Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
komkujiya enfalê - tirşik
komkujiya enfalê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. komkujiyeke li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên partîya Baas ê (saddam). Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.

Di dema ku çavkaniyên serbixwe jimara kuştiyan di navbera 100,000 û 150,000 de texmîn kirin, tê texmîn kirin ku 100,000 jinên jinebî ne û hejmareke zêde ya zarokan jî sêwî mane. Ji aliyê din ve Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî navê zêdetirî 17,000 kesên ku tenê di sala 1988’an de “wenda bûne” berhev kir.

14ê Nîsanê roja bîranîna qurbaniyên Enfalê ye.



14.04.2022 01:22 ~01:27 | wulfila

2. yek ji komkujiyê mezin ku hatiye serê kurda ye. tiştê ku dilê min diêşîne ew e ku hin kurd dibêjin Xwezî saddam ji aliyê DYA'yê ve nehata binçavkirin.



15.04.2022 01:08 | pênûsa westiyayî

3. Seddam û heramîyên wî navê vê jenosîdê ku wan ji Quranê girtibû, danîbû ”Enfal”. Enfal mana xwe ”xenîmeta şer” e. Belê rast e, Seddam ne tenê Kurdistan wêran kir, mêrên ku destê wan sîleh digre kuşt, her weha wek DAÎŞa îroyîn, bi dehhezaran jinên kurd ber bi çolên Ereban ve mecbûrî koçberîyê kir, wek ”xenîmeta şer” dest danî ser wan, tecawuzî wan kir û hinekên wan li sûkên dewletên Xelîcê firotin. Hîn îro jî li deverên Ereban, gorrên komkujîya Kurdan dertên holê.



01.07.2022 22:30 | evcebarê pirê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» komkujiya şengalê

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî