav jî bibe.



02.03.2022 05:18 | cinorek

2. Êrîşa destpêka şerê cihanê ye. Vîladîmîr pûtîn haziriya xwe ya şer a ku bîst salî bi vê êrîşê û îlhaqê xiste merîyetê. Wer xuya dike xwe ji kesî re naçemisîne û hesabê tu kesî nake. Niha dewletên natoyê û ewropa bi cezayên aborî li hember rûsya derdikevin û bi alîkariya dayîna çekan piştgiriya ûkraynayê dikin. Niha rûsya ji warê aborî û statuya navdewletî gelek kete bin zextê. Êdî ji şer pê ve çi rê li ber pûtîn nema. Ger emerîka midaxilî şer bibe, çîn û koreya bakur jî di amadebaşiyê de ne. Lewra kîm yong ûn dîsa dest bi cerbandina moşekên nukleer kir û derdorê ditirsîne. Herweha îro daxuyanî daye ku gotiye bila gerdûn ji şerê cîhanê yê sêyem re amade be. Piştî van dewletan îran jî li pişta rûsyayê ye. Niha herçiqas tirkiye xwe weke bêteraf bide xwuyakirin û yek ji dewletên natoyê be jî, dixwaze rûsya biser bikeve. Loma jî di hilbijartina derxistina rûsyayê ji konseya dewletên yekbûyî de raya xwe bikar neanî. Her weha diyar kiriye ku wê tu cezayên aborî jî li ser rûsya nesepîne.

Belê ji me kurdan re wateya vî şerî çiye. Rûsya dijminê kurdan e. Yekser jî li rojava hêza yekem ya li hember statuya kurdan e. Li sûrî dixwaze kurd vegerin berya 2011an û tenê wek xweseriyek şaredarî bimînin û artêşa wê beşdarî artêşa sûrî bibe. Ev yek jidestana hemû destkeftiyên kurda ye. Li îranê û rojhilat dîsa hêza yekem e ku piştgiriya dewleta îranê dike ku dewletek dagirker û barbar e. Li başûr bi destê hêzên di bin desthilata îranê ên weke heşd el şabî, ji sedî 51ê axa kurdan ji wan stend e. Li her çar parçeyan dijberî berjewendiyên kurdan dixebite û ger biser bikeve wê bo kurdan nebaş be.



03.03.2022 02:26 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
jan dost [1]
rewşenbîrekî wêrek e. Dikare bê tirs her kesî rexne bike, çi partî be...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
berhev 2/şervan zana-Turan şen/belapêjgarî (youtube: i5sRahuI...
belki ev jî bala te bikişînin
» dagirkirina rûsyayê ya ûkraynayê

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî