Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
selahattin bulut - tirşik
selahattin bulut
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarekî kurd e. di sala 1953an de li mêrdînê jidayîk bûye. perwerdahîyê ya mêrdînê xelas kiriye û demekê mamostetî kiriye. di dema derbeya eskerî de hatiye girtin û di zîndana amedê de çend sala ma ye. û xwedîye medya kitabevî yê ye, ya li ser îstîklalê li xana elhamra yê ye.



berhemên wî xadimû bihuşta lal jiavestayê derçûne.



13.10.2013 03:12 | seydayê_peyvan

2. bi qasê min dîtiye, zilamek efendî û nefsbiçûk e. xwediyê pirtûkxaneyek xweşik e, min jî jê pirtûk û cd kirîne, xwedê jê razî be. meraq dikim gelo dikana wî dikare debara wî bike yan kareke din dike... ji ber ku mixabin kurdên me zêde pirtûk nakirin û dikana wî jî zêde zêde ne qelebalix bû.



13.10.2013 16:46 | simurg56

3. ji çîroka wî ya bi navê 'Teyrika bihuştê'.



“Ji wê rojê û bi vir ve pênc sal derbas bûne. Pîra Fatê her hefte, roja pêncşemê diçe ser mezelê (=gorra) keçika xwe. Di her çûnê de, wextê nêzîkî mezelê dibû û sere şaxikên dara kizwanê jê re xuya dibû, li wê der û dorê di nav her ruhberî de dawetek li dar diket. Ji binê erdê gumîniya dengê erbaneyan dihat. Kevir û kuçik, şûjik û bixur di cihên xwe de nedisekinîn. Kevirên arbeşk serên xwe li hev didan û pirîsk vedidan. Dîwarên hevşoya gorê kil dibûn û dara kizwanê tevî pel û berên xwe, ji sere şaxikan heta bi reh û rîşalên xwe diricifî û bi cizbê diket. Bayekî sivik û hênik radibû, qirş û qal bi ber bayî diketin û xwe di ser hev re qulopanî dikirin. Kurmik û kêzikên di binê erdê de tevizîbûn xwe radikişandin, tevzîk didan xwe, serên xwe kil dikirin, axa li ser xwe dihejandin û derdiketin ser rûyê erdê. Pingînî bi mêşikan diket û li hewa zivirok çêdikirin. Tayikên giyayê şînik reqsa li ber ribabê dikirin. Beybûnan stuyên xwe kilomilo dikirin, gangulokên nazenîn û bejnzirav stuyê xwe dirêj dikirin û bi sinbilên genim re diketin qayişê. Gulşîlanan bûkên xwe vedikirin û bixêrhatin li mêşên hingivînî dikirin.”



û rexneyek li ser pirtûka wî:http://www.kurdigeh.com/authors.aspx?an=243&aid=5



13.10.2013 18:36 | serhednişîn

4. nivîskarek tirtire ye, qûn li pênûsê gurîkiriye, qûna pênûsa wî wekî qûna meymûnê gurî bûye ji destê wî û ramanên wî yên tên nivîsandin.



14.10.2013 00:35 | dîno

5. xwediyê "medya kitabevî"... delalê zilama...xweşsohbetî, henûnî, nivîs, dêrik, zindan, herin seriyek lê bidin, pirtûkên kurdî li stenbolê li cem wî tenên hene..



14.10.2013 14:50 | arami

6. li stenbolê li ser kolana îstiklalê tam li dijî dera san Antoine di pasaja elhemra de pirtukxana wî heye.

çi cara wî dibînim pora wî ya spî û nefsbiçukayîya wî Ape musa tîne bîra min.



tu her hebî ape selahattin



03.11.2013 11:45 | diljan

7. rojnameya zamanê pê re hevpeyvînek xweş çêkiriye.. ku wextê we hebe bixwînin, jê nemînin..

madem ku cemaeta fethullah gülen jî êdî li hemberî hikûmeta akpê di refa muxalÎfan de cihê xwe girtiye, wek piştgirî ez jî dê lînkeka rojanmeya zamanê li vir parve bikim: http://www.zaman.com.tr/pazar_ergenekonun-ortaya-cikmasi-benim-ve-kitabevimin-yasamasina-vesile-oldu_2171764.html *



21.12.2013 12:45 | endazer

8. kesê ku dixwaze çîrokê xweş û hêja bixwîne pirtûkê camêr guncanin.mala wî ava xweş dinivîse helbet ev pirtûk ne tenê çend hevokan , nirxandineke xweş heq dikin, lê ez îro tiralim ma rojeke din.



22.12.2013 01:06 | tivirloismail

9. xwedî zimanekî şêrîn û herikbar e. kêm dinivîse lê xweş dinivîse. di nivîsên wî de rastiyên civaka kurd bi îroniyên mukemmel - ku ev yek hêzeke wî ya din e- û bi zimanekî ku hatiye dramatîzekirin, hatine xemilandin. mirovekî giyan-şêrîn û peyiv-xweş e. carekî ez çûbûm ba wî da ku nivîsên Wî binirxînim û imzeyeke jê bistînim. bi rastî jî gellek kêfa wî hatibû. min nizanibû ku ez ê rojeke hesabê tirşikê vekim û navê xwe jî bikim ceso lê min îmzeyên wî ji bo navê ceso dan kirin. û wiha îmze kiribû : ji bo ceso, bi hêviya çîrokên bê êş... 9.6.2012... îmze... em bêjin çi? xwedê temenê wî û temenê nivîsên wî dirêj bike.



22.12.2013 03:55 | ceso

10. bi çîroka xwe ya bi navê xadim, min kir hejmetkarê xwe. ez bawerim ku di demekê kin de ezê hilma xwe di pirtûkfiroşa wî de bistînim. her bijî apo *



02.02.2014 12:56 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» selahattin bulut

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî