Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
seîd gabarî - tirşik
seîd gabarî
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. seîd gabarî di 13ê nîsana sala 1956an de li gundê xirbê kejê li kurdistanê ji dayîk bû. weka tê bîra wî di heşt salîya xwe da dest bi hunera kurdî kirîye, û weka her kurdekî di wî wextî da, jiyana xwe di bin zilm û zorê derbas kirîye. dayika hunermend seîd gabari bi stran û dengê xwe tesîreka gelek giran da ser wî û hişt kû nêzîkî stran û awazê kurdî bibê.
di sala 1966 da seîd gabari nivîskar û helbestvanên kurd mamoste cegerxwîn, ku tor û çanda kurdî li cem xwendîye û seydayê tîrêj nas kirin. herdu mamostê mezin gelek alîkarîya seîd gabarî di warê hunerê de kirin. di sala 1967 hiznîyê Şêxî tembûrek diyarî da saîd gabarî, û wî ji wê rojê û pêve xwe bi xwe ferî lêxistina tembûrê jî kir. dengê seîd gabarî di sala 1969 li konsêrekê cara yekemîn kete kasêta.
di sala 1970 da ji ber stranek Şoreşgerî li konsêrek pir mezin li qamişlo hate girtin. pir îşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên kurdî lê qedexe kirin. lê seîd gabarî xwe tucarî ji stran û awaz û gotinên kurdî dûr nekir. piştre çarçove berfereh bû û gelek hunermendên bi nav û deng wekî mihemed Şexo û mahmud azîz Şakir nas kirin û wan jî pir alîkarîya seîd gabarî kirin.

ji bo malpera wî ya fermî Here lînkê



07.06.2013 15:18 ~2022.01.13 11:38 | endazer

2. antîdepresena kurdan e.. heçiyê nîv seetî li civata wî rûne û çend stranekî jê guhdarî bike êdî mirin bi dilê wî nakeve.. eger rojekî xwudê hez kir û zewicîm çi qas nas û dost hebin ez ê têxim dewrê de çi bo bê û di daweta min de bistirê.. heta hingî xwudê emrekî dirêj bidiye û ji qeza û bela bisitrîne..

beşek ji performansa wî ya vê dawiyê ya ji ber dawetekî hatiye girtin:





06.12.2013 20:41 | endazer

3. stranbêjê mirîya radike govend û dilanê jî jêre tê gotinê. kesê ku wi gohdar dike ti car mirin jêr tine ger bimrin jî disa wan radike govendê û dilanê. hunermendekî pir pir hêjaye.



13.04.2015 11:47 | shorbevan

4. Hunermendê ez sebeba korbûna wî meraq dikim



12.02.2017 00:39 | bûtîmar

5. wexte pêşmerge bûye, ji aliyê leşkerên seddam ve hatiye girtin. bi fermana seddamî, çavê wî kor kirine.



12.02.2017 15:22 | simurg56

6.



12.02.2017 21:23 ~22:01 | lawkegoyi

7. stranbêjeke gewre ye ji şengalê ye. ji rejima baasê ve hatiye girtin. xebero jê re gotine zimanê te an çavê te wî jî gotiye ez çi bêjim ê wekî dî bikin, gotiye zimanê min. çavê wî kor kirine. xwedê j'wan re nehêlê!



02.08.2018 18:03 | xwelî li ser

8. li gorî nûçêya dilbixwîn dara, di nexweşxaneya hewlerê de nexweş katiyê,xwedê bi pê re be




30.04.2020 10:38 ~10:38 | merwano

9. Îro koça dawî kiriye li nexweşxaneya Hewlêrê. Ev çendeke nexweş bû. Cihê wî bihuşt be. Saîdek din çû îsal.



30.04.2020 19:59 ~19:59 | xwelî li ser

10. Ewro şîyo rehma homayî. Xo dima kilam, hunerê xo verda û şi. serê keye ci û gelê kurdan weş bo.



30.04.2020 20:27 | kajav

11. li gorî twîtta dilbixwîn dara, nûçeyên ku li ser mirina wî tên belavkirin ne rastin:

Here lînkê



30.04.2020 21:47 ~22:32 | merwano

12. Dîroka Mûzîka Kurdî.Xweşmêr,stranbêj,awazê şoreşa Kurdistanê.

Awazkarê helbesta Seydayê Tîrêj ya bi navê Bilbilê Dilşadî.



01.05.2020 20:48 | jehr

13. çavê wi li bihuştê bun, ew ji çu cem çavê xwe
oxurbe hozanê hêja, te gelek cara buyi dengi evina dilê min.
bi sitranê te 10 km dimeşiyam ne xema min bu.
:'(
ez geriyam heleb u şam
min qiz nedi weke êlam
êlam jimin dur diket
ez brindar dimam



04.05.2020 22:53 | hak buddy

14. Duh 4ê gulana 2020an li nexweşxaneya Hewlêrê emrê Xwedê kiriye. Ev demek dirêj bû bi penceşêra pişikê ketibû û dihat dermankirin. Hozan û hunermendek bê hemta bû. Gelek helbestên seydayê tîrêj û yên Cegerxwîn ji wan stranên gelek xweş çêkir û gelek stranên gelêrî yên ji deverên cuda cuda da ber hev û bi dengê xwe yê xweş xist xizmeta hunera kurdî de. ji bilî kesayetiya xwe ya hunerî cihekê wî yê taybet û qedrgiran di nav civaka kurd de hebû. kesayetiyeke rengîn bû. yekî jêhatî bû. Ligel ku ji heşt saliya ve ji herdu çavên xwe kor bûn, rê neda ev yek jê re bibe asteng hînî lêdana tembûrê bû. ez ne xelet bim salên 70 an 80 ji ber zilma rejîma bees diçe Almanyayê û dibe welatiyê wir. Min guh li axaftina wî ya bi îngilîzî kir di hevpeyvînekê de, bi aksaneke hema bêje bêqisûr diaxivî.
Carinan li ser hin meseleyên civakî û siyasî vîdeo digirtin û diavêtin ser YouTubeê, mirov ji suhbet û axaftina wî têr nedibû. Kurmanciyeka wî ya xweş û fesîh hebû, bi kurmanciya gewr diaxivî dema diaxivî gelek xweş xwe li nav dida û pê de diçû.
xwudayê banî lê bê rehmê, cihê wî bike Cinet!



05.05.2020 05:41 | endazer

15. "ev çend salin li ser te ez kûr dinalim
te rojekî negot mala te ava..."





05.05.2020 14:25 | kalo

16. Min tenê navê wî dibihîs/ditîd. Belkî gelek caran stranê Saîd gabarî guhdar kiriye lê min nizanî bûye ku ew distrê. Mixabin piştî mirina Hûnermendê hêja stranê wî û biyografiya wî nas kir. (J’xwe hûnermed piştî rihmet dikin tên naskirin mixabin) A rast min hê temamî stranê wî gûhdar nekiriye lê biyigrafiya wî gelek balkêş e. Ji aliyê hikûmeta iraqê tê zevdkirin. Jêr dibêjin ya em ê zimanê te jêkin ya jî em ê çavê te derxin ancax wûsa em ê te berdin. Gabarî dibê Çavên min derxin. Sal dibûhûrin. Jêr tê pirsîn ku çima gotiye çavên min derxin. Gabarî gotiye: ger zimanê min jê kirina ez nikarbûn kurdî bistriya ma. (Min kurtasî nivisî, di nivisî de şaşîtiyek hebe biborin)



05.05.2020 16:53 | bêwar

17. Qeda li feqîrîye, tirsim bimrim li xerîbîye...



05.05.2020 17:12 | sarya

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» seîdê kurdî
» gabarî

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî