Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
fatih (navçe) - tirşik
fatih (navçe)
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Yek ji navçeyên stenbolê ye. Stenbola esil ev der e. Navên wî yê din; nîvgirava dîrokî (tarihi yarımada), hundirê sûrê (suriçi). 15-16 sal berî niha du lib navçe bû: fatih û eminönû, lê ji wir de êdî yek e. Navçeya sûr a amedê ji bo amedê çi be navçeya fatih jî stenbolê re heman tişt e. Çawa min ditî herdû jî zehf dişibin hev. Herdû jî navenda bajar da pirraniya tiştên dîrokî xwe de vedişêrin, herdûyan da jî cihên dîrokî navbera xanî û derbanan da wênda bûne, herdûyan da jî kuçeyên pişt kolanên ser rê bûye cihên kesên paşê hatî bajar û malên wan tuneyî, herdûyan da jî kolanên ser rê zehf tûrîstik in û danûstandinekî mezin li wir dizivire lê kolanên pişt da hinek xanî-derban vala ne hinek bêxwedî ne, herdû navçeyan de jî taxek-du hene ku zehf olperest in, herdûyan da jî mizgeftên dîrokî zehf in û dema meriv bê tevdir bigere teqez rastî mizgeftekî tên û hewşa mizgeftê dikarin dest û rûyên xwe bişûn û li wê germê û westandinê piçekî hênik bin. Bi kurtasî ber çavê min fatih û sûr zehf dişibin hev lê fatih piştî ku osmaniyan vir hilda qet şerekî mezin û hilweşandin nedît lê mixabin sûr 6 sal berî niha şerekî pirr dijwar û hilweşandinekî mezin dît û gorî çavderiya min 1/3 a navçeyê hilşiya ye. Belkî ji ber wê be jî li kolanên sûrê xemgîniyekî mezin tê ber çava.



14.08.2022 20:25 ~20:36 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» fatih portakal

Kategoriyên mijarê:: geruturistik cihuwar geruturistik cihuwar geruturistik cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî