Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dengê ajalan - tirşik
dengê ajalan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Borîn (borebor): Ga.
Çivtîn-çiftîn: Çûk, mişk.
Ewtîn (ewteewt): Kûçik.
Fişîn (fişefiş): Mar.
Girijîn: Kûçik.
Hîrîn (hîrehîr): Hesp.
Hokîn (hokehok): Hokehoka şivanan e.
Kalîn (kalekal): Berx.
Kazîn (kazekaz): Kazekaza kûçikan.
Kûzîn (kûzekûz): Se-kûçik.
Melîn (melemel): Pez.
Mirijîn (wekî, dimirije tê bilêvkirin): Gefxwarina kûçikan.
Mirîn (miremir): Pisîk.
Newîn (newenew): Pisîk.
Nirîn (nirenir): Deve-gamêş.
Orîn (oreor): Dewar.
Qarîn (qareqar): Qaz, quling.
Qebîn (qebeqeb): Kew.
Qibeqib: Şêr.
Qijeqij: Qijik.
Qurîn (qurequr): Beq.
Şihîn: Hesp.
Varîn (varevar): Mirîşk-cûcik.
Vîçîn (vîçevîç): Çûk, teyr.
Vingîn: Mêşa hingiv.
Vizîn: Kelmêş-moz.

*Çavkanî, ji rûpela pirtûkekî, lê navê pirtûkê min nedizanî, min ji medya civakî dît.



30.04.2022 03:08 | xendekî

2. gelek cureyên dengê beqan hene. Beq dikin qurînê ”qurîna beqan,qurequra” beqan dizanîbûm lê belê di pirtûka beriya şewitî de ji bona dengê wan peyva “weqweq” hatiye bikaranîn. gotina “weqweqa beqan” ji min re seyr hat. An bikaranînek herêmî ye an jî wergêr şaşitî kiriye.
Mînak: dayîna min dibêje ku weqweqa beqan xew lê herimandiye. Û niha pir dixwaze binive. (r.55)



Dayîn: jina ku zarokên biyan dimijîne, dêşîr, dayikşîr



07.06.2023 01:34 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengê amerîka

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ajal zimanpeyv ajal zimanpeyv ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî