Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qazî mihemed - tirşik
qazî mihemed
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kurdek rojhilat û Reberê damezrînerê Komara Kurdistanê (komara Mehabadê).

wî wek hîzmet kir serokkomarê komara mehabadê 21ê rêbendanê 1946 heta 17ê berfanbarê 1946.

31ê adarê 1947an de ew wî hatin dardekirin li Meydana Çwarçira ji aliyê dewleta Îranê ve.



05.04.2022 14:01 | wulfila

2. Pêşewa yê gelê Kurd e. Pêşewa, zaravayê Soranî de tê wateya rêber û rêzan. Lê gelê Kurd piştî Qazî negotine tu kesî de pêşewa. Ez bawer im ev rewş bes e ku pêwîstiya Qazî şîrove bike. Ew yekem û tenê pêşewayê gelê Kurd e. Xêncî serokkamariyê bi şexsê xwe yî dadgerî jî tê nasîn, ji xwe navê wî li wir tê (Qadi=Qazî). Bavê wî yek ji mezinên mehabadê bûye. 31 ê adar a 1947 an li qada çarçiraya mehabadê bi destê dewleta îranê tê dardakirin. Wesiyetek tê zanîn ku ewî beriya dardakirina xwe nivîsandiye lê hinek dibêjin ew ne bi pênûsa wî hatiye nivîsandin. Dîsa tê gotin helbesta bi navê "2x2=1" jî ewî nenivîsiye Nadir Qazî nivîsandiye û diyarî wî kiriye (çavkanî: ji nivîseke meferr). Ji bo Komar a Kurdistan a Mehabad were nasîn bi Sovyet an re pir têkildar bûye. Ji bo jinên Kurd zêdetir li nav civatan bin hez kiriye xebat bike û gotiye jina xwe ez hez dikim tu rêberî bikî ji bo tevgera jina pêk were. Ew yek ji rêveber û sazgerê Partiya Demokratik a Kurdistan (bnr: kdp) ê bûye. Tê gotin meferê wî yê ku ji Mehabad ê derkeve û bireve hebûye lê ewî hez nekiriye ji ber ku dewlet a îranê komkujiyekî li vir neke. Ji xwe dewlet a îranê berî mehabad ê êrîşekî pir dijwar li komara azerbaycan a tebrîzê pêk aniye û tê gotin li vir komkujî hatiye kirin.



10.04.2022 14:21 ~2022.04.14 17:03 | pêşewa

3. (bnr: bavê kurda)



09.06.2022 18:41 ~18:44 | evcebarê pirê

4. Şîreta min bo we ew e ku rê bidin bila zarokên we bixwînin, ji ber sembola pêgehiştbûn û serkeftinê di xwendevaniyê de ye, bila li pey gelên din nemînin, hun nabe bi kuştina min û birayên min çavtirsandî bibin, hê gelek ji me re divê di di vê rêyê de jidest biçin heta em bigihin hêviya xwe.

qazî mihemmed.



15.02.2023 11:52 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qazî mihemed
» mihemedê dil şûşe

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî