Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 9 peyam
    eta nehayî - tirşik
    eta nehayî

    Navê mijarê ya ewil ev bû:eta nehayi
    (1) (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. niviskarê romana "Li pey qedereke winda: Gulen Şoran" e . ev roman ji romanên herî xweş yÊn kurdî ye. di demek nêzde romanek wî din jî bi kurmancî dertê disa avesta çap dike. ji aliye xwedevanên kurdî ve ji gelek hat ecibandin...



    2013.10.11-14:14 | arami

    2. roman wî ye duyem ji weşanê avestayê derçûye,ya yekemîn siper bû,em li bendê bûn.di kovara diwar de hevpeyvîneke wî hebû gelek dilsoz xweşbêj bû.serkeftî û zîrek e,divê teqez were xwendin.



    2013.11.08-23:04 | tivirloismail

    3. Romana wî ya duyem jî Jİ bo zaravayê kurmancî lihevanîn "Balindeyên li ber bê" an jÎ bi şêwezarê wê ye rasteqîn "Balindekanî Dem Ba" . Nivîskar bi rastî jî xwendevan bi lîstekeke edebî re rû bi rû dihele. Bi şêweyê postmodern hatiye nivîsîn, dengê nivîskar her di romanê bangî we dike dibêje:" ji min bawer nekin ez henekan dikim*". Bi rastî romannûsekî hêja yê.



    2015.04.09-15:16 ~19:07]| pîremegrun

    4. Ji balindekanî dem ba

    "Te bi xwe re bidim

    Her cihî

    Tew te dibim cihekî ku nabe tu lê bî"

    wêşanên Avesta,2013,rp70.



    2015.04.09-15:19 ~19:07]| pîremegrun

    5.









    romana wî ya sêyem ji bo çapa kurmancî amade ye, abdullah keskin ewilîn rûpelên “grewî bextî helale” li ser youtubeê xwendiye û min jî veguhêzand nivîsê:

    Ev qedera te ye Helale ku xencerek çiya bi çiya, bajar bi bajar û welat bi welat bi dû te keve ta li vir, li Stockholmê, li taxa Flemingsbergê, qata çaran a avahiya hejmar 18 di sînga te de biçike. Xencereke destik kareban, serê destikê wê serê qertelekî hesinî, bi nikil û devê vekirî, çavên wî jî du çalên reşetarî.

    Kî dizane xencera vêga di kalanê xwe de windayî, girêka șû- tika çend nifşan ji peyayên welatê kevir ceribandiye? Kî dizane sînga çend nifşan ji jinên welatê baranê hilçirandiye? Vêga jî xwîn ji devê wê xencerê diniqute Helale. Xwîna te ku tu li ser textê odeyeke biçûk a nexweşxaneyê ramediyayî, dilê te birîndar û rûyê te zer û aram e.

    Perestarek ji wan keçên swêdî yên bejinzirav ku te jî fena mêrên koçber ên rojhilatî pesnê bedewiya wan dida, li dora textê te çerx dibe. Perestareke cilspî, perestareke porzer û çav hêşîn... na, çavên wê ne hêşîn in Helale, ne kesk in jî, rengekî xweşik ê din in.

    Çi ji te re pêwîst be perestara cilspî ji te re pêk tîne, wek ta niha ji te re pêk aniye. Ode û textê te rêk û pêk kirine, du serum jî li ber serê te daleqandine. Yek ji wan aveke zelal û ya xwîneke geş û sor, dilop dilop diniqutînin damarên te yên tî û ziwa, da wan vejînin; da te vejînin.

    Da tu dîsa bijî, nola guleke çilmisî di guldankeke bêxwedî de ku destekî birehm wê av bide. Tu hest bi dilovaniya wî destî dikî Helale. Ez piştrast im tu hest bi her tiştê li derdora xwe dikî. Bi liv û tevgera perestara te, bi niqutîna dilopan, bi vîzevîza monîtora ku hêla man û nemana te dipîve, bi çirkeçirka mobayîla Mecîdê birayê te...

    Mecîd li ber deriyê odê mijûlî telefonkirinê bû. Pêkan e li hejmara jina xwe Ferîdeyê digeriya, da jê re bêje ew nikare here pey wê û zarokên xwe yan dibe ku li hejmara kesekî din digeriya, hejmara Apê Fetah. Apê wê Fetah li Stockholmê bû. Xwişka wê Gulale li Orebroyê, dê û bavê wê jî li Kurdistanê bûn.

    Karê perestarê qediyabû. Berî ji odê derkeve, rûnivîna çîkspî ta gerdena Helaleyê kişand. Di bin çarşevê de, destê xwe dirêj kir û bi pêçiyên xwe yên zirav û nazik, bi hêdî pêçiyên Helaleyê guvaștin. Wek ku jê re bêje, tu vêga çawa yî? Êşa te heye yan na?

    Çi êşeke wê ya ecêb heye êşa xencerê! Pêşî ew êşa wê nebû, pêşî êşa pêvedana kêzikekê bû. Mar na, dûpişk jî na, êşa pêvedana şandelîkekê ku bê dawetname û vexwendin li ser sînga wê lûsiyabe û gava Helale bêhemd ji lûsîna wê destê xwe hildabe, ew gez kiribe.

    Di bin memika wê de, ew gez kir. Helale veciniqî. Serê xwe daxist û awirên wê yên erjeng û tirsiyayî daqûlî bilindî û nizmiya sînga wê bûn. Kirasê şîn ê li xwe dît ku li ser dilê wê sor bûbû. Deqeke biçûk ku hino hino tîrtir û mezintir dibû. Mezintir û tîrtir dibû. Demeke dirêj neçû gava hemû kirasê wê yê şîn sor bû, sorekî geş û bedew. Got: "Şêro, ev kirasê sor li min tê?"

    Laşê wê germ bû. Çavên wê mij û xumam girtin. Mijeke ecêb dinya li ber çavên wê tarî kir. Di nav mij û moranê de dît Şêrzad heyirî û matmayî li wê dinihêre. Dilgiran û erjeng li deqa sor a li ser kirasê wê mêze dike. Şêrzad bi lênihêrînê re, herdu destên xwe dirêjî wê kir. Pêkan e da wê hembêz bike, wek hemî carên din ku ew hembêz û maç dikir.

    Lê vê carê ew hembêz nekir. Bi herdu destên xwe ew dehf danû ji xwe dûr xist. Herdu destên Şêrzad jî sor bûn. Hembêza wî jî sor bû, sorekî deqdeqî yê kirêt û bêmirês. Ew bi xwe jî kirêt û bêmirês bû. Ji kirêtî û bêmirêsiya xwe ya hertimî kirêttir û bêmirêstir bû.

    Helale ji ber dehfdanê ket û bi ketina wê re qirpêniyek bilind bû. Qirpêniya serê wê bû ku li piyê darîn ê qenepeyê ket. Qenepe xijikî û serê wê neqleke din li bin guhê erdê ket. Çavên xwe, ku pêkan e di dema ketina xwe de girtibin, vekirin.

    Şêrzad vêga li ber çavên wê veziliyabû. Wek mirovekî ku ji nişka ve di nav mija odeyekê de bilind bibe û vezile, lingên wî li raserî jina wî mîna du stûnan daçikin, destên wî xwar û xêç dakevin û pêçiyên wî yên vekirî xema nefretê lê bikin.

    Argûşk û simbêlên boq û reş û berbijêrbûyî yên Şêrzad pêşiya çav û ebrûyên wê girtibûn. Serê wî yê biçûk li binbanê odê daçikiyabû. Jêrbanê odê xwelîrengî bû, xwelîrengekî tarî. Helale got: "Te karekî xirab kir Şêrzad. Qet nebe diviyabû tu li ber çavên wê zarokê wiha nekî ku..."

    Dirêjahî neda axaftina xwe. Di nav mija odê de çavê xwe li keça xwe gerand, li Arezûyê. Arezû nedît. Televîzyon dit ku pêxistî bû. Du zilam dîtin ku pêkan e bi hev re gengeşe dikirin. Li ser çi gengeşe dikirin gelo? Helale nizanîbû. Jê wêdetir komodînek dît ku tijî tiştên bedew bû. Tiştên bedew nedîtin. Pencereya odê ku hatibû girtin dît. Nîvê perdeya wê jî ku hatibû berdan dît.



    2020.03.24-23:47 ~2020.03.25 15:21]| tizbîkêş

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bêmoralbûna kurdan [2]
    bi rastî, ez jîyana xwe ya rojane de dikenim, nsn dixwim û vedixwim. Û...
    baweriya girêdayîna devê guran [2]
    Meseleya ku demên zarokatiyê dine bîra min. Li çiyayê millan (bi tir...
    halkların demokratik partisi [3]
    Partiyek baş e. Lê hemû hewl û enerjiya xwe ji bo tiştên neesas xerc d...
    mêr çi dixwazin [8]
    1-jin
    2-jîyan
    3-azadî. ...
    otopsî [8]
    Bi nasnameyê em derbasî yenibosna adli tip kurumu bûn . Di d...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » eta mihemed hecî mehmûd

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî