Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
bûyerên ku dilê tirşikvanan herî zêde xemgîn kiriye - tirşik
bûyerên ku dilê tirşikvanan herî zêde xemgîn kiriye

Navê mijarê ya ewil ev bû:bûyerên ku dilê tirşikvanan herî zêde xemgîn kirine
(21) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. meteka min heye. xwedê dirêj bike, temenê xwe qasê 75 salî ye. dema em zarok bûn ji me re çîrok digotin. çîrokbêjek pir rind e. tirkiya xwe ne baş e. lowma em giştkî jê re bi kurmancî deng dikin (diaxivin). bi xêra wê zarokên mala me hemûyan kurmancî hû dikirin.

neyse. ez werim ser mijara ku min dixwest îro li ser biaxivim.

lavikê meta min demek berê bi keçikeka tirk re zewicî. keçeka sînopî ye. ez şermezar nakim. keçik ne nijadperest e. min tu carî nedîtiye ku ew dew dirêjê zimanê me dike û rexne dike. lê ya ecêb ew e ku piştî ku lavê meta min zewicî, lavê meta min bi xwe gelek guherî. ji eslê xwe, ji zimanê kurdî şerm kir.

doh min xwest ez telefonê meta xwe bikim û êdiya meta xwe pîroz bikim. min telefon kir, meta min hilda. min weke her wextê başlê kir bi kurmancî deng kir. meta min jî bi kurmanciya xwe ya xweş deng kir. lê li odê dengeka hêrrs bûnê hat. lavê xwe li meta min re digot: ‘sana kaç defa söyledim, türkçe konuş!’

li ser wê yekê,

meta min jî got ‘temam’ û bêçare başlê kir bi tirkiya xwe ya kêm deng kir.

‘iyiyim, sen nasılsın?’ ‘ne zeman gelecaxsin?’...

pişti çend hevokan tirkiya xwe xilas bû.

ji xwe kêfa min jî çûbû me axaftina xwe qedand.

halbûkî ger me bi zimanê xwe bipeyivî bûya, dê meta minê demek dirêj qala rabirdûyê bikira. qala wan demên koçeriyê, deşt û zozanan, zarokatiya min hûrik hûrik bikira.

çi heyf. ew 2 roj în ez bi wê bûyerê xemgîn im. bi rastî kesên ku herî zêde ji kurdî nefrert dikin ne tirk in. ew kurd bi xwe ne.



04.05.2022 05:56 | cinorek

2. Buyera ku min îro bihîstiye. Piştî ku min bihîst lawikek kurd bi pey keçikek laza ku asîmîle buye û xwe kiriye tirk ketiye û bi ser de axaftina kurdî ji xwe re heram ji malbatê re qedexe kiriye, ez xemgîn bûm û hêrs bûm.



04.05.2022 12:42 | tîrêj zana 21

3. kurdên haya wan ji qûna xwe nîn e, radibin di civata xwe de kurdî qedexe dikin ji bo yekê nekurd, piranî ji bo hevjîna/hezkiriya xwe, xemgîniyeke nedîtî bi min peyda dike.

ew kesên bişaftî ewqas ji xwe bawer in, heyfa min bi wan tê. ehmaqê herî mezin li ser dinyayê ne lê haya wan ji xwe nîn e. bi qur'an û bi xwedê heyfa min bi wan tê. rip û rezîl in.

ew hişkbûna wan ji ya dewleta tirkiyeyê derbas bûye. ji nijadperestên tirkiyeyê wêdetir, astenga herî mezin li ber me û zimanê me ew in, kurdên bişaftî. dikim wan bikujim, lê qaîdeyên min ên kurdayetî dikevin bîra min: lazim e kurd bi hevûdin re pevneçin, zirar nedin hevdu. ji ber vê yekê rêyeke din ji me re lazim e, hevalno.



04.05.2022 20:00 ~20:06 | mirovekirind

4. Xemgîniyê zêdetir Meriv ji xwe şerm dike û meriv pê bi hers dibe.
(bnr: meseleyên dema tên bîra mirov mirov fedîkar dibe)



05.05.2022 22:59 ~23:00 | bûtîmar

5. Bûyera ku gotinê di qirika mirovî da dihêle.
Tenê ez ê vê bêjim: heyffff



06.05.2022 00:13 ~00:13 | xabûrî

6. Wextê ke kadrî yildirim şî rehma Homayî ez zaf xemgîn bîbî. Hama zî wextêk raştê ci yena ey xemgînîya mi teze bena.



06.05.2022 21:13 | kajav

7. Bûyera ku îro hatîye serê min.
Do li ber danê êvarî gava nasek min teşqelekê derbas kir, min biryar da ku li ser navê wî nankê û kîsek xwê bikim setqe ku bikeve ber qeza û bela û bibe sitar jê re. Îcar vê êvarî gava ez li ser rêya malê bûm ketim sûkê min naneke û kîsek xwê rahiştê û heqê wan da. Dû ra li ser rêya xwe min pîrekekî ku temenê wê ji 50 salî bihirîbû dît, ku çixareyek li devê wê, wilo belengaz û feqîrokî li bin siya darekê bû û Pala xwe dabû wê darê. Min bi xweşikayî got" êvara te bi xêr xaltîkê, qey tu vî nanî ji dest min nagire?" Jinikê ji niviştekê bêhna xwe teng kir û wextî arîya çixara xwe avêtiba ser çavê min destê xwe hejand û got " na navêm, her ji vir bicehime!"
Ez heft ecêbmayî mam, dibê ku ji nefsa rebenê re giran hatibû yan îro bêhna wê teng bû nizam lê tiştê ku ez dizanim dema yek bihêle ku evdek Xwedê teala were û qencîkê li mero bike, ev jî tiştek gelek mezin e û bi qedr e.
Nîşe:
Û tiştek din tirşika delal û hêja, gava mero bixwazi qencêyek bike êdî dizanim qenciya mezintir ew e ku mero rûyê zarokan bikenîne û dilê wan xweş bike. Hama 10 15 çiqolatan bikirim û li ser rê min xwe gihandiye kîjan zarokî bidimê xêrtir e û çêtir e((:



11.05.2022 01:26 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûyerên ku dilê tirşikvanan herî zêde xemgîn kiriye
» dilê xwe birin tiştekî
» herîsork
» zêdek
» xemgîn û dil peşew im

Kategoriyên mijarê:: geruturistik tirsik geruturistik tirsik geruturistik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî