Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurmanciya mereşê - tirşik
kurmanciya mereşê
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hinek dibejîn kurmanciya sinemillÎ. ne tenÊ li mereşÊ te axaftin, ew devoka, devoka meletÎ, sarız, tifanbeyli, çemişgezek Û çend aliyÊn din e jÎ.



12.10.2013 16:33 ~2017.11.30 20:06 | cinorek

2. Çaxa we bi xêr!



12.10.2013 16:34 | cinorek

3. herçend gelek kes wisa bifikirin ku kurmanciya herî 'xirab' û 'asîmîlebûyî' ye, lê di rastiyê de gelek taybetiyên rêzimanî yên xweser tê de hene, herwiha çendîn peyvên ji tarîxa kurdiyê ku di devokên din de nemane di kurmanciya mereshê de hafiz in, wek junû, westa..



12.10.2013 19:44 | gordereş

4. kurmanciya ku piştî fîlma dengê bavê min, mirov bivê nevê dil dikeviyê..



(bnr: lalijîn)

(bnr: pesarî)

(bnr: go kerengo warê te go ba zane)



22.02.2014 04:16 | endazer

5. kurdÎye kÎ ecÊbe u kenÎna mirov tÎne.



sevdaymin bÎtmÎşnovÎ yarÊ - yanÎ dixwaze ku bÊje: evÎna min naqede yarÊ



hunÊ stranÊn grup seyran guhdar bikin dikarin şahÎdÊ mereşÎ jÎ bin.



04.04.2014 00:27 | hun çawane heval:)))))))

6. bêguman ji devok û zaravayê ku hun çawane heval pê diştexile xweştir e.. *



04.04.2014 14:03 | endazer

7. (bnr: nehat dîtin)



05.04.2014 00:10 | brusk56

8. kurmanciya ku çi dema ez diçim elbistanê ez dixwazim bibihîsim e.. dema hin kes di nava xwe de bi peyvin ez bi dizî guhê xwe didim wa bê ka ew bi tirkî en jî bi kurdî dipeyîvin. ger bi kurdî bê ez bi awayek baldar guhê xwe didim wa..li elbistanê demekî ez û hevala xwe çûn dikanek zêrînker de ku xwedi̇ yê dikanê kurd bû. Li dikanê jî çend muşterî hebûn ku ew jî kurd bûn. (Ji xwe li elbistanê tirk û sunî ji elewiyan û kurdan kirî –firotinê nakin) Çawa çêbû ez jî nizanim lê hema me cêhde dest bi axaftina kurdî kir. Dema dîtin ku ez kurdî dipeyvim gellek keyfa wan hat. Ji aliyê fêhmkirinê ve ji bo min ti pirsgirên nebû. Lê carna wa ez fêhm nedikirim.. Çi dema rêya min ket elbistanê û îşê min li dikana zêrînker hebê (ka xwedê zanê di imrê xwe de ezê çend carên dî herim) bê guman ezê herim vê dikanê. Bi rastî kurdên wê derê ji esnafên tirkan gellek baştir û bi me’rîfet in..



05.04.2014 01:34 | nan û av

9.



şanoyek li ser xwedêgiravî devoka mereşê an jî ya rastî sinemiliyê kişandinê ku bi pişadî temaşa kir..lê sed heyf yên kişandî devoka sinemiliyê qet rind nizanin, taybetiyên devokê baş nîşanî nadin..her wiha peyvên tirkî wekî bariş, insan haklari, demokrasi sûreç..hwd ku li cîzre jî xelk nabêjî pevajoya aştiyê, tune lê devoka mereşê weha nîn e..gelek kemasî tê de heye.. heta ku zaryê, zarokên hûr jî "iyi akşamlar" nabejin, dema kurmancî axaftin wekî, da evor li sar wa xwaş ba, dibêjin..

yên ku di şanoyê dilîzîn çend peyvan gelek caran dubare kirine, ku serê mîrov gej dibe, xwedêgiravî şanoyek kişandine.. belê mafê wan jî heye derfet hê jî tune lê dema ku siyaset ket pêşiyê zimên tiştên weha beredayî derdikevin holê, dîsa belkî derfeta wan çêkirinê hin tiştên baş tune lê yên di şanoyê de dilîzin hinek din baldar bibûyana baştir dibû...îmaja devoka sinêmiliyê xera dikin mixabin..çawa ku li hekariyê diaxfin mîrov dikarê bi avayekî xwerû bi devoka sinemiliyê jî biaxfê..belkî bi bandora pişaftinê ve edî yên baş dizanin hindik dibin jî..



12.01.2015 18:52 | havka

10. bi ya min bikin bila ji kurmanciya xwe re bêjin mereşkî, ka çiya wan ji ya wan camêrên bi êzidkî û dêrsimkî diaxivin heye? ez dibêjim derkevin û bêjin zimanê me zimaneke serbixwe ye û ne devoka tu zimanekî ye û kurd dixwazin me di nav xwe de bihelînin, heqê wa ye..




11. fîlma "dengê bavêmin" de kûrmancîya mereşê(gurgum) tê qisekirin.



gellek fîlmek xweş e tavsîye dikim.



12.01.2015 19:46 | tirşikçi

12. min rindika xwe wenda kir,
yeri yurdu belirsiz o.
ez çirbikim ez çirbikim.




23.09.2017 19:42 | cinorek

13.



20.11.2017 01:47 | bûtîmar

14. (bnr: kilamên mereşê)



30.11.2017 20:05 | cinorek

15. kurmancîyeka pirr nêzik kurmancîye me yê semsûrê ye, ez gelekî jê fehm dikim. Yên ku kurdîya xwe ê hinek baş be ji dikarin hemû hevokan fehm bikin. ji ber ku ti ferqek giring di navdarê kurmancîye mereşê û ê rojhilat da tune.

Ez bawer dikim ku em wek kurdan di wexta ka gelek nêzîk da yekitîyê zimanî xwe biafirînin.



04.01.2018 08:20 | aqilkêm

16. (bnr: fîlma elîf ana)



21.12.2022 05:08 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurmanciya farqîniyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî