Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
diziya tirkan - tirşik
diziya tirkan

Navê mijarê ya ewil ev bû:diziya tirk'an
(2) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. Qenalekî li youtube e. Armanca qenalê eşkere kirina stranên ku gotin an jî awazên wan ji stranên kurdî hatine girtin û wek navê qenalê jî diyar dibe ku îdda dikin ku hemû ji stranên kurdî hatine "dizîn". Ji bo her îddaya hûnermendekî vîdyokî çêkirine heta ji bo hin hunermendan vîdyok tenê têr nehatiye û 2-3 vîdyo çêkirine. Lê vîdyoyên kevn da hinek caran ên ku tevlihev çêkirine jî hene. Lîste pir tijî ye. Min hez dikir ez ji bo hemûyan yek bi yek mijarên cûda wekim ji ber ku her yek ji hev balkêştir e, minak bidim; him Kazancı Bedih heye him Abdurrahman Önül heye him İzzet Altınmeşe heye, lê wê demê ê zehf tevlihev bûya. Ez lînkên vîdyoyan datînim vir û ku hewce bibe paşê mijar bi mijar jî em dikarin paşê vekin. Şîroveya min ji bo vê yekê, gelekê stran xuya dike ku ji kurdî hatiye girtin lê ez nikarim ji bo hemûyan heman tiştî bêjim. Piraniya van hunermandan kurd in, lê ev hilgirtin ji ber ku xizmeta zimanê tirkî dike ez dibêjim biryara danîna wan li lîstê cih de ye. Ne ev tenê ne. Gelekê stranên kurdî jî ser navê tirkmenên li kirkûkê hatiye girtin. Stranên soranî jî bi vî rêyî gelek hatiye girtin. Ger hûn rojeke rêzê de trt radyo türkü vekin hûn ê bibînin ku gelek stranên parêzgehên ûrfa, diyarbekir (taybetî jî navenda amedê), xarpêt, wan hwd. bibînin. Hûn ê bibînin ku awazên wan türküyan çawa dişibe stranên me, heta li hineka gotin raste rast were vergerandin wek hev xuya dike. Hewceye em xebatên baş yek bi yek wana îsbat bikin. Îddayek e ku min çend lêkorîneran bihîstiye ku dibêjin dewlet çend karmendan tenê ji bo vê şandiye û nêzî 600 stran bi navê "türkmen türküsü" ketiye nav arşîva trt.
Vîdyoyên gorî hunermendan hatî hilbijartin:
Celal Yarıcı (11):


Songül Karlı (6):


Küçük Emrah (12):


Ceylan (16):


Kazancı Bedih (9):


Mahsun Kırmızıgül (10):


İzzet Altınmeşe 2 (13):


İzzet Altınmeşe 1 (13):


İbrahim Tatlıses 2 (12):


İbrahim Tatlıses 1 (12):


Celal Güzelses (7):


Burhan Çaçan (19):


Abdurrahman Önül (10):


Neşet Ertaş (2):



Vîdyoyên bi stranan hatî hilbijartin:
7 stranên tevlihev:


Mûrad Hesenzade-Delalê (hepimiz kardeşiz):


Rênçber Ezîz-Ziravê (karpuz kes de yiyelim):


Hesen Cizîrî-keçkê (evlerinin önü yonca):


Mamlê-Ser le ser anî (sarı gelin):


Koçer Hacî an jî Koma Dengê Qamişlo(?)-Lê lê Dayê (ölürüm türkiyem):


Hesen Zîrek-Ciwanî ciwanî (bir dalda iki keklik):


Hesen Zîrek-ey niştîman (ankaranın taşına bak):


Rustemê îsko-min te dîtibû (Gönül Dağı):


Gorany Behar-şahiya stranan 3 (ada sahilleri):



25.06.2022 19:35 ~2023.04.03 20:24 | pêşewa

2. Rastî bi "şark ıslahatı" hezaran stran ne tenê Kurdî, ji ermenî, Rûmî, lazî jî gelek stran hatiye wergerandin, yeko yeko diçûne gunda strana berhevdikirin. Îro em piranî va strana nizanin lewra ev stranên ku hatine wergerandin gelemperî yên ku nehatibûn tomar kirin pêk tê. Wekî ez bihîstim hin kurdên me li ser vê mijarê lêkolîn dikin, hêvî dikim ku tiştên rast ewê derkevine holê.



25.06.2022 19:46 | burak derdilî

3. (bnr: diziya kurd’an)



19.07.2022 13:06 | xemakê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» diziya kurdan
» tirkan şoray

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn cand dirok muzikstrn cand dirok muzikstrn cand dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî