Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
çetin oraner - tirşik
çetin oraner
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hunermendê ku zêdehî bi tirkî û carna jî bi kurdî stranên protest dibêje. xelkê nevşehirê ye lê li almanyayê mezin bûye. Dema parêzvaniya (bodyguard) ahmet kaya kiriye bi dengê xwe yî xurt pêş dikeve û ahmet kaya nêzi 10 sala ewî li cem xwe digihêjîne ew jî ji ahmet kaya re him dibe parêzvan him dibe xwendevan. Ahmet kaya ji bo wî dibêje "çetin, ezê hundirê min da ye" û "ev deh sale ez hunerê wî hîn dikim bi rastî ez zehf westiyam

, piştî min çetîn ê were". piştî mirina ahmet kaya ji bo wî strana ahmedo bira nivîsiye û gotiye


. Li roportajekî de ji wî dipirsin dibêjin tu tirk î ji ber çi stranên ser kurda û çend stranên kurdî dibêjî, ew jî dibêje dayîk û bavê min şoreşgerên çepgir bûn, ji min û birê/xwişka min re hîn kirin ku piştgiriya kesên mazlûm bikin, li tirkiyê kesên mazlûm kurd in elewî ne û karker-kedkarên tirk in ji ber wê yekê ez stranên wiha çê dikim (https://www.evrensel.net/haber/244497/sanatcinin-yeri-emegin-yanidir). 15 sal berî niha dest bi hîn bûna kurmancî kiribû ez bawer im hinek hîn bûye niha, strana wî ya bi navê "em zarokên amedê ne (2010)" da gotinên kurdî jî derbas dibûn û gorî yekî paşê ziman hîn bûyî, telafûzek xweş ser hebû

û çend stranên din jî bi kurmancî gotiye. Stranên camêrî her çiqas zêdehî navbera têkilî û pêwenda min nebe jî min heta niha gelek stranê wî bihîstiye. Strana ahmet kaya dibêje bi navê "oy benim canım" gotinên wê stranê çetin oraner nivîsiye û diyarî ahmet kaya kiriye lê ewî jî stranê gotiye


Ev nêzî 10 salane li almanyayê şaredariya munihê da encûmen e (partiya çep ê almanya da). Hinek zehf lê hez dikin ji ber enternasyonalîstbûna wî, hinek jî wî rexne dikin, ez hez nakim tu şîrove li vir bikim. Ji bo dema behsa jêkirina baxçeyên hewselê hat kirin, bi navê "hewsel bahçeleri" stranek nivîsiye û gotiye.

Bûyerek e pirr balkêş û trajîkomîk da jî rol hildaye. Sala 2007 da bernameya seda sayan li kanal d yê hebû û ez difikirim ku hûn texmîn dikin bernameyekî çawa bûye. Ewî jî albûma xwe da stranek bi navê "hayat bir şovmuş" derxistiye û wir him kapîtalîzmê him jî medyaya ku gel radizîne û rastiya li wan dûr dixe pir rexne dike. Navê bernameya seda sayan jî "seda sayan şov" bû û dema çêkirên bernameyê, qaseta çetin oraner dibînin ku porê wî dirêje û navê strana wî hayat bir şovmuş e dibêjin ev hûnermendekî pop muzîkê ye û wî dawetê bernamê dikin bi taybetî jî dibêjin vê strana xwe bêje ( bi playbackê tabî), ew jî derdikeve bernamê û strana ku serî heta neynokê ên mîna seda sayan rexne dike dibêje û seda sayan û ên stûdyoyê jî bi stranê re reqs dikin. Piştî bernamê ez nizanim çi gotine wî lê piştî vê bûyerê êdî navê çetin oraner qet carekî jî li televîzyonên tirkiyê nehate bihîstin.
Bernama seda sayan:


Çetin oraner behsa çûyîna bernamê dike:




Dîskografiya wî:
Canı Cehenneme
Em Zarokên Amêdê ne 2010
Yangınlar Ülkesi · 2003
İstanbul Tanığımdır · 1998
Pişman Değilim · 2006
Ahmedo Bıra
Gel Yar
Birazdan Kudurur Deniz
Düşlerim (Yasadışı Yüreğim) · 1992
Deryasın Sen
Hayat Bir Showmuş
Heli
Yanacaksam Yanayım
Seni Düşünmek
Böyle Biter Mi
Ay Dolana
Turuncu Gemi
Seni Sevmek
Gitme
Yangınlar Ülkesi · 2003
Nen Lori
Yaralıyım
Oy Benim Canım
Yanıldıysam
Sen Yürürsün
Weylo
Yol Uzun
Hewsel Bahçeleri
Düşlerim
Sen Gelince
Sonbaharda
Ateşten Günler
Karanlıkta
Sevdam Acı Çekiyor
Kırık
Yar Sana Ölem
Geliyor
Were (rûkena min)
...



24.04.2022 22:04 ~2022.04.25 12:48 | pêşewa

2. şagirtê ahmet kaya ye.



27.04.2022 23:28 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» çetin oraner

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî