Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd - tirşik
kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd
(21) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ku bi kurdî biaxfin îhtmale funa porên wan xirabe, kilê çavên wan biherike, cilên wan kevin,forsa wan eletewş be.



12.10.2013 21:59 | tivirloismail

2. dibe mijarareke baş ji bo teza doktorayê. lê hê jî bavegîdek tune ku biwêribe vî karî ecêp bide ser milê xwe...



12.10.2013 22:47 | serhednişîn

3. ji bo ku derdora wan bi cavê gundî KIZÎ li wan mêze neke, dema bi dayika xwe re dimesin, herî kêm sê mitro li pêsiya dayika xwe dimesin. ji bo ku xwe ji diya xwe gelekî modern, zana, û biaqil dibînin li kuderê be axaftina diya xwe ya kurdî, bê teklîf werdigerînin tirkî û ^jirbûna xwe dicespînin kecên me yê pirr modern ku ji diya xwe ya gundî ketî.



12.10.2013 23:58 | dîno

4. Zanîn xwe nasîn e. Her kesê/a ku xwe nas bike dikare xwe bide naskirin. Lê kesê/a ku xwe nas neke him ji xwe fedî dike him jî nikare xwe bide naskirin.



13.10.2013 14:00 | ceso

5. EW Nîfş dÎ nava nexweşÎyekê de ne. ez bawer nakim li tu dewerên cihanê EV bêhκΠhebe. xwudê hefsa me ji wan bike.



29.11.2013 22:24 | bakur-başûr

6. (bnr: ay ben kürtçe bilmiyor havası)



29.11.2013 23:47 | ceso

7. psîngê qûna xwe dîtîye, zen kirîye brîne. (bnr: kedi götünü görmüş, yara zannetmiş)



30.11.2013 09:30 | nazim tolhildan


9. Dibéjin qey axaftina tirki wan wekî moderen nîşan dide lé nizanin ku devokén wan weke şîré spî li ber çavan e û dîsa nizanin Kurdîzan vî halé wan dikenin..



20.12.2013 22:05 | doktorodi

10. (bnr: anliyem ama konuşamiyem)



24.09.2014 13:29 | xwelî li ser

11. tespîteke rast e ku helbet sedemên wê jî hene, ne belasebeb e.

tabî sedemên kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd, li gorî bajaran jî dibedile yanî erê, li amedê jî li colemêrgê jî axaftina kurdî ji mêran bêtir di nava keçikan de kêm e.

li amedê kêm e ji lew amed bajarekî metropol e gelek mezin e û nijad û gelên cur bi cur têde dijîn, modernîzasyon bi awayekî dezenformekirî û lewitî hat amedê, yên ji gundan hatin û yên bi propagandaya dewletê ya di televîzyonan de dihat kirin.. her du rewşên nêyînî rê li ber axaftina kurdî girt, sedema xala yekê ya li jor ji bo keç û kurikan jî derbasdar e lê sedema dî bêtir li ser jin û keçikan tesîr kir, ni taybetî jî rêzefîlmên tirkan ên beredayî di mejiyê keçikên kurd de îluzyon û texrîbat û hilşandinekê çêkir ku, ''mînaka herî baş ya jiyanê, ji rêya tirkbûn û dirûpêanîn û xwezîpêanîn û xweşibadina wan derbas dibe''

algı yönetimi ya dewletê bi saya alava tv'yan pê hat, lê bes mêr demên xwe bi pirranî li derveyê derbas dikin û ji rêzefîlman 'bêpar' in lewma jî bandora vê yekê bêhtirîn li ser keçikan bû lê li amedê bandora vê yekê hîn nemaye(bi pirranî şkest) lê di deverinan de hê jî heye, mesela keçikên colemêrgê di navbena xwe de bi tirkî dipeyivin, dema ku dest bi tirkî dikin, xwe bêtir azad, zana û aqil û pêşve dihesibînim, min du sal li colemêrgê mam min bı çavên xwe dît, mesela li amedê keçikên kurd bi kurdî baş nizanin mixabin lewma jî napeyivin gelek hevalên min ên keçik hene ez bi darê zorê bi wan didim axaftin, ji bela ku baş nizanin, ji axaftinê şerm dikin, ne ku ji kurmancî şerm dikin, ji kêmasiyên xwe şerm dikin lê li ber şermê nakevin û ji ber teralî û sersariyên xwe hînî kurmancî jî nabin, ev yek nakokî ye, lê keçikên colemêrgê baş bi kurdî dizanin lê ji ber populeritaya tirkî, bi kurdî napeyivin



24.09.2014 14:08 | ferhenga şikestî

12. li dinyayê de li gorî miletê din zimanê herî kibar fransizî ye lê ev ji bo kurdên Bakur zimanê Tirkî ye.



Politîkayên asimîlasyone gelek serkeftî bûye. Loma kurd xeberdanê kurdî wek cahilî, nezanî dihesibinin.



Bi taybetî hesta jinan ji mêran zêdetire loma wextê xeber bidin şerm dikin. Bandora propogandayê zêdetir gihiştîye ser wan a.



Him jî çanda populerê pêşî jina dorpêç dike. Çanda populer jî bi tirkî tê weşandin



Ev talûkekî mezin e ku, keç dibin jin, jin dibin dayik, dayik dibin xweyî zar, dayik dibistana ewilê mirov e ku zimanê xwe zikmakî jê distîne.



24.09.2014 17:27 | mîr

13. Du sedemên herî girîng ev in;
1- Jinên Kurd wekî koleyan sibê heya êvarê li mal dimînin. Azadiya wan a derketina derva û kirina gelek tiştên din bi aliyê civaka mêr-salar ve hatiye astengkirin. lewma jî sibê heya êvarê an şixûlên malê dikin an jî televîzyonên tirkan temaşe dikin. Mêr bêtir xwe wekî parçeyê civakê dibînin, diçin digel mêrên din soxbet dikin û lewma jî bêtir mekanizmaya kontrolê, şerm hwd ji nav wan de heye. Nikarin ew qasî zû zimanê xwe biguherînin.
Binêrin; berê dema ku civaka kurdan bêtir gundewar bû, mêran tirkî xeber dida, çimkî diçûn li bajaran û tirkî fêr dibûn lê jinan teqez bi kurdî xeber dida, gelek jinan hîç tirkî nizanibû. Lê niha jin li derve kar nakin, naçin li zevî çayiran karên cotkariyê nakin hemû dema xwe li malê de li ber tv'yê derbas dikin. lewma jî zimanê tv'yê çibe ew ziman dikeve devê wan, xeyalên xwe li ser wî zimanî ava dikin.

2- Di nav her civakê de koma herî bindest dike ku herî zûtir xwe ji wê "bindestiyê" rizgar bike. Li Bakurê kurdistanê rewşa Kurdan him bi aliyê neteweyî ve bindestiye him jî bi aliyê çînî ve. Lê rewşa jinên Kurd, du caran ji vê xerabtir e. Çimkî ew bes bi aliyê dewletê ve nayên çewsandin, bi aliyê mêrên di malbata xwe ve bêtir tên çewsandin. Lewma jî jin bêtir hewl didin ku zimanê serdest fêr bibin, xwe wekî tirkekî ji nû ve biafirînin.



24.09.2018 18:53 ~2018.09.25 00:58 | jifêzagorda

14. (bnr: kêm axaftina kurdî li nav xort û keçên kurd)

Pirsgirêk ne tenê keç in, xort jî êdî kurdî neaxifin. Havînê dema ez ji bo ku ji tirkiya stenbolê dûr bibim çûme gund. lê dema hevalên min ên zaroktiyê min didîtin dest bi axaftina tirki dikirin. Min bi darê zorê sohbetê dizivirand kurdîyê. Dipirsîma gelo çima hûn tirkî xeber didin bi min re. Digotin ee tu ji stenbol hatî lewma em bi tirkî diaxifin bi te re. Temam ez ji stenbol hatim û heb kurdî nizanim?!. Ya sosret ew bû ku ew bixwe naxwe de jî tirkî diaxifina. Birayê min jî yek ji wan bû.
Yanî keç jî kur jî bajarî jî gundî jî xizan jî tev berê xwe dane zimanê tirko.



23.10.2018 10:10 | xelîl

15. J'ber dinya-nedîtî ye. J'ber êsîrtî û heyrantîya televîzyonê ye. Keçên me bêhtir li mal in û televîzyonê bêhtir temaşe dikin. Jxwe jin bêhtir meyla taqlîdê dikin. Îda em hew dibînin ku "kurtçe aliyorum ama qonuşamiyorum" mode on dest pê kiriye.



24.10.2018 00:39 | gumgumok

16. heyran welle weke ku kolonyalîzm û mêtingehî gihiştîye heta devê deriyê keçan jî



21.01.2020 20:19 | oceancr

17. Zimanê Kurdî tund û hişk dibînin lê ew nazik û nazenîn in! Helbet faktora mezin di nav kurdan çêbûna kompleksek e. (bnr: inferiority complex)



21.01.2020 20:39 ~20:40 | kajav

18. Hilînin, ez hatim! * wek keçekî an bi qewlê femenan wek jineke kurd ya bala min kişandî ev e ku jin, wekî di entryên jor de jî gellekî hatiye nivîsîn ji axaftina kurdî fedî dikin. gellek caran dema bi hevalên xwe yên jin yên kurd re bi kurmancî diaxivim pirranî, bi şermane û bi qirikeke tirkî bi têra du hevokan Bersiva min didin û dû re berê xwe didin Tirkî. Tişta ecêb hin ji wan xemxurên kurd û Kurdistanê ne lê dîsa jî naqedînin kurdî biaxivin. Bawerim Kurdî li ber dilê wan ê bindest qerase ye, bê teşe ye û zimanê belengazî û paşdemayînê ye ku naxwazin jê xweyî derkevin. Cehnima wan, silavên germ ji bo jinên nazik û nazenîn yên kurdîaxêv!..



22.01.2020 02:21 ~02:27 | xeyda

19. ji destpêka komara kuçikan ve armanc her ew bû ku keçên kurdan hînî tirkî bibin, bi ser tirkbûnê ve asîmîle bibin. mixabin piştî sed salî gihîştin armanca xwe. ev demek e ne zêde dirêj e ku jinên kurdan zarokên tirkîaxêv mezin dikin. kurd in zarên wan lê zimanê zarê wan tirkî ye. hey hewaarr



22.01.2020 21:36 | hêvî

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêmasiya dîqatê û xerabiya hîperaktîvîteyê
» axaftina şivan perwer ya bi elmanî
» kurdîkirina twitterê
» navên kurdî yên kurikan
» keçên kurd an keçên tirk
» kurdên li welatên biyanî dijîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî