Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
felsefeya serdema yekem - tirşik
felsefeya serdema yekem
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Felsefeya serdema yekem bi giştî di nav salên beriya mirina Îsa 700 û piştî mirina Îsa 500 salan de cih digre û heman wateya felsefeya antîk e. Ev felsefe yekem ji aliyê Tales ve li servis pirsa “em mirov ji çi çêbûne” dipirse û gelemperiya fîlozofên vî demê jî hewl dane bersiva vê pirsî. Di vê serdemê de fîlozof fikirîne ku felsefe tê wateya rasteqînî û rasteqîna jiyanê.

Di vê serdemê de gelemperî ji aliyê rojhilatî ve fîlozof derketine û li Misir, Mezopotamya, Kurdistan, Îran, Çînê û Hindistanê bingehên felsefeyê hatine dayin. Lê di vir de dîroknivisên felsefeyê li hev nekirine hin dibêjin felsefe digihîje beriya mirina Îsa 1500ê û li Îranê yekem felsefevan derketine. Hin dibêjin felsefeya antîk û ya serdema yekem eynî ye ew jî li yewnana antîk cara yekem derketiye û her wiha hin jî dibêjin ku felsefeya serdema yekem felsefeya antîk Yewnanê û Helenî heman tişt in.

fîlozofên felsefeya serdema yekem bi kurtasî wateyan li barî dinyayê kirine û xwe ji mîtolojî û pirxwedayî îzolekirine. Ger mînakek bidim li antîk yewnanîstanê mîtolojî gelek berbilav bû û kesên li wir dijîyan wisa bawer dikirin ku baran hêstirên çavê xwedê ne. Dema xwedê xemgîn dibe baran dibare. fîlozof jî rabûne gotine tiştek wisa tuneye baran ne hêstirên xwedê ye felan. yanî em dikarin bibêjin ku cara yekem mirov wê hingê baştir fikirîne û bersivên dirust bi pirsan re dîtine.

*Em dikarin bibêjin ku felsefeya serdema yekemîn li dij mîtolojî û pir xwedayî derketiye.

*Felsefeya serdema yekem li ser mijarên giyan, zindî,hebûn, Dînê sekinîne. Lê herî zêde li ser xwezayê sekinîne û pirsan lê kirine.

*Taybetiyek vê demê jî ew e ku ji xeynî wahîy û xwedayê ev kes hewl dane bersiva pirsa ku 'ji bo çi em dijîn'

*Zêdetirîn li ser arkhe ango madeya yekem a li ser dinyayê çi ye disekine û li gor wê bersivan dibîne.

*Felsefeya serdema yekem şexsî ye.

*Di vê demê zêdetir bala xwe dane felsefeya xwezayê ye.

*Fîlozofên di vê demê de ne bi hestan bi hiş û aqilên xwe tevgeriyane.

*Wek her felsefeyê ev jî bi tomarkirina agahiyan xwe pêş xistiye û bersiv daye.

*Li ser mirov, civat û têkiliyên mirovan de pirsa pirsîne.

Pêşengên felsefeya serdema yekemîn bi taybetî thales, sokrates, Platon û arîstoteles in. Bi taybetî ev fîlozof di rêya felsefeya xwezayî de meşîyane.



11.06.2022 23:33 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» felsefeya serdema yekem
» serdema paleolîtîkê
» yekem kampinga tirşikvana li nemrûdê

Kategoriyên mijarê:: felsefe felsefe felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî