Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
iclal aydın - tirşik
iclal aydın
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. berî her tiştî, li ser navê mirovatiyê, ji berxikên ku li jêr qala wan tê kirin, lêborînê dixwazim. xwedê cihê we bike cinnet.



iclal aydin, pêşkêşvan û lîstikvanê tirk ê esil-kurd e ku asîmîlebûna xwe bi serbilindî vedibêje.

nizanim li ku bû lê di hevpeyvîneka xwe de digot ku bapîr û dapîra wê qet tirkî nedizaniyan. wexta ew bixwe zarok e, mamosteyên taybet digirin ku keça wan hînî tirkî bibe. dema ku ev xanim li organîzasyonekê de xelata "tirkî-axaftina her baş" distîne û bi vê bûyerê malabata wê bi wê serbilind dibe, pê şanaz dibe û ji bo vê bûyerê nizanim çend berxikan dikin qurban.



kengê vê ...'ê dibînim, hişê min ji nû ve û dîsa jê diçe. kurteya jiyana wê wisa ye "malabatek kurd, ji bo ku keça wan nebe kurd, serweta xwe xerc dikin û dawiyê de wê têdixin nav tirkan û niha ewqas gihana armanca xwe ku êdî ji hev û din qet fêhm nakin."

erê vê jinikê baş nîşan daye ku, kurdek dikare bêveger tirk û kes jî nikare wê û tirkek ji hev veqetîne.



12.10.2013 09:45 | simurg56

2. tehlê



12.10.2013 12:39 | arami

3. li tirkiyê kecek/jinek ku rûyê wê xwesik be û picekî jî bejn û bala wê li cî be, dikare bibe her tist! her gav û kêliyê amadeye ku hinan bi awayekî ji awayan wê kesif bikin û bibe meshûr. ev xanima rûxwesik jî bi saya rûyê xwe yî xwesik bûye bi nav û deng û helbestên ku zarokên me yî gundî li ber wan bi kîloyan araqê vedixwin dixwîne.



12.10.2013 13:26 | dîno

4. ji kÎlometreyekî wêdetir mirov ji bêvila wê ya miqewr têderdixe ku kurd e.. bila heta êvarî here dersa şan û dîksionê bistîne.. bi xwudê çermê xwe jî biguherîne zimanê xwe jî jê bike her kurd e..



12.10.2013 14:06 | endazer

5. bi heft qûranan û heftê û heft caran bi mala xwedê û lalesê, ciqasî qîmeta qehpikên di kerxaneya amedê hebe li cem min, ewqasî qîmeta vê rûxwesika medyaya tirk li cem min nîne.



12.10.2013 14:09 | dîno


7. di wîkîpediyayê de ji bo wê wiha tê gotin: lîstikvana tirk. diya wê çerkes, bavê wê kurd (kürt kökenli) e. *

tişteke çawa ye yaw *



22.09.2015 14:06 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» iclal aydın
» aydın orak

Kategoriyên mijarê:: sinemalstkvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî