Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
wire - tirşik
wire
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min ji 2016an heta 2020an bi kar anî, li cem telegramê ku wê demê her du jî hîn negihiştibû hejmarekê bilind. bi çar hevalên xwe re. ji peyamşandinê, bo telefon û videocallê xweş e. ji xwe ekîba wan ji skypeê ne. ji aliyê navrûyê ve gelek xweş û dilkêş e lê belê ev şîrket guh nade pirsgirekên guhertoya belaş. ev şîrket wire swiss bû çi bû îde, xizmetê didin şîrket û hukûmetan û bi pereyê dixebitin.

1. kodên sepanê li ser githubê ne, ku ev tiştekî muhîm e, yanî çavkaniya vekirî ye û herkes dikare kontrol bike.
2. her sal rapora zelaliyê diweşînin.
3. her wiha mesajan bi şîfrekirina ser bi ser tên şandin ku ev jî ya taqdîrê ye.
4. tu him dikarî bi telefonê û him jî dikarî bi e-nameyê xwe tomar bikî. ku ev pir pir baş e bo mafa nihêniyê.
û di telegramê de hema bêjin ev her çar jî yan tune ne, yan jî nîv in.

ji aliyê kesanekirinê ve tu vebijêrk nade ber bikarhêneran. tu tuşt. tu tenê dikarî navê xwe/nicka xwe/wêneya profîla xwe biguherînî û rengê hinin nivîsan ku tu tesîra wê nayê dîtin.* tê bê çima? ji ber ku mêrik xwe ji aliyê bazirganiyê ve dikin hoste ne bo raya giştî. lê belê navrûya heyî ya transparan bi rastî pir estetîk e. vebijêrka dengî dide yanî tu dikarî tona dengê xwe biguherîne ku ne di telegramê ne jî li whatsappê ev heye. tu dikarî videoyên youtube di nav sepanê temaşe bikî. xizmeta gif-şandinê bi rastî serkeftî ye. peyamên demkî heye, yanî peyam dikarin xwe bi xwe jê bibin. tu dikarî bêyî hişyarî ji her du aliyan peyamên şandî jê bibî an jî diakrî peyamên xwe serrast bikî. tu dikarî yekser bersiva peyaman bidî û di vê heddê de dikarî li ser wêneyên wergirtî nivîs an emojî dîne û dîsa bişîne ku dîsa di yên din de ev tune ye. her wiha tu dikarî bi tilîka xwe jî li wekî qelem û kaxidan binivîsî û bişînî. û tu dikarî koman ava bikî. (lê ne mîna sepanên din girseyên zêde, bi sînor) kê ji tirşikê bixwaze wê daxe, em dikarin komek ava bikin, bi rastî.

bikarhênerên mîna min ên ku guhertoya belaş bi kar tînin, gelek aciz dibin. geh agahdarî nayên telefonê, geh pirsgirêka girêdana wi-fiyê derdikeve yan jî dosye naşînin. filan û bêvan. hun têkevin google playê, hun ê puana wê û şîroveyên kezebreşan bibînim ji xwe.* her wiha min jê biribû lê hevalin min dîsa gotin ka em tê de biştexilin ji ber ku him whatsapp di nav komên kar û kargehê de maye nayê tevdayîn, telegram ji xwe demekê dirêj e bo min tune ye ji ber ku herkes daxist û hesabek danî. îja me got temam bila wire be, ka em vegerin wê derê.



09.06.2022 20:07 ~20:18 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» wire

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî