Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 10 peyam
    xwekuştina nivîskaran - tirşik
    xwekuştina nivîskaran
    (2) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Di dîrokê de gelek nivîskar xwe kuştine.
    Wek kesên edebiyata cihanê de navdar walter benjamîn, jack london, Vladimir Msyakovski, stefan zweig…nav kurdan de jî ev yek berbiçav e. şikoyê hese, mohemed omer osman, du nivîskarên xwekuştî ên kurd in. Em sedemên xwekuştina wan nizanin. Bêguman her xwekuştinê de sedem cuda ye. Di vê çalakî û biryara kesane de, mirov di tûrikê jiyana xwe de gelek raz û hestên tevlihev û nefambar vedişêrin.

    Em nikarin mijara xwekuştinê bi pêşdarazên beredayî mehkûm bikin. Divê baş bê fêmkirin ku nakokî û aloziyên heyî yên jiyanê, xwe bi siya mirinê nîşanî civatê didin.

    Loma pirsa “Gelo çima xwe kuşt?” piştî mirinê giringiyê nade wate û sedemê. Hûn rast bibînin an jî nebinin, her xwekuştin ji sedî sed mijareke şexsî ye ku li gorî mantalîte û hebûna xwe sedemên rewa û mafdar dihewîne. Mirin û xwekuştin jin, mêr, zarok, netewe nas nakin.



    03.07.2022 12:59 | evcebarê pirê

    2. nivîsa bi navê “Nivîskarî û xwekuştin” anî bîra min.

    (Xwebûn) Here lînkê



    03.07.2022 14:34 ~2022.11.15 22:50 | mirovekirind

    3. Bûyerên ku zêdehî ber buhran û tengezariyan, carna jî ji ber sedemên din pêk tê ye. Yek ji van nivîskaran sergey yesenîn e, ji ber tengezeriyên derûnî hê 30 saliya xwe, xwe kuştiye. Nivîskarekî din jî beşir fuad e, ewî ji ber meraqê hê 35 saliya xwe xwe kuştiye, gotiye "min her şadî û dijwariya dinê tam kir lê mirinê tam nekir", pişt re zendê xwe jê dike û heta hişmendiya wî ser wî bûye nivîsiye heta paşê dema xwîna wî diherike pênûsa xwe li xwîna xwe dike û bi xwîna xwe dinivîse ta ku hişmendiya wî ser wî diçe.



    03.07.2022 14:50 ~14:53 | pêşewa

    dengdanên dawîn (yên din..)
    mehdî mêhvane ewropa [1]
    mehdî mutlu piştê bernameya cafe kemînê , dîsan bi bernameyeke perfect...
    05.02.2023 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê [3]
    (bnr: nivîskarên ku mixabin ne li amedê ne)...
    zimanê duyemîn ya gelê başûrê kurdistanê [1]
    başûr tam hatiye erebîzekirin. vê dawiyê gava çûm ji kurdî pitir min e...
    05.02.2023 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê [4]
    ji zû de ye li tirşikê civîn çênabin. ez ê vê hefteyê heta dawiya heft...
    05.02.2023 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê [2]
    Civîna ku xwezî ez jî nêzîkî li wan deran bûma min ê jî tevlî wê bibûy...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » xwekuştina kurdên rojhilat

    Kategoriyên mijarê:: niviskar niviskar niviskar kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî