Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hayao miyazaki - tirşik
hayao miyazaki
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. derhênerekî sînemayê anîmasyona japon e. herî mezinê derhênera sînemayê anîmasyon jî ew e. em dikarin, wî wekî mîmara anîmasyonê jî bibîne. ev jî wî dike hunermendê manga û anîme. babeta fîlmên wî piranî li ser zaroka ye û lehngên wî jî hema em bibêje giş keçik e.



çend fîlmên wî:

the castle of cagliostro (1979)

nausicaä of the valley of wind (newala bi ba -1984)

laputa: the castle in the sky (laputa: kela li asîman -1986)

my neighbor totoro (cîrana min totoro -1988)

kiki's delivery service (1989)

princess mononoke (1997)

spirited away (2001)

howl's moving castle (2004)

ponyo on the cliff (2008)



11.10.2013 23:45 | biruya hayao miyazaki

2. japonê ku kurdiya wî têra xwe baş e.



08.03.2014 23:35 | simurg56

3. derhênerê ku ez herî pir jê hez dikim, e. wî, isao takahatayê derhênerê fîlma hataru no haka, Û kesekî din studyoyek bi navÊ ghibli vekirine û di wê derê de animeyÊn xwe çÊkirine. xebata hayao miyazaki ya ewil animeyeke ku li ser dizekÎ navdar, rupan sansei, ye. navê anÎmeya wî jî rupan sansei ye. wi bi hevalê xwe isao re vê animeya di salên 1971 û 1972an de kişandiye. li gor wê demê animeyek pir kêrhatî çêkirine. piştî vê animeyê xwestiye ku fîlmekî jÎ bikişîne Û dîsa li ser rupan sansei di sala 1979an de fîlmek kişandiye. navê fîlma wî ya ewil rupan sansei: kariosutoro no shiro ye. fîlmÊn wî ên din:

kaze no tani no nausicaä - 1984

tenku no shiro lapyuta - 1986

tonari no totoro - 1988

majo no takkyubin - 1989

kurenai no buta - 1992

mononoke hime - 1997

sen to chihiro no kamikakushi - 2001

hauru no ugoku - 2004

gake no ue no ponyo - 2008

kaze tachinu - 2013



ji xÊynî vana çend kurtefîlmÊn wî jî henin. animeyên wî yên din: Mirai Shounen Konan, Meitantei Holmes. miyazaki di animeya navdar, heidi de jî xebitiye. li gor min fîlma wî ya herî xweş Sen to Chihiro no Kamikakushi ye û heta li gor min ev anime-fîlma herÎ xweş a heya aniha hatiye kişandin, e. wî îsal fîlma xweya dawîn* kişand û xatir ji me xwest. ez bi vê pir xemgîn bûme lê ka ez çi bikim.. lawê wî goro miyazaki jÎ derhêner e lê nabê neynûka bavê xwe. li gor min miyazakî dev ji sînemayê bernade û ewê ji bo lawê xwe senaryoyan binivîse.



09.03.2014 00:06 | mergehez

4. nivîskarê wendayî ye.



26.10.2014 11:59 | berxweda

5. fîlme wî bi rastî gelek eceb in.Hecî temaşe bike ye beje min wellah tu rast dibeje.



24.03.2015 23:10 | mîr bedirxan

6. Derhenêrê bi aliyê hemû zarokên bayîzdê ve baş tê zanîn e, çikû min hemû anîmasyonên wî yek bi yek da temaşekirin ja me li ser xeberda, nîqaş kir em tev lê kenîyan û hew... Ji dewsa wan qirêjîyên li ser navê perwerdê ji zarokan didin jiber kirin xwezila li her dibistanê fîlmên wî mirovê xweş bidin temaşekirin.
hîç ji bîra min naçe dema xwendekarê min memo girtibû digo illa bibêje tu herî zêde kîjan fîlma apê heyo (erê me wisa digot ji nav xwe de) hez dikî? Ez bi rastî fikirîm lê min nikaribû biryar bidim gelek caran cînara min tototoroyê hez dikim carna Kikiyê lê gelek caran jî spirited awayê. Veca dipirsiya; mamosto tu "îro" herî zêde kîjanê hez dikî *))
ku min ev belgefîlma temeşe kir rêz û hezkirina min a li hemberî Miyazakî zêdetir bû Here lînkê Welhasil gotin û qisaya li ser Hayao Miyazakî xelas nabe.



11.04.2018 16:52 | jifêzagorda

7. nhk (Japan Broadcasting Corporation) dokumanterek qala hayao miyazaki di malpera xwe de diweşîne: 10 years with hayao miyazaki. du beş in. miyazaki destûr daye tenê yek kesî ku wî bide ser fîlmê. di beşa pêşîn de pêvajoya çêkirina ponyo on the cliffê tê ser dîmenderê û temaşevan dibîne ku afirînerê me yê delal mîna dayikên helkî yên ku bi êşa zikê xwe, xwe diavêjin vê derê û wê derê, fîlma xwe ya nû difikire û riya xwe ava dike. gelkî kêfa min jê hat.

dokumanter nîşan dide ku miyazakî ketiye bin neleta my neighbor totoroyê ku fîlmek wî ya serkeftî ye û pir jê hez dikim. piştî vê fîlmê/totoroyê tu lehenga fîlmên wî qasî wê nebûye navdar û bifikirin ku piştî wê, fîlmek wî xelata fîlma herî baş a oscarê standiye ku ji her aliyê ve ev cara yekem e di cîhanê de. lê nelet nelet e.

her wiha destûrê nedaye layê xwe goro miyazaki ku fîlmê bikişîne ku fîlma wî ya bi navê tales from earthsea bi rastî jî di bin bandora bavê wî de maye. di dokumanterê tê dîtin, hayao bo layê wî nekeve bandora wî jê direve.

(vebijarka tirkî jî di jêrenivîsan de heye)
Here lînkê



04.04.2020 21:32 ~21:46 | biruya hayao miyazaki

8. Fîlma wî ya nû the boy and the heron (lawik û masîxwer) li Tirkiyê jî ketiye vîzyonê. Bi kelecanî ez ê herime. (⁠✿⁠ ⁠♡⁠‿⁠♡⁠) ji fragmana fîlmê fêm dikim ku bi rastî gelek şopên fîlmên wî yên din jî li ser fîlmê tê dîtin, hema belkî hemû.





28.10.2023 09:52 ~09:55 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hayao miyazaki

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî