1. yek ji cejnên dînê îslamê ye ku vê cejnê de 2. tişta ku me herî zêde jê hez dikir, weke nuqteyekê xwîna qurbanê li nîvê nava eniya xwe xistin bû. bêguman ya herî xweş, berhevkirina şekiran bû. |
|
2013.10.11-21:07 |
simurg56
![]() |
2. Wele qardasim ev cejin jî û hemû cejnên olî jî, cejnên teqteqokan e(patpat) li amedê ma cima hûn xwar rûdênin û xwar diaxivin? carekê jî xwar rûnên û rast biaxivin bimbarekno..! |
|
2013.10.12-14:20 |
dîno
![]() |
3. li cizîrê jê re eyda haciyan tê gotin.. |
|
2013.10.12-18:22 |
endazer
![]() |
4. cejna buye sedema betlaneya 9 rojan. |
|
2013.10.13-22:28 |
azadixwaz
![]() |
5. bi kirdî/zazakî: roşanê hecîyan yan zî roşanê qurbanî |
|
2013.10.13-23:59 |
kurdane
![]() |
6. cejna dînê îslamê ye. li ser bingeha cîroka brehîm pêxember tê pîroz kirin: xwedê (biborînin: allah) ji brehîm re dibêje kurrê xwe bo min bike qurban, wî serjê bike; xwelîserê brehîm jî dixwaze vê fermana xwelîser pêkbîne û kurrê xwe serjê bike. kerê datîne ser qirika kurê xwe û berî ew serê kurê xwe jêke, allah jê re dibêje "stooooop". kêfa xwedê gelek hat ji ber ku brehîm gurra wî kir û lewma jî rehm ket dilê allah û ji brehîm xwest ku li şûna kurrê xwe berxek serjê bike weke qurban. ji bo pîrozkirina vê stûxwariya brehîm li ber allah, îro cejna qurbanê dikin, ango hemû tişt tenê ji ber ku kesekî xwestibû kurê xwe serjê bike. . |
|
2015.09.24-23:00 |
hola êzîda
![]() |
7. (bnr: eyda mezin) |
|
2015.09.24-23:02 |
dijber
![]() |
8. cejneka ji alî misilmanade tê pîrozkirin, îda ji bû xwedênegiravî misilmanên tirk qurban jêbikin û goştê wî bibin têkin dolabên bûzê an bibin bidin weqfa mihemedcîkê.. belî xwedê qebûlneke û ewê neke jî ger qebûl bike ez xwedantîya wî qebûl nakim em di serîde bazara xwe bikin. |
|
2015.09.25-01:20 |
shorbevan
![]() |
9. cejnek çandî ye. di quranê de behsa vê cejnê nayê kirin û behsa serjêkirina qurbanê jî nayê kirin. yanî çîroka ku li jor behsa wê hatiye kirin ku qaşo wê pêxember kurê xwe bikire qurban fîlan hemû derew in û tu bingeha wan di quranê de tune. |
|
2015.09.25-10:54 |
simurg56
![]() |
10. Mirov qurbanêk kari bike 3 behr. Yek ji bo feqîr û jara ye. Ya dûyê ji bo cîran û xizmê mirovî ye. Ya sêyê jî ji bo mala xwe dikari raki. Mirov çiqas feqîra re bibe alîkar gelek baştir e. |
|
2015.09.25-18:36 |
behdînan
![]() |
11. Cejna ku îsal jî bû sedema rijandina xwîna heywanan. Lê me têr qelî xwar haa * |
|
2015.09.25-20:17 |
brusk56
![]() |
12. cejna ku her sala dibe sedema şerê misilman û heywanhêzan * |
|
2016.09.05-11:41 |
bûtîmar
![]() |
13. cejna a 2016 îroye hinek dereng li we hat pîrozkirin îdare bikin, em hevî dikin nebe sedema aşitiyê biratiyê.. * |
|
2016.09.12-14:13 |
shorbevan
![]() |
14. Cejna ku îro tê pîroz kirin. |
|
2018.08.21-10:10 |
xelîl
![]() |
![]() |
yekemîn civîna nivîskarên tirşikê li ser twitter spacesê [2] |
![]() |
meha rojîyê 2021 [1] |
roja ku gelê kurd ji destên pkkê û pdkê filitîn [1] |
|
![]() |
sofî omer [1] |
![]() |
alfabeya soranî [4] |